Ol, Guherîna Civakî û Civaka Sivîl

Ol, Guherîna Civakî û Civaka Sivîl

Ol, Guherîna Civakî û Civaka Sivîl 

Li welat û civakên mafê wan yê rewa nehatiye dayîn, yan nine û bi makezagona nehatiye misogerkirin û her weha şer û pevçûnên civakî û yên polîtîk, welatekî yan jî civakê dike nava derz û ferzên xwe parastinê. Li welatê ku xebatkarek, karmendek, bijîjşkek, mafnasek, yan zanyarek, li şûna karê xwe yê xizmeta civakê nikaribe bike, bi siyaset û alîgiriyê re mijûl be, ew civaka bi nexweşiya re avis e.

Her weha ger li welatekî gava, karmendê dewletê, weke; polês, leşker, dadgeh û dadmen, her weha perwerde û perwerdekar, yan jî yê rêvebiriyê yekalî bin, û yekalîtiyê bikin wê dewletê, wê desthelatê rewatiye xwe wenda kiriye. Çenku nabe ku hêz û asayîşa dewletê arîşeya bikin nava gel, xistina arîşe û teşqelê têkçûna dewlet û tifaqa civakê ye. Her weha nabe, gava ku oldar li ser navê rêveberiya polîtîk bi peyvin, û bibin amûra desthelatê.

Ol ya beşekê, û ya her aliyên polîtîk e. Heta pê bawer jî nebin, ew ol dibe remzekî pênasa wê civakê. Gava oldar yekalî bîn, rewş kambaxtir dibe. Lewma jî ol hê di nava civaka rojhelata nêz û navîn de desthelatdare. Weke mînak, di nava kurdan de û di nava hemû dewletên misilman de, hêza leşkerî û saziyên hukmî ne bê alî ne. Ji ber ku ne bê alî ne, aştiya civakî tu carî pêknehatiye.

Mînak li tirkiyê, kî hatiyeser hukim, tola xwe ji rikberê xwe stendiye. Leşker aliyê siyasî ji bo xwe xeter dîtiye û gava derfet çêbûye her xwestiye desthelatê bi feşkilîn e. Lewma jî civak di derûniyeke brîndar e. Li Kurdistana başûr kurd kî rabûye ji xwe re hêzek ava kiriye, heta niha jî ew hêzên piçik piçikî nikarin hêzeke weke ku artêşa welatekî be damezirînin.

Li Kurdistana rojava yek hêz heye, ew dikare bi leztir bibe artêşeke niştimanî, lê ew hêz bi xwe hê nebûye hêza niştimanî, ew heta niha jî hêzeke, ji cemawerî bêhtir ya polîtîk e. Polîtîzebûna leşkera, bi xwe metirsiyên civakî û rêveberiyê tîne. Hêz û qeweta çekdar, her dem dikare rê li ber demokrasiyê û pêşveçûnên siyasî bigire. Yên medeniyet, bajarvanî, yan jî sivîlîzasyon çêkirine sivîlin, ne leşkerin.

Leşker gava ketiye xizmeta sivîl, sivîlîzasyon çêkirine. Ne berevajî wê. Mînaka din rewşa êzîdiya ye, aliyên polîtîk yên partî û hêzên kurda nirx û hêmanên êzîdiya sivik dikin. Pê re jî berjewendî û nakokiyên partiyên xwe yên îdolojîk dixwazin li ser êzîdiya hel bikin. Civaka êzîdî ya bi xwe, bi tunebûnê re, rû be rûye parçe dikin û dikişînin nava nakokiyên xwe. Her weha ev civaka ya berê hindik, di nava xwe de parç dikin. Li şûna remzên olî û civakî, yên polîtîk didin pêş êzîdiya. Civaka êzîdî, ya ku sivikayî bi nirxên xwe yên olî û civakî kir, bi helandinê re rû be rû ye.

Newaf Mîro / 07.08.16 

Bersivekê binivîsin