Pêdiviya me bi dirûstî, heqîqet û rastgotinê heye.

Pêdiviya me bi dirûstî, heqîqet û rastgotinê heye.

Çorê Arda: Pêdiviya me bi dirûstî, heqîqet û rastgotinê heye. 

M. Cioren dibêje ku ‘Gumanbarî’ helwesteke pirr hêja ye, lê dibêje ne encameke paradoksî ye, divê şikbarî tiştekî zikmakî-fitrî be. Weke em dizanin ku Descartes jî li ser şikbariyê rawestiya ye û têgeha sereke jî ji bo wî şikbarî ye. Ji ber vê yekê jî, ji bo têgihiştina baweriyê, hebûnê-tunebûnê, ramanên û rexneyên baş şikdarî pêwîst e, loma jî pêdiviya me bi felsefê re heye û şikbarî jî pêşketin e.

Sokrates, di pareznameya xwe de li –Heqîqetê- digeriya ji ber vê sedemê jî jiyana wî di xeterê de bû, jixwe ava serlehengiyê pê dane vexwarin û bû lehengekî navdar. Lê wî da dû zanistiyê, zanyariyê û tekûzbûna ruhî. Talî zanistî, zanyarî û ruh di nav hevdu de strand, bi vî awayî hevîrê heqîqeta xwe derxiste hole. Ango ji bo ku em heqîqetê bibînin an jî nêzî wê bibin, divê zanistî, zanyarî û ruh di bermîlekê de bikelin, dema ku ew têgihan di hişî de keliyan, wê çaxê ew ê rehet di rêya heqîqetê de bimeşe, loma jî bo heqîqetê pêdiviya me bi felsefê heye.

Michel Foucault, di pirtûka xwe’y  di- Gotina Rastiyê- de li dû şopa ‘parrhesiastes’ ketibû, ango li dû heqîqetê, rastiyê, xeteriyê, retorîkê, ramyariyê, peywirê û rastbêjiyê ketibû, ji ber ku di hundirê heqîqetê rastbêjî pêwîst e. Heqîqet, rastgotiniyê, rastiyê û dirûstbûnê di xwe de dihebîne, loma jî yekê dirûst, rastbêj, di heman demê de jiyana wan dikeve xetereyê, loma jî rastgotin û dirûstayî û heqîqet bare wê giran e û herkes nikare têkeve bin bare giran yanî serêşî ye, loma jî pêdiviya me bi serêşiyê heye. Yeke baş felsefeyê di aşê sere xwe de bihêre, bihûne, biseyîne û berî hertiştî felsefê bihundîrîne ewcax gelek tişt ew ê bixwe serrast bibe, wekî em dizanin ku tekûzî tuneye, tenê tekûziyek heye ew jî xweza ye, xweza jî Xweda bi xwe ye. Îja ji ber van sedaman pêdiviya me bi felsefeyê re heye.

Ji bo ku:

Em xwe bigihêjin heqîqetê,

Em xwe bigihêjin rastiyê,

Em xwe bigihêjin rastbêjiyê,

Em xwe bigihêjin dirustbûnê,

Em xwe bigihêjin ramanên baş,

Em xwe bigihêjin dahûrandinên baş,

Em xwe bigihêjin astek rexneyî û nirxên baş,

Ango ji bo ku em rexneyê, nirxandinê û dahûrandinê-analîz-tehlîlên baş bikin pêdiviya me bi felsefê heye.

Çorê Arda

02.03.2016 

Bersivekê binivîsin