Nijadperestên tirk çima zimandirêjiyê li ‘Mem û Zîn’ê dikin?

Nijadperestên tirk çima zimandirêjiyê li ‘Mem û Zîn’ê dikin?

Nijadperestên tirk çima zimandirêjiyê li ‘Mem û Zîn’ê dikin?

Berhema Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî, berhemeke bêhempa ye û yek ji wan şahberhemên dema xwe ye. Piştî ku wergera wê ya tirkî, di civaka tirkan de hate weşandin û berbelav bû, hinek nîvîskarên nîjadperestên tirkan jî, rabûne zimandirêjiyê li berhema Mem û Zîn’ê dikin û dibêjin ku ew ‘berhemeke nijadperest e’.

Sedem jî ev malik in:

‘Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem’yan ji me re dikir xulamî’

Nîjadperestiya wan heta qirikê wan rapêçaye, di hemû stran û berhemên wan de nîjadperestî heye, di sirûda wan ya netewî û yên din de jî, bêhneka pîs ya nîjadperetiyê difure. Lê behsa vê yekê nakin!!

Bi sedê salan e ku kurdan tune dikin, welatê kurdan bi destê wan hatiye vegirtin, çand û avahiyên me yên dîrokî dîsa bi destê wan hatine hilweşandin û tunekirin. Lêbelê behsa wan nakin û dixwazin ku vê durûtiya xwe veşêrin. Dîrok şahîd e ku kurd tu caran nebûne nîjadperest, beravajiya vê yekê herdem mirovhez û aştîxwaz bûne.

Bi dehan lînkên ku zimandirêjiya berhema Mem û Zîn’ê dikin hene, lêbelê ji bo nîşandana durûtiya wan ez ê yekê tenê wekî mînak bidim.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

04.12.2015

Fermo, linkeka ku zimandirêjiya berhema ‘Mem û Zîn’ê dike ev e:
http://www.21yyte.org/…/turklere-hizmetcilik-payi-bicen-mem…

Bersivekê binivîsin