Muhyedîn Arabî

Muhyedîn Arabî

Muhyedîn Arabî (1165-1245) 

Ramanwerê Endulûsî, zanyar û sûfî… Şêxê wî yê yekemîn, li gor gotinan jinek bû. Îbnî Rûşd, nas kiriye û Îbnî Rûşd, bûye heyranê zêhna wî. Derketiye ger û geştên dûv û dirêj. Bi taybetî kitêbên wî yên bi navê ‘Fûtuhat’ û ‘Fusus’ gellekî têne nasîn. Lê zimanê van kitêban, hebekî tevlîhev e û têgihiştina wan, gellekî dijwar e. Ji gotineka wî mirov pê derdixe ku ew jî, bi vê yekê dizane.

Di vî warî de wiha gotiye: ‘Mirovên ku dernekevin meqamê me, bila kitêbên me nexwînin.’ Di kitêbên xwe de, axlebî cîh daye felsefeyê. Ramana Wahdetî Vucûdê [Yekîtîya Heyînê] parastiye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin