Norm û Nîrxên Civakî

Norm û Nîrxên Civakî

Norm û Nîrxên Civakî  

Normên Civakî: Ji delkên ku têkiliyên civakî bi rêkûpêk dikin, sazûmana civakî didine berdewamkirin û bi armanca vê yekê rênîşanderîya şexsan dikin re, normên civakî tê gotin. 

Normên Civakî Du Texlîd in 

a) Normên Nivîskî (Formên Fermî): Ji delkên ku hêza ya danekirin û venêrînê, ji dewletê digrin. Qontrola normên fermî, birêxistî ye û danekirina wê jî, maddî ye. (Makezagon, zagon, peyman, rêzikname, rêzname û hwd) 

b) Normên Devkî (Normên Ne Nivîskî): Danekirina normên devkî, manewî ye û di civakê de belavbûyî ye. Wekî irf, adet û delkên exlaqî ku ji nifşekî digihêjine nifşekî din yê nû.  

Nîrxên Civakî: Ji pêşnûma, bawerî, raman û hestên hevpar yên ku şexsan bi hevdu re û bi civakê re girê didin û hestên wan yên yekîtîyê bihêz û berfireh dikin re, nirxên civakî tê gotin. Nirxên civakî; ji nirxandinên civakê yên baş-xirab, delal-ar, erênî-neyînî, bioxir-bêoxir, bixêr-bêxêr, rat-çewt û hwd. pêk tên. Di her civakê de nirxên civakî cihêreng in û di heman civakê de jî, bi demê re têne guherîn. Nirxên civakî di nav maweya mîrata civakî de, ji nifşekî digihêjine nifşekî din, ku mîrateyeka çandî ya manewî ye. 

Nirxên Civakî: Toplumsal değerler 

Bêrêziktî (Anomî): Rewşa ku şexs rêzikan nas nakin an jî wan napejirînin ku di vê rewşê de delk û rêzikên civakî, sazbarîya xwe winda dikin. Bi taybetî jî ev rewş di civakê de, di demên derbaseyekê de tê xwiya kirin. Li gor bîr û bawerîya E. Durheîm bi derketina holê ya vê rewşê re; zina, dizî, hîbûnîya madeyên kêfdêr, bêrêziktî û hwd. zêdetir xwiya dikin. 

Danekirina Civakî: Di pêvajoya birêvebirina sazgêra qontrola civakî de, zordestî û bertekên maddî û manewî ne, ku ji bo şexsên li dijê normên civakî dertên, têne birêvebirin an jî cibicîanîn. Danekirinên civakî dibe ku carinan di şeklê lome kirin û gazin jê kirinê de be û carinan jî, dibe ku di şeklê girtin, ji komê qewirandin û bêparîyan hinek azadiyan de be jî. 

Danekirina Civakî: Toplumsal Yaptırım

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin