Orpheus û Bandûra wî Ya Li Ser Fîlozofên Yewnanî

Orpheus û Bandûra wî Ya Li Ser  Fîlozofên Yewnanî

Orpheus û Bandûra wî Ya Li Ser  Fîlozofên Yewnanî| Ali Gurdilî

Rahîbên Orpheosî piştî ku komên xwe yên olî ava kirine, ji hêla zimên, nîjad û ol/dîn ve, ti ferq û melîtiyê, ne xistine nava gel û şexsan û ew kesên ku xwestine bibin endamê vê koma olî jî, ew bi hêsanî ji bo endametiya vê komê hatine qebûl kirin. Herwiha, mirov dikare bibêje ku bi bandûra ramanên rahîbên Orpheusî, têgeha ‘bi riya jiyanekê re têgihiştina felsefeyê’ derketiye holê. Orpheos fîlozofekî tarî, lê balkêş bûye. Li ser nasnameya wî guftegoyek heye, ku hinek lêkolîneran gotine ku ew mirovek bû û hinekên din jî gotine ku na, ew ne mirovek bû ew Xwedayek bû û hinekên din jî, gotine ku ew lehengekî xiyalî bû. Li gorî zanayiyên di dest de, zanayê Orpheos ji Trakyayê ye û mirovekî rahîb bûye.

Li gorî gotinan, dibêjin ku eleqa wî bi muzîkê re jî hebûye û dengbêjek bûye. Hasilê mirov dikare bibêje ku Orpheos, di heyama pêşîn de bi nêrîn û felsefeya xwe ya mîstîk re, bûye amadekarê rêçika Orfîzmê. Piştî mirina wî, derheqê wî de gelek çîrok hatine vegotin û wiha tê vegotin ku, Orpheos bi amûra xwe, hemû heywanan dixist bin bandûra xwe û bi vî awayî wan li pey xwe digerand. Hindek mirovan wiha bawer kirine ku, Orpheos bi hêzên xwe yên raser, zora mirinê jî birîye.

Çîrokên ku derheqê jiyana wî de hatine vegotin, piştî mirina wî jî ji gelek hunermendan re bûne best/îlham û heta dema me jî hatine. Orpheos, baweriya xwe bi zindetiya giyanê anîye û wiha bawer kiriye ku, giyan tu carî namire, digere û ji laşekî dertê û dikeve laşekî din, laşê heywan yan jî laşê mirovekê din. Dazanînên Orpheos, bi nêrînên rahîbên Orpheosî re li yewnana antîk belav bûye û bandûreke mezin li ser zanayên yewnana antîk hiştî ye. Di nav wan fîlozofan de fîlozofên wekî Sokrates û Platon/Eflatûn jî hene. Nemaze, li ser felsefeya Pythagoras bandûra Orpheos, gelekî mezin e.  

Çend Gotinên Orpheos

1- ‘Tu dê kanîyekî bibînî,  

Li çepa Hadesê û li nik wî, dareka selvîyê ya spî.

Nêzîkê wê kaniyê nebe!

Li nik gola Bellekê tu dê kanîyekî bibînî, ava wê cemidî, li pêşiyê notirvan.

Wiha biaxive: <Ez kurê ezmana bistêrk û erdê me, li ezmana ye nîjada min, hûn pê dizanin. Ez ji tênahiyê şewitim. Binêrin! Ava gola Bellekê texsîr nekin tu caran!>  

Ji kaniya pîroz, dê avê bidine te.

Di nava wan mêrxasên din de, wê cihekî te yê raser jî hebe piştra…

2- ‘Gelî berxwîdar û binavanan! Dê hûnê bibin Xwedê, di dewsa bergorniyê de…’

3- ‘Berê, nîjada zindebaran tunebû, hê ku Eros wan neanîbû ba hevdu. Dema ku hatin cem hevdu; ezman, zerya, ax û nifşên hemû Xwedêyan yên zindebar, derketine holê…’

4- ‘Destpêka pêşîn ejderhayek bûye û di laşê wê de, serê conega û şêran û di navenda laşê wê de rûyê Xweda hebûye, di milên wê de bask. Ejderha hêkekî dike û ew hêk, di bin giraniya wê de dibe du perçe. Ya jorîn, dibe ezman. Ya binî jî, wilo dibe ax.’

[Ev tasavvur/pêşnûma, li ser çêbûna dinyayê ye û di çandên biyanî de jî hatiye dîtin.]

5- ‘Em ketine nav diranên çerxa zayîna bêdawî û mirinê. Jiyana me ya rasteqîn li jor, li stêrka ye. Lê me, xwe bi erdê ve girêda ye. Encax bi destşûştinê, bi nefbiçûkiyê û bi jiyaneke çîlekêş, em dikarin xwe rizgar bikin û bi vê çerxê, bi coşî xwe bigihînin Xwedê.’  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

11.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/filozof-orpheus-bi-kijan-ramanen-xwe-bandore-li-filozofen-din-kiriye.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin