Panê Xwedayê Çolter û Şivanan

Panê Xwedayê Çolter û Şivanan

Panê Xwedayê Çolter û Şivanan

Di mîtolojiya yewnan de Xwedayê çolter (çolwar, şepal, devera xalî ya li derveyê bajêr û bajarokan) û şivanan. Wek nîvbizin û nîvmirov hatiye teswîrkirin. Di çolwaran de ji ber ku ji nîşkave derketiye pêşiya mirovan, navê Pan lê kirine, ku tê wateya Panîkê. 

Di çavkaniyên mîtolojîk de, derheqê Pan de wiha hatiye gotin: Li Arkadiaya çiyadar, Xwedayê heywanên serbiçûk û şivanan. Panê pîbizin, kurê Hermes e. Di wî zemanê ku Xweda wek serheywan dihatin fikirîn de, Pan jî serbizin bû.

Lê piştra ji serê wî ê serbizin, bi tenê kiloç û pirçên rû mane û rûyê wî bûye rûyê mirovan. Li gor efsaneyê Pan, dil dikeve Syrinksê û dema ku wê ê Syrinksê hembez bike, Syrinks vediguhere zilekî. (kamir, çîq, qamir) Pan jî, radibe ji wan zilan 7 heban diqurifîne û wan bi şimayê (şimaya ji hingiv) girê dide û bi vî awayî amûrateke diafirîne.

Dema ku li amûratê dixe, melodiyek şêrîn jê der diçe. Navê vê amûratê datînin Syrinks. Ji Syrinksê re panfilût (bilûr) jî tê gotin. Li gor vegotinên mîtolojîk , Pan ji bilûra xwe gelekî hez dikir û wek nêrîyê har, li pey nhymphayan dibeze. Di demên germ ên havînan de, wextê nîvroyan ji nişkave teqerekeka ecêb derdixe û hawirdor di tirsê de dimîne. Di Şerê Marathonê de  ya Persan bi vî awayî tirsandiye, ji ber vê yekê jî Atînayîyan piştî şer, li binê çiyayê Akropolîsê perestgehekî jêre ava kirine.

Wateya Pan ji ber ku di zimanê yewnanî de tê wateya “Hemûyê,” mistîkên yewnanî wiha difikirin ku ew Xwedayekî wisa ye û dikare hemû tiştî jî bike…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin