Nûrhat Heftaro: Felsefe, vajbawerî û dilwasiyê tazî dike.

Nûrhat Heftaro: Felsefe, vajbawerî û dilwasiyê tazî dike.

Nûrhat Heftaro: Felsefe, vajbawerî û dilwasiyê tazî dike.

Dema ku mirov di nava rûpelên çanda mirovahiyê de lêkolîn bike, wê bibîne ku mirov ji bo watedayîna jiyana xwe gavên mezin ên ramandinê avêtine. Ji vedîtina agir û bikaranîna amûran hêdî mejî ketiye dewra ramandinê. Ji bo vê yekê divê em hêz û karîna mirov baş têbigihîjin. Li rex vê rastiyê divê tu caran ji xweza û gerdûnê neyê birandin. Ji lew re ravekirin û naskirina mekanîzmeya mejiyê mirov, wê ji bo mijarê bi kêr bê. A rast mirov hevkombûna hemû zekayên gerdûnê ye. Ji kûarkeke tarûmar bigire, heya Makro Kozmosê jiyan xwedî hişmendî ye. Jixwe ezmûna du kunan a quantumê vê rastiyê diçespîne. Elektrona ku xwedî pakêtên taybet ên enerjiyê (şiyanê) ne, dîsa jî li gor rehenda (dimension) xwe, xwedî çalakiyeke jiyanê ya pir xurt e. Ev mejiyê hanê di gewda mirov de digihîje lûtkeyê. Hêdî mirov van pisportiyan berhev dike û di kesayeta wî/ê de teqîneke ramanî -ya ku dê piştre bandoreke mezin li gerdûnê bike- çêdibe. Heta mirov dikare ji vê pêngava dîrokî re bibêje dema bi wate ya kaosê.

 Weke tê zanîn ti nirx, ango heyber û heyîn ji ber xwe çênebûye. Di berdewamiya pêvejoyê de bi afirîneriya xwezayî pêşketin çêbûne. Zihnê mirov, hizir û ramana wî di encama hilberîna civakî de hatiye parzinandin. Her berhem di encamekê de hatiye afirandin. Bi van çend gotinan em dikarin bibêjin mirovahiyê dest bi rêwîtiya xwe ya têgihîştin û serwextbûnê kir. Ji pirsa ku dibêje ez kî me? Û çima ez hatime? Û ev çi ne? Hêdî zengila vî şerî lêdide. Lewma mirov dikare bibêje fikirandin erkekî xwezayî ya civaka mirov e, kengî em li wateya jiyan û gerdûnê geriyan, fikirandin bû mala mirov. Jixwe ramandin hêzekî metafizîk e, ango çalakiyeke derûnî ye. Wexta ku mirov bi rûdanekê difikire, her tim lêvegerandin, qulibandin, encam jê derxistin û hevrûkirinê, bi kar tîne. Ev rêbaz te digihîne encameke ango awêneyeke jiyanê yê ku pêdivî û pêwîstiyên te yên jiyanê pêk tîne ye. Ji ber ku êdî doz û arîşeyên civakî gihandin lûtkeyê, hewce bi rêbazeke ramanî hebû. Li vê derê felsefe destpêkirina xwe radigihîne. Hem ji aliyê diyardeyên ku pê tên hîskirin, û hem jî mijarên ku hêza pêhesandinê derbas dike û dikeve rewşa metafizîkê, felsefe bersivê dide. Ji ber vê mirov dikare bibêje di lêgerîn û têgihîştina kûrahiya jiyanê de rista felsefeyê bêlî ye. Dema ku mirov hewl dide li hebûna xwe ya dem-cih serwext bibe, dest bi çalakiya fikirandin û lêpirsînê dike. Her bi xwe û derdora xwe difikire, ew qasî jî hêza famkirin û peresînê jî pêşdikeve. Bi gotineke din têkiliyên civakî-zihnî sedema peresîn û pêşketina mejî ye.

Bi gotineke din felsefe heqîqet bi xwe ye. Di tevahî serdemên civakî de felsefe bi rengên cuda û têvel derketiye pêş, eger em dibêjin felsefe û heqîqet du hemwate ne; wê çaxê kengî kozmosê xwe di mirov de têgihîşt û xwe nas kir, felsefeyê dest bi rêwîtiya xwe kir. Êdî şanoya jiyanê li ser dike rastiyê di bin sernavê FELSEFE û rahêneriya MIROV de dest pê dike. Felsefe tu desthiltdarî, kirêtî û bêmafiyê napejirîne, bi qasî felsefe pêş dikeve û xwe di rehên mejî de dipeytîne ew qasî azadî jî dibe rasteqîn û heqîqeta teqez!

Tê hizirîn ku li hember felsefeyê şaristaniya navendî hewldanên qirkirin û tunekirinê pêk anîne. Gîordano Brûno, Hallacî Mansûr, Galîleo Galîleî û bi hezaran evîndar û nûnerên heqîqetê (felsefeyê) bi destê van fêlbaz û nûkerên hemcinsê xwe, hatine kuştin lê ew her dem di me de zindî ne. Di serdema modernîteya kapîtalîst de Stephen Hawking mirina felsefeyê radigihîne! Bêyî ku bizanibe rê li ber krîz û aloziyên civakê yên pir mezin vedike.

Eger îro li rojhilata navîn û li tevahî dunyayê alozî, kuştin û mirin heye bêfelsefe jiyankirin sebebe. Ji ber di wê kêliya kambax de mirov bê heqîqet dimîne! Êdî xweda çep û rast lêdixe. Di vê sedsalê de herî zêde pêdiviya me bi felsefeyê heye! Eger mirov dixwazin ji van aloziya derkevin divê ji nû ve li felsefeyê bigerin ji ber felsefe winda nebûye lê lawaz bûye. Heta mirov dikare li ser pêdiviya me bi felsefeyê hinek xalan jî diyar bike;

1- Ji ber mirov berhema dawî ya gerdûnê ye ango yê li derveyî xwe serwext dibe mirov e, ji lew re divê hêza exlaqî û manedenê (felsefe) li ba mirov li pêş be da ku mirov mirovbûna xwe winda neke.

2- Bêtar û krîzên civakî encax bi felsefeyê bên çareserkirin.

3- Felsefe, vajbawerî û dilwasiyê (ewhaman) tazî dike û li hember wan pirs û gumanê pêşdixe. Netenê xurafeyan belam li hember zanistê jî pirsyaran dike, û zanistê ji tiralî û dogmabûna ramanî felat dike.

4- Zanist xwedî armancên taybet ên xwe ne. Lê belê divê neyê ji bîrkirin ku ev zanist berhemên civakê ne. Belam gengaz e ku armancên van zanistan û ya civakê li hev nekin. Ji ber vê yekê erka felsefeyê ya bingehîn ew e, armanca van zanistan bike armanceke civakî. Da ku ev zanist li ser civakê nebin bela!! û mînaka; hîroşîma jî berbiçav e!? Divê felsefe li vê derê şoreşeke exlaqî pêk bîne û zanist têxe xizmet civakê.

5- Civaka bê felsefe civakê herî zêde bê parastin hatiye hiştin. Helbet çarenûsa civakeke wisa jî belavbûn û tunebûn e.

6- Hêza ku mejiyê civakî palvedanî pêşketinê dike dîsa felsefe bi xwe ye.

Nûrhat Heftaro

02.03.2016 

Bersivekê binivîsin