Pêlên bi Girr – Şahînê Bekirê Soreklî

Pêlên bi Girr – Şahînê Bekirê Soreklî

Pêlên bi Girr

Şahînê Bekirê Soreklî

    Nedizanim çima derya îroj weqa bi girr e.  Pêlên wê yek li dû ya din bilnd dibin, bi hêrs ber bi zinarê reş dihên û xwe lê dixin.  Xuşexuşa wan e!  Dema li zinêr dikevin ji hev diçirrin û kef bi ava wan ya ji hev belav bûyî dikeve.  Tu çima dîsa weha xeyidiye, deryayê?  Gelo ji ber wê yekê be ku nijada mirovan vî erdî bi te re parvedike?  Lome li te nabin, deryayê!  Parvekirina û tevjiyana bi mirov re ne hêsan e.  Xweristê jî bi mirovan nikaribû, û tu dibêjî qey t’adekirina li planêta erdê têrê nedikir wa ye mirov bizava xwegîhandina planêtên din jî dikêye!

Duhinî şarkekî* te hêrîş bir ser ciwanekî û laşê wî bi encamê bû du beşan.  Xwîna wî ya şor û ava te ya şor li nav hev ketin û bihara jiyana wî qurçifî.  Ew û hevalên xwe di van rojên zivistana başûrî de jî nikaribûn ji te û lawirên te dûr bimana û heta bi girr û hêrsbûna te be jî ew netirsandibûn.  Ew derketibûn nêçîrvaniya pêlan da ku li wan siwar bibin.  Şarkekî te xîje wî ciwanî kir û gezeke bi diranên xwe yên tûj li navenda giyanê wî xist, kir du beşan.

Şeva çûyî hemî çaviyên televizyonê li welêt nûçeya hêrîşbirina şarkê te û kujtina wî ciwanî belav dikirin.  Hinan daxwaza dîtin û kujtina şarkê mezin dikirin.  Digotin, ger nehêt kujtin ew ê ji xwe re bike sinçî û şûna ku ciwan lê kujtibû bike warê nêçîrvaniya xwe.  Kî dizane, heye ku va sinçiyê wî bi rêya cînan (shopên wîrasî; bi înglizî: genes) derbas neviyên wî jî bibe.  Hinên din digotin, na, dest ji şarkê mezin berdin.  Ma ne war warê wî ye û yê çûyî li pêş mala wî nêçîra pêlan bike mirov e!  Brayê ciwanê hatî kujtin peyivî: 

“Dest ji şêrk berdin.  Ne ez û ne endamên malbata min, em tolwergirtinê (heyfhildanê) naxwazin. Kujtina wî brayê min zindî nake.  Ger brayê min bikaribûya a nuha biaxafta, dê bigota “Na, mirovî maf niye şarkan bikuje; ew li mala xwe ye, em dest jê bernadin!”  Şark ne neyarên mirovan in, ne jî li dû mirovan in ku goştê laşên wan bo xwarinê bi kar bihînin.  Şark hêrîş dikin ji ber ku weha dizanin ew di tehlûkeyê de ne.  Wan jî mafê malparastin û berxwedanê heye!”

Deryayê!  Li welatê ku ez lê ji day bûm tolwergirtin erkekî pîroz e.  Day ji dergûşê di zikê xwe de wergirtina tolê hêvî dike, wî bo wê amancê xwedî dike, xewnên xwînî bi wî dîtin dide, û hîn berbext nebûye rêdike kiryara tolwergirtinê. Welatên herêma ez lê ji day bûm ji deryayê dûr in, lê tiji şarkên duling in. Şarkê te ciwanekî 17 salî, ciwanekî zîrek û jêhatî, kujt û xwediyên wî li dij wergirtina tola wî ne! 

Deryayê!  Di mizgeftên Rojhilata Navîn de ewên xwe kirinî nûnerên Xwedê bi navê wî fermanên kujtina mirovan didine.  Di taxên hinek welatan de ne xwîna mirovekî lê xwîna gellekan dihêt rijandine.  Rind e ku çavên te wan welatan nabînin.  Ger bidîtina pêlên te dê ne ku tenê hêrs bû bûna, pêlên te dê dîn bû bûna.

Dirêj nake tu dê dîsa aram bibî, deryayê!  Jê pê ve çare niye, çimkî tu çiqa hêrs bibî jî mirov ji ber xwe ve şerm nake û bi çak û neçakên xwe ve dê her bimîne; yek ê li vir bimire lê du dê li dera han ji day bibin.  Ew ê li pêlên te jî siwar bin, ew ê şark û hûtên te jî bikujin û heta bi masiyên te be jî dê ji te bidizin. 

Wa ye xweristê keskesora xwe wek şana ku aramiya te li rê ye li aso raber dikêye.  Pêlên te dê nizm bibin û bi asîmanî re bikenin.  Zinarê ku wan xwe lê dixist jî dê raketî li şûna xwe bimîne.  Nedizanim va çend milyon sal in tu li ser vê planêtê yî, lê bawer dikim tu dê li dû bi hezaran salên din jî her li vir bî, ger mirov planêtê wêran neke.  Di wan salan de bi milyaran ji nekes û kujer û derewîn û bêbext û serserî û gemarçêker û bedkesên mirovan ê hatibin û çûbin, ji day bûbin û dû re bûbin xwelî; bêguman hinekên rind jî ê kiryar û şopên bedew û qenc li dû xwe hîştibin.  Çi baş e ku mirovên çê jî hîn hene û tu dê her hebî! 

Vê dûnîvroyê ez bi saya te û pêlên te xwe zindî û bextiyar hest dikim.  Di dema girr û hirsê de be jî hûn xweristê bi min nerxbilind dikin û di heman demê de bêhna min fireh dikin.  Bila hûn her hebin.

* Şark: Bi înglizî Shark.  Mezin masiyekî bi qîlên dirêj û tehlûke. 

(07/2004)

Bersivekê binivîsin