Nûtirîn Keşfên Nasa’yê

Nûtirîn Keşfên Nasa’yê

Nûtirîn keşfên NASA’yê: hebûna 9 Gerstêrk ku dişibin Goga Erdê û îhtîmala hebûna jîyanê li ser wan pir zêde ye

NASA da zanîn ku Teleskopa Fezayî ya Kepler, 1284 Gerstêrk ku derveyî kehkeşana Menzûmeya Şemsî ne, keşf kirîye ku li ser 9 jê, îhtîmala hebûna jîyanê pir pir zêde ye. Bi vê keşfa nû, hejmara Gerstêrkên keşfbûyî bi rîya Teleskopa Fezayî ya Kepler’ê bû 2 qasî hejmara berê.

Li gor rapora Rêxistina Fezayî ya Amerîkayê, ev Gerstêrk bi teknîkeke nû hatine keşifkirin ku tê da îmkana teşxîsa deqîq a Gerstêrkên navbirî ji kevirên fezayî yên din, pir pir hêsan e.

NASA, bi dîroka deqîq ya keşfkirina van Gerstêrkan îşare nekirîye û tenê daye zanîn ku ev keşfên nû deskeftên Teleskopa Esmanîya Kepler’ê ne.

Teleskopa Kepler, bi vekolîn û venêrîna ronahîya wergirtî ji Stêrkên pir ji me dûr, karîye Gerstêrkan bibîne. Eger ev tîrêj, reş bin, îhtîmal heye ku Gerstêrk ji ber Stêrkek derbas bûbe, lê dibe ku ev yek bandora derbasbûna kevirên esmanî ji pêşîya Gerstêrkeke kinikê gewr, menzûmeyeke Cêwî yan jî stêrkeke biçûk be jî.

Berê hemû Gerstêrkên îhtîmalî bi rîya Teleskopên heyî, dihatine venêrîn û vekolandin. Lê ev proses, pir pir buha bû û demeke dirêj jî jê ra pêwîst bû loma jî di 7 salan da tenê 984 Gerstêrk hatibûn vedîtin.

Lê bi teknîka nû, bi venêrîna forma derveyî ya Gerstêrkan û vekolîna îhtîmala hebûna kevirên esmanî yên din yên li wêderê, çawanîya van keviran bê venêrîn û analîza zêde, têne vedîtin. Bi vê teknîka balkêş, lêkoler dikarin bi dîqqeta 99%, Gerstêrkên Rastîn, bibînin.

Bi rîya vê teknîkê, hejmara Gerstêrkên vedîtî di memûrîyeta Keplerê da digihîje 1935 heban ku mezinahîya 100 jê bi qasê Goga Erdê ne.

Mebesta sereke ji van lêkolînan, peydakirina eserên jîyan li derên din yên cîhanê ne. Loma jî vekoleran mezinahî û fasileya giş Gerstêrkên nû ji stêrkên wan, hesab dikin ku bikarin îhtîmala hebûna jîyanê li ser wan texmîn bikin. Vekoler dibêjin encama vê lêkolîna girîng, ev e ku ji gerstêkên keşfbûyî 9 jê, li qabilîyeta jîyanê, dişibin Goga Erdê. Bi gotineke din mezinahîya van Gerstêrkan 2 qasî Erdê ne û hemû di fasileya zêrîn ji stêrka xwe da cih girtine û îhtîmala hebûna ava şilek (avîn, liquid) li ser wan da heye.

Li gor rapora NASA’yê, berîya Teleskopa Kepler, tu data û zanîyarîyên me li ser hejmara Gerstêrkên heyî yên di kehkeşana Kadizê da tinebûn lê aniha em dikarin hin beşên kehkeşana Kadizê baş binêrin ku hejmara gerstêrkên wê ji stêrkên wê zêdetir in. Ev zanist, dikare di têderxistina dibêtîya hebûna jîyan di kehkeşanan da, me pir pir pêşbixe.

Jêder: The Astrophysical Journal

http://phys.org/news/2016-05-planets-kepler-mission-largest.html  

Wergêr: E(r)doyê Nûpeydabûyî û Nîvmirî

Bersivekê binivîsin