Orpheos

Orpheos

Rahîbên Orpheosî piştî ku, komên xwe yên olî ava kirine; ji hêla ziman, nîjad û olî ve, tu ferq û melîtiyê ne xistine nava gel û şexsan û ew kesên ku xwestine bibin endamê vê koma olî, ew bi hêsanî beşdarê vê komê bûne. Herwiha, bi van rahîban re têgeha bi riya jiyanekê re têgihiştina felsefeyê bi bandûra wan derketiye holê.  

Kurtejiyana Orpheos

Orpheos fîlozofekî tarî, lê balkêş e. Li ser nasnameya wî guftegoyek heye ku, hindekên lêkolîneran dibêjin ew mirovek  bû û hindekên din jî dibêjin na, ew ne mirovek bû ew Xwedayek bû û hindekên din jî, dibêjin ew lehengekî xiyalî bû.

Li gorî zanayiyên di dest de, zanayê Orpheos ji Trakyayê û mirovekî rahîb bû. Li gorî gotinan, eleqa wî bi muzîkê re jî hebû û dengbêjek bû. Orpheos, di heyama pêşîn de bi nêrîn û felsefeya xwe ya mîstîk re bûye amadekarê rêçika ORFÎZMÊ.

Piştî mirina wî, derheqê wî de gelek çîrok hatine vegotin û wiha tê vegotin ku, Orpheos bi amûra xwe, hemû heywanan dixist bin bandûra xwe û wan li pey xwe digerand.

Hindek mirovan wiha bawer kirine ku, Orpheos bi hêzên xwe yên raser, zora mirinê jî dibir. Çîrokên ku derheqê jiyana wî de hatine vegotin, piştî mirina wî jî ji gelek hunermendan re bûne best (îlham) û heta dema me jî hatine.

Orpheos, baweriya xwe bi zindetiya giyanê tîne û wiha bawer dike ku, giyan tu carî namire, digere û ji laşekî dertê û dikeve laşekî din, laşê heywan an jî laşê mirovekî. Dazanînên Orpheos, bi nêrînên rahîbên Orpheosî re li yewnana antîk belav dibe û bandûreke mezin li ser zanayên yewnana antîk dike. Di nav wan fîlozofan de fîlozofên wek Sokrates û Platon (Eflatûn) jî hene. Nemaze, li ser felsefeya Pythagoras bandûra Orpheos, gelekî mezin e.

Ji Gotinên Orpheos

1- Tu ê kanîyekî bibînî

Li çepa HADESê û li nik wî, dareka selvîyê a spî.

Nêzîkê wê kaniyê nebe!

Li nik gola Bellekê tu ê kanîyekî bibînî, ava wê cemidî, li pêşiyê notirvan.

Wiha biaxive: “Ez kurê ezmana bi stêrk û erdê me, li ezmana ye nîjada min, hûn pê dizanin.

Ez ji bêavbûnê şewitim.

Binêrin! Ava gola Bellekê texsîr nekin tu caran! ”

Ji kaniya pîroz, wê avê bidine te.

Di nava wan mêrxasên din de, wê cihekî te a raser hebe piştra!

2- Gelî berxwîdar û binavanan! Wê hûnê bibin Xwedê, di dewsa bergorniyê de.

3- Berê, nîjada zindebaran tunebû, hê ku Eros wan ne anîbû ba hevdu. Wextê ku hatin cem hevdu, ezman, okyanos, ax û neslê hemû Xwedêyan ên neçûyî, derketin holê.

4- Destpêka pêşîn Ejderhayek bûye û di laşê wê de, serê conega û şêran û di navenda laşê wê de rûyê Xwedê hebû ye, di milên wê de bask… Ejderha hêkekî dike û ew hêk, di bin giraniya wê de dibe du perçe. Ya jorîn, dibe ezman û Ya binî jî dibe ax. 

[Ev tasavvur, li ser çêbûna dinyayê ye û di çandên biyanî de jî hatiye dîtin.]

5- Em ketine nav diranên çerxa zayîna bêdawî û mirinê. Jiyana me ya rasteqîn li stêrka ye. Lê me, xwe bi erdê ve girêdaye. Encax bi destşûştinê, bi pakbûnê û bi jiyaneke çîlekêş em dikarin xwe rizgar bikin û bi vê çerxê, bi coşî xwe bigihînin Xwedê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin