Pênase, Erk û Texlîdên Ol

Pênase, Erk  û Texlîdên Ol

Pênase, Erk û Texlîdên Ol

Danasîna Ol: Ayîn, îbadet û bawerîyên mirova ye ku bawerîya xwe bi tiştekî tinin û li hawirdorê vê pîrozîyê dicivin û yekîtîyekê ava dikin. Sosyolojî, wekî sazîyên din li sazîya ol mêze dike û li gor nêrîna sosyolojîk, ol jî kirûyek (olguyek) gelemper ya civakî ye.

Berfirehbûna Ol

1) Ola Totemîk (Ola Totem): Ola herî kevnare û hoveber e. Totem dirext, heywan an jî nesneyek pîroz e.

2) Fetîşîzm (Putperestî): Hebandin û bawerîpêanîna wêne, an jî peykerekê totemê ye.

3) Natûrîzm (Sirûştparêzî-Xwezaparêzî): Hebandina roj, heyv û hêzên xwezayî yên din.

4) Anîmîzm (Rihperestî): Hebandina giyana ye. Ango, hebandina rihên her cure zindîyan.

5) Manîzm (Ola Ocaxê): Ev ol, xwe dispêre rihê bav û kalan. Di manîzmê de wiha tê bawerkirin ku rihê bav û kalan li hawirdorê malbatê dijî û digere, bi vî awayî jî her dem malbatê diparêze. Ji ber vê çendê jî, di her malê de ocaxên mezin têne vexistin û bi vê yekê, wiha tê xwestin ku rihê bav û kalan, malbatê terk neke.

6) Polîteîzm (Pirxwedêperestî): Bawerîya, hebandina gellek xwedayan. Di polîteîzmê de, ji gellek xwedayan bawer dikin.

7) Monoteîzm (Yekxwedaperestî-Yekperestî): Hebandin û bawerîpêanîna yek xwedayekî ye. Misilmantî, filehtî, cihûtî û hwd.

Li Gor Nêrîna E. Durkheîm Erkên Olê  

1- Di xwedisiplinkirinê de alîkarê mirovan dike.

2- Di nav endamên civakê de, piştgirî û yekîtîyê ava dike.

3- Berdewamkarê kevneşopa ye, wan didomîne.

4- Bi rêya îbadetên cihêreng, di nav mirovan de aramî û ewlekarîyê pêk tîne û wan ji tirs û xofan, rizgar dike.

Laîsîzm: Ji hevdu veqetandina kar û barên dewletê û ol û pêkanîna serbestîya hilbijartina bawerîyên cihêreng yên şexsan. Li gor vê nêrînê, divê tu ferq û cudahî, di navbera bawermendên cuda de tune û divê dewlet, van bawerîyên cihêreng serbest bike û wan biparêze. Oleka fermî ya dewleta laîq, tune û ne piştgirê tu ola ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin