Nirxandinek li ser kitêba ‘Bermayiyên Demê’

Nirxandinek li ser kitêba ‘Bermayiyên Demê’

Nirxandinek li ser kitêba ‘Bermayiyên Demê’: Ilhami Sidar 

Nifşê nû ji alî bikaranîna zimên de mixabin hinek bi kompleks tevdigere, dixwaze tim peyvên xwerû bi kurdî bikarbîne, lê di zimên de peyvên ku di orijînala xwe de bi erebi ne an farisi ne lê bûne kurdî carna tinginiyeke helbestî pêk tînin, peyvên romana Navê Min Sore ya Orhan Pamuk sedi çil peyvên Osmanî vedihewînin, lê ew hemû jî di nav kelepora tirkî de cih girtine.

Min gava Bermayiyên Demê xwend bi kêfxweşi dit ku komplekseke nivîskar bi vi hawî nin e, mînak di cihê giring de muhîm bi karaniye, divê niviskar giringiya heri mezin bide mûsiqaya peyvan, peyvan bi fesalekî xweş di hevokan de li hev bîne, keysa xwe li kajan peyvî bibîne divê wê peyvê bikarbîne. Weki din Bermayiyên Demê bi qasi Pirça Winda nakenîne, lê jê bêtir dihizirîne, kûrahiyek dihewîne, zimanek û vegotinek rûniştî yê ku ber bi geşedanê ve diçe, dixwiye ku bi Haşek û Gonçarov baş têgihiştiye. Siheta nivîskêr xweş! 

Ilhami Sidar

05.12.2014 

‘Bermayiyên Demê’ duyemîn kitêba çîrokan a Mihemed Şarmanî  di nav weşanên Avestayê de derket. Yekem kitêba çîrokan a Şarmanî ‘Pirça Winda’ 2010ê derketibû.

Bersivekê binivîsin