Pênase û Taybetmendiyên Çalakiyên Ekonomîk

Pênase û Taybetmendiyên Çalakiyên Ekonomîk

Pênase û Taybetmendiyên Çalakiyên Ekonomîk

Ji çalakîya ku dixwaze pêdivîyên mirovan yên maddî ku bêdawî ne, bi rêya bikaranîna çavkanîyên xwezayê yên bisînor pêk bîne re çalakîya ekonomîk (Serfkarî, hilberandin, parvekirin, pevguhêran, karbeşî, bazarkarî, reqabet, peyan, veberhênan û hwd.), ji sazîya civakî ya ku dixwaze van çalakîyan li gor rê û rêzikên kifş sererast bike re ekonomî û ji zanista ku dixwaze van çalakîyan li gor têkilîyên sedem-encamê bizanibe û vekole re jî, zanista ekonomîyê tê gotin. Mirov ji bo ku bikaribin hewcedarîyên xwe pêk bînin, sûd ji mal û xizmetên ku têne hilberandin digrin.

Mal: Ji hemû heyînên xwezayî re ku xwedîyê taybetmendîya pêkanîna hewcedarîyên mirova ne (hewa, av, ax, kevir, dirext, berbes û hwd.) re, mal tê gotin. Di heman demê de yên ku bi rêya van heyînan têne hilberandin jî, mal in. Mînak: Xanî, trimbêl, cil, pêleyîstik, derman, kaxez, pênûs û hwd.

Texlîdên Mal

1- Malên Serbest: Malên ku ne ji alîyê mirovan ve hatine hilberandin in. Tu nirxeka wan ya ekonomîk tune, rasterast nayên kirîn an jî firotin. Lê hem ji bo mirovan û hem jî ji bo zindîyên din, xwedîyê girîngîyeke mezin in. Mînak: Vejena Rojê, hewa, behr, ax û hwd.

2- Malên Ekonomîk: Malên ku nirxeka wan ya pevguhêranê heye û di dema hilberandinê de di ber wan de ked û çavkanîyek tê bikaranîn.

Malên Ekonomîk Du Texlîd in:

1- Malên Serfkarîyê: Malên ku hewcedarîyên mirovan rasterast pêk tînin in.

Li Gor Dema Bikaranînê Du Texlîd in

a) Malên Serfkarîyê Yên Zexim: Malên ku dema bikaranîna wan dirêj e. Sarincok, makîneya cilşûştinê, traxtor, trimbêl û hwd.

b) Malên Serfkarîyê Yên Ne Zexim: Malên ku di demeka kurt de têne serfkirin. Lê ji bo parastin û berdewamkirina jiyana bîyolojîk û sosyo-kulturî, girîng in. Mînak: Nan, şîr, mêwe, zebze, goşt, çay, kaxez, pênûs, pîl û hwd.

2) Malên Hilberînê: Malên ku pêdivîyên mirovan nerasterast pêk tînin û wek malên navbeynê têne binavkirin in. Makîne, febrîqe, hesin, pola û hwd.

Têbinîyek: Maleka ekonomîk, dibe ku carinan hem malê serfkarîyê û hem jî, malê hilberînê be. Mînak: Lîmonek dema ku ji bo selateyê were bikaranîn, malê serfkarîyê ye. Lê hege ev lîmon ji bo çêkirina lîmonatayê were bikaranîn, wê demê jî malê hilberînê ye.

Xizmet: Her cure çalakîya ku bi kêrî pêkanîna hewcedarîyên mirov yên maddî, civakî û çandî têtin. Xizmetên tenduristîyê, xizmetên perwerdehîyê, xizmetên ewlekarîyê, xizmetên pakijîyê, xizmetên ofîsî, xizmetên veguhastinê, xizmetên barkêşîyê û hwd.

Pêdivî (Hewcedarî): Ji bo mal û xizmetan, xwesteka serfkarîyê ya mirovan. Hinek pêdivîyên mirovan, pêdivîyên yekemînî ne (xwarin, vexwarin, hewîn, lixwekirin û hwd.) û hinek pêdivî jî, pêdivîyên talî (duyemînî) ne. (Trimbêl, wazo, tablo, çûyîna sînemayê û hwd.)

Taybetmendîyên Pêdivîyan

1- Pêdivî bêsînor in. Dema ku pêdivîyek pêk tê, ya din dest pê dike.

2- Xwestina pêdivîyan li gor mirov, civak û demê tê guherîn.

3- Pêdivî çiqasê werin pêk anîn (werin cîh), şîdeta wan kêm dibe.

4- Pêdivî dikarin di dewsa hevdu de werin bikaranîn.

Sûd (Feyde): Ji taybetmendîya mal û xizmetan ya pêkanîna pêdivîyên mirovan re, sûd (feyde) tê gotin. Di bingeha hemû cure çalakîyên ekonomîk de ku bi hilberînê dest pê dikin û bi serfkarîyê dawî li wan tê, prensîba sûdwergirtinê heye.

Hilberîn (Hilberan): Bi armanca pêkanîna pêdivîyên mirovan, guhêrandina cîh, şekil û avahîya çavkanîyên xwezayî û amadekirina wan ya ji bo serfkarîya mirovan re, hilberîn tê gotin.

Unsûrên Hilberînê

1- Xweza (Tebîet): Unsûra bingehîn ya hilberandinê ye. Wekî çavkanîyên xwezayî jî tê binavkirin. Ax, robar, rezervên berbesan, rezervên petrolê û hwd…

2- Ked (Hêza Kedê): Hêza bedenî û zêhnî ya ku mirov di maweya hilberandinê de bikar tîne.

3- Sermiyan (Kapîtal, Sermaye): Her cure maddeya xam, halet û navgînên hilberandinê. Ev navgîn-halet, di heman demê de navgînên hilberandinê yên ku hatine hilberandin in.

4- Rahijmend (Muteşebîs): Mirovê ku bi pereyên xwe, tevlî maweya hilberandinê dibe. Muteşebîs…

Unsûrên Hilberînê de Para Unsûran

1- Xweza: Rant an jî kirê distîne.

2- Ked (Hêza Kedê): Mehane, meaş distîne.

3- Sermiyan: Faîzê distîne.

4- Rahijmend: Kar distîne.

Lihevparkirin: Ji para unsûrên hilberînê ku di dawîya maweya hilberînê de bidest dixin re, ku her yek li gor xwe xwedîyê lêzêdekirinekê ye, lihevparkirin tê gotin.

Serfkarî: Bi armanca jê sûdwergirtinê, bikaranîn û jiholêrakirina mal û xizmetan re serfkarî tê gotin.

Zêha (Îsraf): Beyî jê sûdwergiritinê, jiholêrakirina malên ekonomîk…

Pevguhêran: Bi armanca ku wê bi kerî hinekên din werin, pevguhêrana mal û xizmetan, bi mal û xizmetên din re, an jî bi pereyan… Mirovan bi hezara salan hilberên xwe yên zêde ku hilberandine, bi hinek mal û xizmetên din guherandine. (Taqas an jî trampa) Lê piştî ku pere hatiye dîtin, pevguhêrandin hêsan bûye û êdî pere hatiye bikaranîn.

Pere/Dirav: Ji navgîna pêvguhêrînê ya ku xwedîyê hêza kirînê ye û ev erka wê ji alîyê civakê ve jî hatiye pejirandin re, pere tê gotin.

Karbeşî: Bi cihêrengbûna karan re, ji dabeşbûna kar û ji aliyê mirovên cuda ve pêkanîna kar û şuxlên cihêreng re, karbeşî tê gotin.

Sê Texlîd Karbeşî Hene

1- Karbeşîya Xwezayî (Karbeşîya Basîd): Karbeşîya ku li gor temen û cinsîyetê pêk tê. Ev karbeşî, wek bingeha têkilîyên hilberanê tê dîtin û di roja me de, di hinek warên jiyana civakî de jî tê dîtin.

2- Karbeşîya Pîşeyî (Karbeşîya Meslekî): Bi zêdebûna hewcedarîyên mirov re, rêya ji alîyê mirovan ve bi destê xwe pêkanîna hemû pêdîvîyan hatiye dadan û rê li karbeşîya pîşeyî hatiye vekirin.

Ji ber vê yekê jî hinek kar, her dem ji alîyê hinek mirovan ve hatine pêkanîn ku ev mirov, di karê xwe de piştî demekî dibine pispor. Ango, pêzan. Herweha ne tenê pêdivî an jî kêmasîyên xwe, pêdivîyên mirovên din jî hilberandine. Bi vî awayî, di jiyana civakî de pîşeyên (meslekên) pirtexlîd derketine holê.

3- Karbeşîya Teknîk: Bi pîşesazîbûnê (sanayîbûnê) re bi armanca zûpêkanîna karan û hilberana bênavber, derketiye holê. Bi vê karbeşîyê re kar, li qisman (beşan) hatiye dabeşkirin û her karê li beşekî, ji alîyê mirovekî din ve tê pêkanîn. Bi vî awayî, di hilberandinê de berhemdarî û pêzanî, zêdetir bûye. Belam vê karbeşîyê, bi awayekî neyînî bandûrê li afiranderîya karkiran kiriye, ku bûne wek biyanîyên karên xwe yên ku dikin. Ev yek jî, hêleka neyînî ya vê karbeşîyê ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin