Nêzîkayîtêdanên Psîkolojîk û Taybetmendiyên Wan

Nêzîkayîtêdanên Psîkolojîk û Taybetmendiyên Wan

Nêzîkayîtêdanên Psîkolojîk û Taybetmendiyên Wan 

Di pêvajoya berfirehbûn û pêşveçûna zanista psîkolojîyê de, mirov dikare behsa gellek teorîsyen û psîkologan bike. Hinek teorîsyen jî hene ku di wateyeke zanistî de, keda wan di psîkolojîyê de mezin e û bûne damezranerên ekolên/xwendegehên cihêreng. Niha jî em ê taybetmendiyên wan xwendegehan bidin nasandin. 

1- Binyatgerî/Strûktûralîzm (Wilhelm Wundt) 

Wilhelm Wundt, wekî damezranerê psîkolojîyê tê dîtin. Ew bi xebat û ceribandinên xwe yên psîkofîzyolojîk, gihêjtiye vê astê. Hêmana bingehîn ya nêzîkayîtêdana wî ya psîkolojîk, vekolanan wî yên ‘hiş/bîr’ in. Li gor bawerîya Wundt; hiş, xwedîyê hêza sererastkirina naverokên xwe ye. Ji ber ku vê yekê parastiye, navê ekola wî wekî hemdparêzî/vînparêzî/îradeparêzîyê hatiye bi nav kirin. 

1- Pirsa, ‘Hiş çî ye?’ pirsî ne. 

2- Li gor bawerîya wan mijarên psîkolojîyê, hiş û pêvajoyên zêhnî yên ku hiş/bîrê tînin holê ne. 

3- Zêhn ji hêla avahîya xwe ve, bûyerên wekî raman, têgihan, hest û hemd/îrade ye. 

Mînak: ‘Dema ku em demeka dirêj li rengeke mêze bikin, rengê din çawa xwiya dikin? Têgihana germ û serma, çawa pêk tê? Dema em pirsgirêkeke çareser dikin, em bi hevokan difikirin an jî bi lewnan?’ û hwd. 

4- Helwesta wan ya ku psîkolojîyê bi hiş sînor kirine, mijarên psîkolojîyê jî teng kiriye. 

5- Rêbaza lênêrîna derûnî/îçe bakiş, bikar anîne. 

6- li gor Wilhelm Wundt psîkolojî, vekolandina hiş (bîr) û pêvajoyên wê ye. 

2- Erkevanî/Fonksîyonalîzm (William James – John Dewey) 

Çavkanîya nêzîkayîtêdana erkevanîyê, Amerîqa ye û di sedsala 20 an de derketiye holê. Ev nêzîkayîtêdan, bi şixulîna zêhnê û lihevhatina organîzmayê ya bi dorhêla xwe re, eleqeder dibe. Fonksîyonalîst li gor vê helwesta xwe, pirseka bi vî rengî ji xwe dikin: ‘Pêvajoyên zêhnî, dikarin çî bikin?’ 

Ferqa wan ya ji strûktûralîzmê ew e ku ew wekî wan zêhnê di yek bingehekê de şirove nakin. Li gor bawerîya wan zêhn an jî hêmanên zêhnê lodeka pêvajoya ye. Li gor bawerîya erkevanîparêzan zêhn, tevahîyeka erka ye, ku di cîhana rasteqîn de rê li encamên pratîk vedike. 

1- Pirsa sereke ya erkevanîparêzan, ‘zêhn, ji bo çî ye?’ ye. 

2- Li bûyerên û avahîya zêhnî, bi rêbazên çavdêrî û çavdêrîya derûnî, vekolane. 

3- Li ser lihevhatina organîzmayê ya bi dorhêlê re û serkeftina wî/wê ya çareserkirina pirsgirêkan rawestiya ne. 

4- Li gor wan tevger, ‘ guncaneke çalak ya bi dorhêlê re’ ye. 

5- Ligel hiş, divê li tevgerên aheng/guncan jî were vekolandin. 

6- Girîngîyê dane xwepêşandan û feydexwazîyê. 

7- Demjiyanên derûnî, ji ketumetbûnên wê demê derketine holê. Li faqtorên ku bandûra wan li ser jiyana derûnî û tevgerên me hene, rawestîyane. 

8- Hege bersiva, pirsa ‘çima wiha tevdigere?’ were dîtin, wê lihevhatina organîzmayê hêsantir bibe. 

9- Tevger li gor encamên xwe, baş, an jî xirab in. 

3- Tevgergerî/Behavyorîzm (John Watson – İvan Pavlov) 

1- Yên behavyorîst, strûktûralîstan bi sûcê vekolandina mijarên kirdewar/oznel sûcdar kirine û bi tundî, li dijê psîkolojîya hiş derketine. 

2- Li gor bîr û bawerîya wan; ji bo ku psîkolojî bikaribe bibe zanistek divê li ser tevgerên mirovan yên têne xwiyakirin û dikarin werin pîvandin, raweste, vekole. 

3- Ji Behavyorîstan re, psîkologên Hişyarker-Bertek H-B (Uyaran-Tepkî) tê gotin. 

4- Tiştên ruhî, raserê xwazayê ne û zanist, bi wan re mijûl nabe. 

5- Mirov heta dikare fikirînê jî bi têgeheka wekî demîngirtinê/şartlanmayê dikare were şirovekirin. 

6- Ji ber tevgerên heywanan dişibine tevgerên mirovan, divê li wan were vekolandin. 

Rexneyên ku li Behavyorîzmê hatine girtin 

1- Ji % 100 (Ji sedî sed) mirov nikare objektîv tevbigere. 

2- Pirranîya bûyerên giyanî; ji ber ku nikarin werin çavdêrîkirin, li derveyê lêkolînên xwe hiştine. 

3- Bi rêya demîngirtinê/şartlanmayê qontrolkirina şert û mercên hawirdor û bi vê yekê xwesteka qontrolkirina tevgerên mirovan, rê li afiranderîya mirovan girtiye. 

4- Psîkanalîz/Psîkodînamîk 

1- Di dawîya sedsala 19 an de bi serpereştîya Sigmund Freud dest pê kiriye. Sigmund Freud û çend hevalên xwe yên dixtor gotine ku nexweşîyên aqlî û ruhî, nexweşîyên psîkolojîk in. 

2- Di dema vekolana nexweşîyên aqlî de, binehişê kifş kirine. 

3- Piştra, Freud û hevalên wî wiha bawer kirine ku sedemên nexweşîyên aqlî û ruhî, têrnekirina hest û ramanên me yên zarokatîyê ne, ku ber bi binehişê ve têne dahfdan û tê xwestin ku bila werin ji bîr kirin. 

4- Li gor bawerîya Sigmund Freud, hiş ji sê (3) meretebeyan pêk tê. 

1- Hiş: Ya ku em têdigihêjinê. 

2- Berîya Hiş: Tiştên ku li gor xwestekên me têne bîra mirov. 

3- Binehiş/Binehişî: Xwestek û hestên me yên ku me wan bi temamî ji bîr kiriye. 

5- Li gor bîr û bawerîya Freud, kesayetî/şexsîyet, ji sê (3) mertebeyan pêk tê: 

1- Îd: Hilika/navenda kesayetîyê û hêla bîyolojîk ya ku xwe dispêre zewqê. 

2- Ego: Rewşa hevsengî (parsengî-denge) ya ku rasteqînî lê serwer e. 

3- Superego: Hêla sosyal/civakî ya ku nirxdarazî têne pejirandin. 

6- Binehişî ne pasîf, her dem aqtîf e. Carinan lewna xwe biguherîne jî, di xewn û xeyalan de xwe dide der. 

7- Pirraniya tevgerên me, li gor vê yekê pêk tên/çêdibin. 

8- Freud û hevalên wî wiha têgihiştine ku sedemên bûyerên ruhî/derûnî, bîyolojîk in jî. 

9- Di bingeha tevgerên kesayetîyan de, jiyana wan ya zarokatîyê heye. Binehişî/Bilinçaltî çî ye? Avahîya ku ji alîyê hest, bîranîn û xwestekên me yên hatine dewisandin pêk hatiye… 

Sedemê dewisandina van hestan, bîranîn û xwestekên zayendîtîya hov û vajoyên êrîşkar in, ku bi demê re êş û şermê didin mirovan… 

10- Ji bo têgihiştina tevgerên mirovî, divê mirov bi zarokatî û rabirdûya wan bizanibe. 

11- Hindek sedemên tevgerên me, bîo-psîkolojîk in. 

Rêbazên Psîkanalîzê 

1- Dahûrandina Xewnan

2- Hîpnoz

3- Bibîrxistina Serbest 

5- Nêzîkayîtêdana Bîrbirîgerî/Bilîşsel (Jean Piaget) 

1- Li gor vê nêzîkayîtêdanê psîkolojî; vekolandina bûyerên zêhnî yên wekî serwextbûn/têgihîştin, hiş/bîr û fikirîn e. 

2- Şexs, ji van pêvajoyan sûd werdigrin û derheqê xwe û hawirdorê xwe de, zanayîyan bi dest dixin. 

3- Ji bo têgihiştina şexsan, divê em bi awayê têgihiştina xwe ya şexsan û awayê têgihiştina wan ya civakê bizanibin. 

4- Rêbaza wan, ezmûn/deney e. 

5- Zanîn û fêrbûn, rêyên bidestxistina zanayîya ne. 

6- Nêzîkayîtêdana Bîyolojîk (Bîyopsîkolojî) Adolf Mayer 

1- Ev nêzîkayîtêdan hewl dide da ku têbigihêje sebebên fîzyolojîk û psîkolojîk yên ku bandûrê li tevgerên mirovan dikin. 

2- Awayê şixulîna xwizîya/avzêya derûnî û avahîya kimyewî ya xwînê û pêvajoyên tûreyî/sinirsel yên mejî, xwe di tevgerên me de didin der. Ango, bandûrê li tevgerên me dikin. 

3- Ji bo têgihiştin/fêhmkirina mirovan, divê mirov bi bîyolojî, sosyolojî û psîkolojîyê bizanibe. 

4- Rêbaza ezmûnê bikar anîne. 

7- Nêzîkayîtêdana Tevdeyî (Psîkolojîya Geştalt) Karl Kofka- Wolfgang Kohler 

Li hemberê Behavyorîst û strûktûralîstan derketine. 

2- Li gor bîr û bawerîya wan bûyerên psîkolojîk, bûyerên tevdeyî ne. Ji ber vê sedemê; ji bo fêhmkirina mirov, divê bûyerên hawirdorî, bîyolojîk û zêhnî, bi hevdu re werin nîrxandin. 

3- Tu tevger, bi serê tenê ne xwedîyê wateyeke ne. Tevger bi awayekî tevdeyî ji şert û mercên sosyal û fizikî, ketumet dibin. 

4- Her tevger, ji tevgera berê ketumet dibe. 

8- Nêzîkayîtêdana Humanîst/Mirovhez (Maslow, Rogers) 

1- Li gor vê nêzîkayîtêdanê; tevgerên mirov, ne bi binehişê û ne jî bi têkiliya H–B (Hişyarker-Bertekê) dikarin werin şirovekirin. 

2- Berfirehbûna mirovî, hewcedarê pêdivîyên fizyolojîk û sosyal e. Têrnekirina van yek an, bandûreka neyînî li pêşveçûna psîkolojîk dike. 

3- Têrkirina pêdivîyên mirovî û pêkanîna behre û potansîyela xwe, xala têrbûna wî/wê ye. Bi vî awayî, ew hebûna xwe pêk tîne. 

4- Rêza/dora pêkanîna mirov ya pêdivîyên xwe, hilbijartina wan ya şexsî ye. 

5- Dilêrîna wan ya bingehîn, mafê hilbijartinê ya mirova ye. 

6- Rêbaza wan, çavdêrîya derûnî ye… 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî