Pênase û Taybetmendiyên Avahiya Civakî

Pênase û Taybetmendiyên Avahiya Civakî

Pênase û Taybetmendiyên Avahiya Civakî

Ji tevahîya sîstematîk ya rasteqînîyên civakî yên maddî û manewî re ku ji tevahîya têkiliyên civakî, komên civakî yên ku di encama têkiliyên civakî de dertêne holê, bûyerên civakî û sazîyên civakî pêk tê, avahîya civakî tê gotin.

Taybetmendiyên Avahîya Civakî

1-Avahîya civakî, li gor her civakê diguhere. Ango, di her civakê de xwediyê taybetmendiyên cihêreng e.

2-Avahîya civakî, dînamîk e. (Her dem diguhere.)

3-Avahîya civakî di bin bandûra şert û mercên erdnîgarîyê de dimîne û bi vî rengî jî şekil digre.

4-Hêmanên avahîya civakî yên maddî û manewî, her dem ji hevdu ketumet dibin. Ango, bandûrê li hevdu dikin.

5- Guherîneka ku di hêmaneka avahîya civakî de pêk tê, bi demê re bandûrê li yên din jî dike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin