Ol û Felsefe

Ol û Felsefe

Ol û Felsefe / Pêwendiya Di Navbera Wan De

Guman nemaye êdî , ku Ol ên asmanî hatin naskirin ji piştî peydabûna Felsefê de, tenê her du Ol ,’Zeradeştî’ û ‘Hindosî’ hebûn ji berî ku Felsefe were naskirin û pêşvebirin.

kevintirîn Felsefevanên cihanê Talîs bû, li gorî dîroka Felsefê, ya ku dibêje, Talîs ew yê herî kevn e û bê guman ew Felsefevanê yekem e! ,Talîs di sedsaliya nehan berya zayinê de jîndar bû, ango jiyana wî bi sedan salan berî çêbûna Peyxember Mûsa bû!

tevlî vê yekê jî, Felsefe ne gihişt asta xwe ya navdar û bi hêz ta bi dema ‘Soqrat’, ‘Pilaton’ û ‘Eristo’ . û ev gihiştina Felsefê li gorî vê asta navdar û diyar ew bi temamî jî berî naskirina Olan bû!

dîrok nivîsên Felsefê dibêjin:

Efsane qonaxa yekê bû, û Felsefe qonaxa dudyan bû û ji xwe Ol jî qonaxa sêyem e !, lê nakokiya vê gotinê xwiya dibe weke têgihişta me di danasîna têgeha Olê de, û ew dîrok nivîs bi du layan li Olan dinêrin:

1- li gorî yên ku baweriyên xwe bi wan Olan dikin.

2- yên ku van Olan erê nakin û baweriyên xwe bi wan nakin.

Li ser van her du layan , beşê yakê li Olan dinêrin wek gotinên pîroz ên Xweda ne, û ev jî diçespîne û tekez dike ku Ol piştî Felsefê hatiye naskirin.

Û li ser beşê diwem, yên ku li Olan dinêrin wek kevne şopên gelemperî , û ew ji ser lêvên kesan û xewnên pîran hatiye peydakirin , ji vê hêlê em dikarin bibêjin ku ew birastî jî ji berî Felsefê peyda bûye, lê ew bi xwe bi vî rengî ne Ol e , bê guman ewê efsane be, belê bi vê wateyê ew ne Ol e! , û di encamê de , Felsefe ji Olên bi bawerî, bi gelekî kevintire.

Dîmenên têkiliya Felsefê bi Olan re ev in :

Ol rêxistinek sincî, civakî, rêzanî û derûnî ye ,weke her rêxistinek rêzaniya ramanî ya Rojhilatî yên kevnare, tenê Ol bi perestinê de ji Felsefê cudaye , ji ber ku Ol di rastiya xwe de rêxistinek Felsefî ye ji hêla wateyan û şîroveyên Suriştî û Paş Suriştî ve , tenê bi perestin û tirsa ji Dojehê cudaye ji Felsefê!

Û Felsefe jî rêxistinek Olî ye , lê ew dest bi gavên xwe dike di riya mejî û belgeyan , hûrbînî û lêvegeran , di riya gumanan de dijî û rêka xwe diyar dike di her mijarekê de ku ew pêşkêşî mirov dike, û Ol tenê ferman dide ku mirov li ser nivîsên wê erê bike ji destpêkê de ! ,Ol bi tersê Felsefê dest bi gavên xwe dike , di rêka baweriyan de Ol û Felsefe dijyekê hev in,di gihiştina rastiyê de !

Ol rastîneyê dighîne mirov li ser bingeha ku Xweda wisa gotiye û bi vî rengî ferman daye , û Felsefe rastîneyê radestî mirov dike li ser bingeha ku mejiyê mirov evan tiştan gotiye û peyda kiriye , ji piştî ku li ser rastîneyê mijûl bûye û gelek lêkolîn û geryan kiriye !

Ol ferman dide ku mirov li ser rastîneyên wê erê bike, ji ber ku ew rastînî ji gel Xweda hatiye nivsandin û bo mirovahiyê hatiye şandin , û Felsefe li rastîneyê digere û gelek gumanan diçîne da ku dighêje wan rastîneyan.

Felsefevanên Oldar gihiştin rastiyekê ew jî ev e :

Ol û Felsefe her du hevyekin, ji ber ku her du jî li rastiyê digerin û dixwazin, tevlî ku rêka wan bo gihiştina vê rastiyê ciya ciyaye.

dibêjin ku Felsefe hildiperike bi asmanan ve ta bighêje rastîneyê , û Ol ji Asmanan de dibare bi barê rastîneyê !

di dawiyê de , em dikarin bibêjin :

Felsefevan Peyxember in, û Peyxember jî Felsefevan in , tenê rêka gihiştna wan bo nasînê cuda û ne wek heve,  ji ber ku Felsefevan û Peyxember li ser yek riyê ne , her du jî yek armancê dixwazin û hêvî dikin, Felsefevan li rastiyê digere û Peyxember rastî li ser wî dibare û dadikeve ! 

Xweşnav Heso

14.05.2014

xweshnav.heo@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin