Organîzma

Organîzma

Organîzma

Mijara psîkolojiyê, organîzma ye. Peyva Organîzmayê di wateya canber, giyander, an jî zindî de ye. Psîkolojî, li tevgerên heywan û mirovan vedikole. Lê armanca vekolandina tevgerên heywenan, xwestina fêhmkirina tevgerên mirova ye. Nexwe armanc, ne heywan an jî tevgerên heywana ye. Hatiye dîtin ku ji bo têgihiştina tevgerên mirovan, tevgerên heywanan mînakên baş in. Tiştekî din jî ew e ku mirov li labaratuwaran wekî qobayan nikarin werin bikaranîn û ji bo vê çendê jî, ezmûnên labaratuwarê li ser heywanan têne çêkirin. Mesela ezmûnên fizyologên uris İvan Pavlov yên ku li ser heywanan pêk aniye, ji bo zanista psîkolojiyê lêzêdekirinên gellek baş in û ji bo fêhmkirina hindek tevgerên mirovan, gellek bi kêr hatine.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com

Bersivekê binivîsin