Dawî...
Panteîzm
Parvebike!

Panteîzm

Nêrîna ku temamiya gerdûnê wekî Xwedê dibîne. Xwedê gerdûn e û gerdûn jî, Xwedê ye. Xwedê, di nav gerdûnê de û di her tiştî de ye. Mirovên panteîst, baweriya xwe bi Xwedayekî antropoformîk (Xwedayekî takekesî) naynin û vê yekê red dikin. Wekî têgeh, bêtir bi têgeha monîzmê re têkildar e û li gor nêrîna panteîzmê, hemû tiştên ku hene perçeyeke Xwedê ne.

Xwedê, her tişt e û hemû tişt jî, Xwedê ne. Xwedê di xwezayê de ye, di bireseran (nesne) û di cîhana mirovî de ye. Panteîzm wekî teolojî û felsefeyekî, xwe spartiye xebatên Baruch Spînozayî (sedsala 17an) û di serdema modern de jî, bûye nêrînek populer.

Monîzm, perçeya bingehîn ya felsefeya Spînoza ye. Têgeha panteîzmê herçuqasî piştî mirina wî hatibe vedîtin jî, Spînoza wekî parastkarê vê nêrînê ê herî navdar hatiye dîtin. Di felsefeya yewnan de Plotînos (205-270), piştî Ronesansê Giordiano Bruno (1548-1600) û Spînoza (1632-1677), wekî nûnerên vê nêrîna felsefî têne pejirandin.

Di têgihiştina nêzîkayîtêdana Spînozayî de Xwedê, her tişt e û her tişt jî, Xwedê ye. Cudahiya Xwedê-mirov-gerdûnê tune. Cudakirineke bi vî rengî, çewtiya aqil e. Li gor vê teolojiyê Xwedê, gerdûn û mirov yek in û heman tişt in. Di sedsala 19an de panteîzm bûye nêrîna teolojîk ya gelek nivîskar û feylesofan.

Li Brîtanyayê William Wordsworth û Samuel Coleridge, li Almanyayê Johann Gottlieb Fichte, Schelling, Georg Wilhelm Friedrich Hegel û li Amerîkayê jî Walt Whitman, Ralph Waldo Emerson û Henry David Thoreau, nûnertiya vê nêrîna felsefîk kirine.

ing: pantheism

fr: panthéisme

tr: panteizm

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniya berhem û malperê, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.


Nûkirina Dawî : 31 Aug 2015 4:23

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)