Nirxandin û têbiniyên li ser ‚Gava Mirî Biaxife’ / Kemal Tolan

Nirxandin û têbiniyên li ser ‚Gava Mirî Biaxife’ / Kemal Tolan

Nirxandin û têbiniyên li ser ‚Gava Mirî Biaxife’ / Kemal Tolan

Newaf birayê dilovan, zahmetkêş û berketiyê Êzdiyatiyê, ez di destpêkê de gelek spasiya te dikim, ku te ev berhemên xwe yên pir giran buha ji min ra kirine diyarî ! 

kemal-tolan-nivis-wene  

Birayê birêz, min heta niha tenê romana te , ya bi navê „Gava Mirî biaxife“ bidil xweşî xwandiye. Ez dixwazim niha li ser vê romana te, a ku naveroka wê ji çande, kevneşop û gelek serpêkhatiyên jineke Kurd dagirtiye, van dîtin xwe bi te û xwandavên birêz ra parvebikim! 

kemal-tolan-nivis-wene1

( Weşanên Do: 168 – ISBN: 978-605-4427-68-0 Nîsan 2014)

Birayê hêja, bi rastî wexta min ev romana te ya bi ser navê „Gava Mirî biaxife“ dît , min di cî de dest bi xwandina wê kir. Li goriya Êzdînasîna min, sernavê „Gava Mirî biaxife“  gelekî li van mijarên naverok romanê ne hatiye û a raste, vêga di nav zargotina kevneşopên me Êzdiyan de, hêjî baş tê gotin ku „mirî dikarin biaxivin“!  

Lewma jî kêfa min gelekî hat, ku te ev kevneşopiya Êzdîtiyê ya ku dêjen, „Xwedan, ocax, pîrik û hwd.a her maleke Êzdî heye, bavçakên mirî namirin, ew her zindî ne û ew gelek carnan jî xwe di hinek şiklan de zindî şanî hinek kesan dikin…..“ .  Min jî, ji gelek Êzdiyan bihîstiye û hêjî hinek kes weke ku te gotiye dibêjin, „gava meriv wan dibîne, meriv diveciniqe, saw digre, dest bi ber merivan ve têne xwarê, dev li meriv ziwa dibe, zimanê meriv nagere, …………“  

Siheta te gelekî xweş be, te rast gotiye û vêga di nav zargotina me de hêjî baş tê gotin „gava ku meriv van reşan(xwedan, mirî û hwd xwe) ji nişka ve li ber çavên xwe dibîne anjî  lingên wan bê hemdî wan li tiştekî dialiqe û diêşe, meriv hingê hawariya xwe ye pêşîn di gihîne xas, babçakên xwe mirî û dibêjen , ya Xwedê tû heqî ! ax bavo, dayê, wî bira û hwd.! delalê/a li ber dilê min…..“  

Dîsa ez jî,  mîna ku te di piraniya naveroka mijarên romana „Gava Mirî biaxife“ de daye xwanê  dibêjim,  raste ku hinek Xwedan, xas, qelender, ewliya anjî bav/dêçakên mirî û hwd.yê meriv dikarin  li her deverê, ji nişka ve derkevine ber çavên meriv û ew ji tecrûbe, buyer, serpêkhatî û hebûna hêza xwe, yên li ser rewşa zarokatî,  kulfet,  ciwanî, evîndarî, zewac, zîrekî, bextewarî, ne bextwarî, gundîtî, bajarvanî, hizkirin, hişmendî, kêmasî, daxwazî, dijberîtî, bêhiqûkî, ne serkevtin, tehdît, polîtîk, nakokî, çand, ziman, mîrat, maldarî, malşîrnî, desthilatdarî, zordestî, kerasat(qisûmet), rêwîtî, xerîbî, belengazî,  hemû serpêkhatî û veguhastinên kevneşopên oldarî, civak û netewa  xwe xeberbidin. Ji xwe te gelek mînakên van mijaran jî, di nav vê romana „Gava Mirî biaxife“ de, bi zahmetekî mezin, zimanekî şêrîn û hesan anîne ser ziman. 

Lê ezê hîn gelekî şa bibûma, eger te di rûpel 28 de, ew nêrîn û dîtinên ku xerîban li ser baweriya Êzdiyatiyê şaş gotine û weke wan nedana xwanêkirin, her weha te ew peyva neqenc, ya ku bi (îb…..) destpêdike û em Êzdî bi hemda xwe nabêjin jî bikarnekira û te bikarîbûna tevaya  mijar, dîmen û rengên di nav romana „Gava Mirî biaxife“ de hene, li goriya naveroka çande, kevneşop, bîr, ol û rastiya Êzdiyatiyê dagirtina! 

Ez hêvîdarim ku, gelek xwandevan jî bikaribin van berhemên te, yên ku li ber dilê min giranbuha ne, bixwînin, ew jî nêrînên xwe bi te û me ra parvebikin!   

Her weha ez di dawiyê de dîsa bi peyvên te dêjim, 

„ma tu heyî tu..

min dîmenê te, bi pitikên çavên xwe

li kûraya hişê xwe de qeyd kir

û ez qet ji bîr nekim- ….„ 

kemal-tolan-nivis-wene2

Bila Xwedê û Tawisî Melek hêza pênûs û hişê te, yên ku xizmeta parastin û nasandina çanda bavkalan dikin zêdetir bikin û tû di armancên xwe de hîn zêdetir serkevtî bî!  

Birayê te Kemal Tolan

18.06.14

Bersivekê binivîsin