Pêdiviya Felsefeyê

Pêdiviya Felsefeyê

Pêdiviya Felsefeyê| Ali Gurdilî

Di derheqê felsefeyê de, bêguman mirovî nikare danasîneka naguher û vekirî bide. lewra, ev yek gellekî zehmet e. Çimkî, felsefe jî dişibe huner, zanist, ol û rahişmebdiyên din yên mirovî. Felsefe ne wûşeyek tenê ye ku were danasîn, ew rahişmendiyek însanî û çandî ye û divê ku, lê were lêkolîn. Lê dîsa jî, ez ê hewl bibim sa ku bi danasîneke felsefeyê dest bi vê gotara xwe bikim: <Felsefe; li ser wesf û avahiyên gerdûnê û li ser armancên mirovan û cîhê wan, şirovekirinekê gelemper e; bi riyaka rexnekar, diyarkirina azmayîş, zanayî û ramanên mirovî ye û nêrîneke dinyayê ye.>

Belê ev danasîneke felsefeyê ye, lê ev danasîn ne besî îfadekirina felsefeyê ye. Lewra, her pênaseyeka felsefeyê; kêm yan zêde, bi hêlaka keyfî ve tê gotin. Bêguman, di navbera ramana felsefî û ol, zanist û huner de jî, têkiliyekê nêzîk û şidyayî heye. Herwekî; em dikarin bibêjin ku tiştê ol bi awayekî hestî pêk tîne, felsefe vê yekê bi awayekî pisporî pêk tîne. Ango jiyana însanî, di gerdûnê de cîhê wî/wê, pêwendiyên însanî û ji bo birêveçûna kar û barên însanî, felsefe dixwaze ku wan babetan bi rêbazeke pisporî û rexnekar, şirove bike. Di dîrokê de, em bi hêsanî dikarin bibêjin ku, felsefe bi rexnekirina baweriyên olî û exlaqî derketiye holê û tu car dest ji vê helwesta xwe ya rexnekar berneda ye.

Di bingehê de, felsefe û ramana zanistî, bi hevre derketine holê û ramana feslefî, herdem ji zanayî, lêkolîn, rêbaz û ji pîvanên zanistî hêz girtiye û bi vî awayî xwe herdem nû kiriye. Di babeta pêdiviya felsefeyê de jî, mirovî dikare çend dîtinan vebêje: Dema ku mirovî li ramana Ewropa ya zanistî mêze dike, bêguman mirovî dikare bibêje ku ev raman zanistî ye, bi lewn e û xwediyê rûçikên eşkere ye. Çimkî ev raman, beriya her tiştî rasyonel e. Xwediyê zagonên hevngir e û heyîn yan obje, bi rêbazên eqlî têne şirovekirin.

Qenciya ramana rasyonel çi ye?

Berê her tiştî, ew angaştên ku têne pêşiya mirovan; wek raman, giyan, bawerî û hwd. divê ku weke baweriyên dinê bin û pêwîst e ku her mirov bikaribe bi awayekî eqlî, jê encaman derbixe û guftegoyî bike. Encax wê demê, mirovÎ dikare bibêje di vir de ramanekê rasyonel dixweyî yan ev ramaneke rasyonel e. Dema ku mirovî dibe xwediyê ramanên rasyonel, wê demê baweriyên mirovî yên serbixwe, xurt û berfireh dibin û mirovî êdî, dikare wan baweriyên xwe li bêjînga eqil bixe. Li hêla din jî, li hemberî objeyan baweriyên mirovî yên teorîk zêdetir dibin û mirovî, zanayiyê, ji bo zanayiyê daxwaz dike.

Beriya her tiştî ji bo zanistê, du hêman pêwîst in…

1- Hêmana teorîk

2- Hêmana pratîk.

Di hêmana teorîk de: Mirovî ji bo zanayiyê xebatê dike û pirsên mirovan, li ser vê yekê ne. Mirov li bersiva çêbûna tiştan û li riya çêbûna wan digere. Belam hêmana pratîk, xwesteka mirovan ya serweriya xwezayê ye û di têkiliyên di navbera mirov û xwezayê de derketiye holê. Lê, di derketina felsefeyê de hêmana teorîk rolekî girîngtir leyîstî ye. Lewra bi vê hêmanê re, zanayî ne ji bo armancên pratîk, zêdetir ji bo zanayiyê tê daxwaz kirin. Li pişt vê helwestê jî, heyr heye û di naveroka xwe de spekûlatîfê jî dihewîne. Piştra, ramana spekûlatîf û rexne, bi hevûdu re bûne motora dahfdana ramana rojavayê.

Herwiha em dikarin bibêjin ku ev raman, bûne sedemên şirovekirina gerdûnê/Universe yên veninî. Ev lewna ramanê, cara pêşîn di bingeha felsefeya grekan de xwiya kiriye.

Felsefeya Grekê jî, B.Z di sedsala 6- an de dest pê kiriye. Bersiva pirsa çêbûna gerdûnê, bi awayekî naturalîst dane û ev dem, piştra bûye destpêka felsefeya grekê. Ango; xweza bi xwezayê hatiyê şirovekirin. Ev raman, piştra li ‘Mîtonyayê’ dest pê kiriye. Mîtonya keviyên Enedolê, ango Asyaya biçûk e. Berî Zayînê di sedsala 6- an de, felsefe cara pêşîn li vir diyar dibe û mirovî; cara pêşîn li vê derê pirsa çêbûna dinyayê dikin. Lewra, ji bo felsefeyê pirsa çêbûna dinya û gerdûnê girîng e. Cara pêşîn, mirovan li vê derê qîma xwe bi bersivên olî neanîne û ji çerçoweya bersivên olî derketine. Li bersivên cihêreng geriyane ku, ev yek jî niqteyeka pirr girîng e.

Di babeta, têkiliya mîtolojî û felsefeyê de jî, em dikarin bibêjin ku têkiliyek di navbera wan de heye.

Lewra, mîtolojî hilbera zanista xam e.

Îyonya paytextê Mîlethûsê û dergûşa zanistê ye.

Gelo, li pişt vê hilpişkina wan ya çandî çi hebû? Tîna wan ya xweser hebû <geist-spîrît>, avahiyên wan yên arîşî, nêrînên wan yên li ser dinyayê û terzê zimanê wan a xwerû hebû. Gelên Mîlethûsê, bazirgan û deryavan bûn jî. Bi alikariya bazirganiyê, gellek baweriyan kişandin welatê xwe û guhertineke wiha; wan ji pêdiviyên rojane rizgar kir. Piştî ku pêdiviyên wan yên rojane kêm yan sivik dibin, wê demê wextên wan yên vale zêde dibin û bi vê yekê re, hewl didin huner, zanist, edebiyat û felsefeyê.

Dem

Ji bo xwendin û afirandina berhemên mirovî, wextekî vale yan betal, pêwîst e. Berî Zayînê di sedsala 6- an de, ev tişt xwiya kiriye. Ew dewlemendiya ku ji bazirganiyê hatiye, bi kêrî huner, edebiyat, zanist û felsefeyê hatiye û di van babetan de hatiye bikar anîn. Dewlemendiya wan, di destpêkê de xwe di helbestên lîrîk de nîşan daye. Bi van helbestan re jî, ji rewşa gerdûnî, olî û exlaqî derketine û yekêm car, li ser hestên şexsî rawestiyane. Di jîngehek pirr zindî û di pergalek polîtîk de, fêrî rûmeta serxwebûna xwe (individual) bûne. Piştî van gavên pêşverû, ji bilî ramanên serwer, ramanên cihêreng yên nû jî derketine holê. Helbest û ol, bi nêrînekê mîtolojîk hatine kin kirin û felsefe jî, li hemberî wan nêrînan derketiye holê.

Felsefe ji ramanên mîtolojîk derketiye, lê çawa gelo?

Xwedayên grekiyan dişibiyan mirovan û grekî, di pergaleka wiha de dijiyan. Ew Xweda, bêmirin bûn. Di navbera ramanên xwe yên daringî û arîşî <madî û manewî> yan olî de, cûdatiyeke ava kirine û piştî vê cihêkirinê jî, kulturê dest pê kiriye. Ev niqte, xwesteka serweriya xwezayê bi xwe re tîne. Lewra, di mîtolojiya grekan de di destpêkê de sehm, ango qaos heye û wisa bawer dikin ku gerdûn, di nava tevlîheviyekê de ye û her tişt, ji hev ne veqetiya ye. Ji vê telîhiviyê, gerdûneka birêzik dertê û jêre ‘cosmos’ tê gotin. Li gorî nêrîna grekiyan, hêza îlahî gerdûnê ji vê tevlîheviyê rizgar kiriye û piştra, gerdûn bûye avahiyeka birêzik. Ji wê hêza îlahî re jî, gotine *Demîurgas.

Piştra, bîr û baweriya xwe bi Xwedayên Zeusî û bi Xwedayên din re jî anîne. Di vê babetê de niqteyeka din: Tiştê ku li welatê wan diqewime yan tê serê wan û kar û barên wan yên dinyayî, bi zagonan hatine kargerandin û rola wan zagonan jî, pirr girîng e.

Berê grekiyan jî, gelo ma felsefe hebû?

Bersiva vê pirsê gellek zehmet e. Lewra, pêwîst e ku mirov li ser vê babetê, bi awayekî berfireh raweste. Lê dîsa jî, ez ê bi kurtî be jî çend ravekirinên di vê babetê de vebiguhezim. Belê, li gorî nêrîna hinek ramanweran; berê grekiyan felsefe tunebû û felsefe, bi dema wan re dest pê kiriye. Belam, em dibînin ku di vî warî de di navbera ramanweran de gengeşiyek heye û ew hemû vê angaştê napejirînin. Li gorî dîtinên van jî; felsefe bi xwe jî ji felsefeya Hînd, Çîn û ji felsefeya Misrê derketiye.

Yên li hemberê vê yekê radibin, ew jî vê yekê wiha rave dikin…

Belê, li Hîndîstanê, Misrê û li Asûr siyaset û huner hebû, lê felsefe tune bû. Di felsefeya Hîndûyan de, di naveroka metnên pîroz de ‘upanîşad’ li ser gerdûn û çêbûna wê daxuyanî hene, lê mixabin bingehên wan daxuyaniyan îlahî ne. Ango, ew şiroveyên pîroz in. Li gorî vê felsefeyê; hemû gerdûn ji yek heyînekê derketiye, ku ev heyîn jî Brahman e. Ev ne şiroveyên zanistî ne, girêdaniya wan bi îmgeyan û bi îmajan re heye ku, gotinên helbestîk in. Ango, şiroveyên eqlî cîhê xwe ji helbestên lîrîk re hiştine…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

21.04.2014

Demîurgas: Hêzeka ne afiraner e. lewnî ye û şekil daye dinyayê.

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/cima-pediviya-me-bi-felsefeye-heye.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…        

Bersivekê binivîsin