Osho

Osho

Peyva evînê, di naveroka xwe de du wateyên cuda dihewîne, ku ne tenê cuda ne, heta ku mirov dikare bibêje ku dijber in jî. Yek tê wateya têkiliyê û ya din jî, di wateya çêbûnê de ye. Dema ku evîn dikeve rewşa têkiliyê, ew êdî êsîrtî ye. Çimku di vê rewşê de, mirov li benda hindek tişta ne û daxwazên wan hene. Xeyalên herdu aliyan jî têk diçin û herdu alî jî hewl didin ku serwerê vê têkiliyê bin. Ev yek, êdî rewşeke xeternak e û ne têkiliyeke rast e.        

Belam evîna ku wekî çêbûnê ye, ew cihêreng e. Wateya wê bi vegotineke basîd, hezkirin e. Di vê yekê de, tu têkiliyeke naynî holê. Evîn, wekî bêhna kûlîlkekê ye. Ew naxwaze ku tu tevgerên xwe bidewsînî, veşêrî an jî tevgerên ji rêzê nîşan bidî. Ew tu tiştî ji te naxwaze, ew bi tenê parve dike. Dema ku parve dike jî, ne li benda tu tişta ye, ne li benda xelat û diyariya ye. Çimku xelat, parvekirin bi xwe ye… 

Osho

Bersivekê binivîsin