Niobe û Zarokên wê Yên Bêqeder

Niobe û Zarokên wê Yên Bêqeder

Niobe û Zarokên Wê Yên Bêqeder

Di mîtolojîya yewnan de Niobe wek keça Dîone û Mîr Tantalus tê zanîn. Tantalus di sedsala 12 an de (Beriya Zayînê) wek qralê Frîgyayê tê zanîn ku beşeka Frîgyayê di roja me ya îroyîn de di navbera bajarê Manîsa û Îzmîrê de ye û nêzîkê çiyayê Spîl û Yamanlarê ye.

Niobe bi eslê xwe wek keçeka Enedolî tê zanîn, bi Amphîonê qralê Thebesê re zewicî ye û derheqê bêqederiya wê de tiştê ku em pê zanin, bi saya mîtolojiya yewnan e.

Li gor mîtolojiyê Niobe wek xweha Pelops tê zanîn. Di hinek çavkaniya de ji ber ku welatê wê piştra dibe navenda Lidyayê, Tantolus, Pelops û Niobe wek mirovên Lidyayî jî hatine nasîn. An jî em bibêjin wek pêşîyên Lidyayî…

Çîroka Niobe

Li gor mîtolojiya yewnan heft (7) kûr û heft (7) keçên wê hebûne. Ji ber ku hejmara zarokên wê pirbûn û bi vê yekê xwe li qûretîyê girê dide, zarokên wê yên kûr ji layê Apollon ve û yên keç jî, ji layê Artemîs ve têne kuştin.

Niobeya ku bi êşa zarokên xwe divegere welatê xwe, li çiyayê Spîlê (Sipylos-Manîsa), dibe kevir. Ev zinar, di roja me de wek ‘Zinara Ku Digrî’ tê nasîn. An jî jêre dibêjin ‘Sureta Kevir.’

Di roja me de ev der wek ziyaretekî tê dîtin û ji bo geşt û guzarê jî vekiriye. Gorên Tantalosê bavê Niobe û Pelopsê birayê wê, li çiyayê Yamanlarê ye, ku ev çiya cinarê çiyayê Spîlê ye.

Homeros Wiha Qala Niobeyê Dike: (İI. XXIV, 603)

Xwarin hate aqilê Niobeya kezîsor jî,

heçkû diwazdeh zarokên wê hatibûn kûştin di qesra wê de,

şeş keç û şeş lawên ezeb.

Apollo jê aciz bibû, kûştibû lawên wê bi kevana xwe ya zîvîn,

Artemîsa tîrvan jî keçên wê kûştibûn,

Niobe xwe beramberê Letoya hinariksor didît,

Digot Letoyê du zarok anîne, lê min duwazdeh.

Duheba wan hemûyan kuştin,

Apoolo û Artemîsê.     

Mirî di xwîna xwe de man,

kesekî ku wan binax bike tunebû,

Hemû kesan veguherandibû keviran lawê Kronos.

Xwedayên biesman wan veşartin di roja dehêmîn de,

Niha wê rojê xwarin hate aqilê Niobeyê,

Ji barandina hêstirên çavan mecala wê nemabû,

Niha li çiyayê Sipylosê bi emrê xwedê bûye kevir Niobe,

cîyê ku perîyên avê li keviya çemê Akhelosê dileyizin,

Dilê wê her êşa xwe didewsîne wiha bêrawest…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin