Pêkanîna Rêyên Jiyaneke Hevpar

Pêkanîna Rêyên Jiyaneke Hevpar

Pêkanîna Rêyên Jiyaneke Hevpar

      Li Tirkiyeyê û Li Bakûra Kurdistanê rojeva yekemîn ya serdest, niha pêvajoya aştiyê û çareseriyê ye, ku ev nav ji aliyê hiqûmeta îroyîn ve lê hatiye kirin. Ji roja ewilî ta heta roja me, kurdan bi awayekî yekdeng û bi dilxweşî piştgiriya vê pêvajoyê kirine û li gor îstatîstîkên dawî hêjî ev piştgirî didome. Şerên çekdarî ya dawiya 30 salan, em bixwazin nexwazin hem ji me kurdan û hem jî ji bo civaka tirkan rê li êş û pirsgirêkên mezin vekiriye. Niha hewl dan û helwesta ku tê nîşandan, bi awayeke aştîxwaz û aştiyane, dawîlêanîna şerê çekdarî û vegerandin û dayîna mafê kurdan yên takekesî û komelî ye.   

Serînetewandin, serhildan û têkoşîna kurdên bakûr ya qasî 90 salan, ligel ferman û komkujiyan, her berdewam kiriye û hêjî berdewam dike. Dewleta tirk ya ku welatê kurdan dagir kiriye û dest daniye ser gellek çavkaniyên Kurdistanê, tu caran statû û nasnameya welatê me nas nekiriye û wiha xwiya ye ku wê bi hêsanî nas neke jî. 

Ligel vê yekê, her kurd îro têgihiştiye wê zanyariyê ku welatê wan hatiye dagirkirin û di bin zordestî û talankirineke hevpar de ye. Lewma jî, tirsa dewleta tirk her dem ev rastiya dîrokî ye û wisa tê bawerkirin ku wê kurd tu caran, nasnameya welatê xwe ji bîr nekin û wê ji bo serbixwetiya welatê xwe têbikoşin. 

Nasnameya kurdan ya netewî û hişmendiya kurdan, îro pirsgirêka rayedarên dewletê ya sereke ye. Wisa tê xwestin ku kurd, bila xwe wekî hemwelatiyên Tirkiyeyê hîs bikin û bi dayîna hinek mafên kulturî, bila ‘Pirsgirêka Kurdan’ çareser bibe.  Wekî ku welatê kurdan ne hatibe dagirkirin, wekî ku kurdan ev serê 90 sala ne ku li ber xwe ne dabin û hewd… 

Niha em ê rastiyên dîrokî deynin alîyekî û dest bi rewşa niha bikin…. 

Berdevkên hikûmeta AKP ê îro ragihandin ku wê ew ê piştî heftiyekî çend gavên çaresiyê li ser hevdu, ji civaka Tirkiyeyê re eşkere bikin û dibe ku parlamento di meha îlonê de jî vebe. Wekî tê zanîn, hem hikumeta AKP ê û hem jî aliyên kurdan,li benda gavavêtinên nû ne û vê yekê jî, ji bîrûraya xwe re her dem eşkere dikin… 

Di rojên pêş de, helbet wê gellek tişt zelal bibin û wê helwesta dewletê û hikumeta AKP ê jî zelaltir bibe. Hikumeta AKP ê ji ber hilbijartinên giştî nêzîk dibin, carina xwe sist dike û carinan jî, dixwaze ku beriya hilbijartinan hinek gavan biavêje. 

 Gelo di destpêkê de ev hiqûmet, dikare çi bike û çi gavan biavêje?

1-  Navên çiya, robar, bajar, navçe, gund û komên Kurdistanê yên resen, dikare were nasîn û li wan were vegerandin. 

2-  Perwerdehiya bi zimanê kurdî, bi awayekî fermî û di hemû dibistanên dewletê de dikare pêk were. Di destpêkê ev yek, dibe ku ji herêmên kurdan dest pê bike û piştra, ber bi bajarên tirkan ve berfireh bibe. Helbet wê bê gotin ku çavkaniyên zimanî û mamosteyên kurdî kêm in, lê bi hinek rêyan, ev mesele jî dikare were çareserkirin. 

3- Dewlet û hiqûmeta AKP ê, ji ber ku kurdan bi destekarî asîmîle kiriye, wan bi darê zorê ji welatên wan dûr kiriye û hwd. dikare lêborîna xwe ji hemû kurdan bixwaze. 

4-  Peywistî bi efûyeke giştî heye, nemaze efûyeka siyasî. Divê em jibîra nekin ku a niha bi dehhezaran mirovên ku bi zagonên 12 îlona 1980 an ve hatine dadgehkirin, di girtîgehan de girtî ne. 

5- Ji bo kurdên ku koçê bajarên mezin yên Tirkiyeyê bûne, divê projeyên alîkariyê werin afirandin. Bi taybetî jî bo kurdên ku li keviyên bajaran dijîn. Çimku em dibînin ku herî zêde li van deveran bêkarî û feqîrî heye û kurdên ku li van deveran dijîn, gellek pirsgirêkên wan hene. Yên malbatî, takekesî, psîkolojîk û hwd.   

6- Ji bo piştgiriya zimanê kurdî, saziyên perwerdehiyê yên dewletê dikarin alîkariya weşanên kurdî bikin. Wekî pirtûk, kovar, projeyên sînemayê û gellek xebatên din yên hunerî. 

Daxwaz gellek in, lê belê ez naxwazin zêde dirêj bikim. Bi tenê min xwest ku ez çend mînakên ‘çareseriyê’ bidim. Lê wekî ku a niha xwiya ye, dewlet û hiqûmeta AKP naxwaze ku tu mafên kurdan wekî komel û civakê, qebûl bike. Bêguman di dayîna mafên takekesî de jî ew ne ji dil in. Mesela wekî mafekî takekesî, mirov dikare  behsa mafê perwerdehiya zimanê dayîkê bike, lê wer xwiya ye ew ji vê yekê jî rû badidin. 

Xetereka din a mezin jî, xwesteka jiholêrakirina navê Kurdistanê ye. Komara Tirkiyeyê, dagirkerê Kurdistanê ye û divê em vê yekê tu caran ji bîra nekin. Welatê me hatiye dagirkirin, çand û zimanê me, nasnameya me hatiye qedexekirin. Lê nêrîna rayedarên dewlet û hiqûmetê ew e ku ew dixwazin wekî meseleyeke takekesî li meseleya kurdan mêze bikin. 

Ez dibêjim ku çewtiya herî mezin ev e. Çimku kurd li welatê xwe dijîn, ne penaberê Tirkiyeyê ne û xwe ne avêtine bextê tirkan jî. Hege dixwazin ku ligel kurdan aşt bin, wê demê divê mafên kurdan yên komelî jî werin pejirandin. 

An na, wê ev mesele heta ku kurd welatê xwe rizgar bikin bidome û wisa jî xwiya dike. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

24.09.2013 

Ev nivîsara berê di www.Rewanbej.com de jî weşiya ye.  

Bersivekê binivîsin