Moriyên Fîlozof

Moriyên Fîlozof

Moriyên Fîlozof

Morîyek di ser kaxezekî re diçû. Ji neqş u xetên ku li ser kaxezê bûn heyîrî ma. Gelo ev neqş u çînên hane, kaxezê bi xwe afirandine an ji ciyekî din hatine? Hîn ku morî bi xwe re difikirî ji nişka ve pênûsek dakete ser kaxezê u neqşekî din çê kir. Morîyê fem kir ev xet u xal u neqşên hane ne ji bal kaxezê ve, ji bal pênûsê ve tên çê kirin. Morî diçe cem morîyên din u dibêje: Heqîqet ji min re eyan bû. Morî dibêjin: Kîjan heqîqet? Dibêje: Li min eyan bu ku kaxez ji ber xwe ve ne xwedîyê tu neqşekî ye u her çi heye ji gerîna pênûsê ye. Ji ber ku heya niha me bi jêrde dinêrî, me tenê sefha kaxezê ditît; lê heger em serê xwe rakin u bi jorde binêrin emê pênûsekî rewan (gerok) bibinîn ku diçerixe, difitile u neqş u nigaran diafirine.

Di nava morîyan de yek kenîya. Ji re gotin tu çima dikenî? Got: Min jî ev kefşa mezin kiribu; lê piştî ku ez demekî dirêj li ser sefhe u rûpelan gerîyam u min lêkolîn pêk anî, ez pê hesîyam ku pênûs jî esîrê destekî ye ku wênê diçerixine u bi her alî de dibe u tîne. Ku hûn însafê bidin, keşfa min mezintir e u mirov hîn zêde heyîrî dihêle.

Hemûyan bi mezin bûna keşfa wî îqrar kirin u ewe mezinê xwe hesibandin u wek siltanê arifan u serokê fîlozofan bi nav kirin. Çiko heya wê demê goman dikirin ew neqş u nigare ji kaxezê ne, lê niha têgiheştin ku afirîner ango xaliqê van neqş u nigaran ne kaxez e ne jî pênûs e, belkî ewe bi xwe esîrê yekî dinin.

Vê carê morîyekî din girîya. Morîyan sebeba girînê ji wî pirsîyan. Got:  Heta me zanî yê neqşan diafirine pênûs buye ne kaxez, demekî dirêj ji temenê me derbas bû u çû. Nika li me eyan bû ku pênûs jî esîr e, ne mîr e. Ez nizanim ka gelo ew mîrê ku pênûsê digerîne bi rastî mîr e an ew jî esîrê mîrekî din e u heke wisa be, ev esîrên hane wê kîngê bigihêjin mîrekî ku bê mîr e?

Werger: Ferzan Yezdanî

Çavkanî: Gezzalî, Îhya-î Ulûmuddîn, c. 1, s. 22; c. 2, s. 175.

Bersivekê binivîsin