Mizgîn Hesko: Felsefe lêgeriyan e, lêpirsîn û lêkolîna mentiqê ye.

Mizgîn Hesko: Felsefe lêgeriyan e, lêpirsîn û lêkolîna mentiqê ye.

Mizgîn Hesko: Felsefe lêgeriyan e, lêpirsîn û lêkolîna mentiqê ye.  

Felsefe lêgeriyan e, lêpirsîn û lêkolîna mentiqê (mentiqê rastiyê) ye. Di pencerya felsefê de, mirov dikare hişê xwe ber bi tîrêjên zanistê ve bibe, li diyardeyên heyî birame, vekole, û bihtir bi kûrahî, bi şêweyeke aqilane, bi pirsên mentiqî li rastiya wan ya cewherê bigere.

Her zanistek bi tena serê xwe nîne, lew em dibêjin zanista derûnê, zanista ciwankariyê û hwd.

Felsefe wan bi hev ve girêdide, û wan ji hev cuda dike…. çima, çawa, ji bo çi…? A ha li vir rola felsefê balkêşe…. roleke wiha ku ta dawî vekiriye…… Hikmet e.

Belê felsefe hikmeta xwe heye, ew jî bi riya pirs û lêpirsînê, bi riya diyalektê  bersivên rastteqîn di mejî de misoger dike.

Di civakên paşketî de, ciyê felsefeyê nîne, her wiha di piraniya civakên olî de, belê ol jî felsfeya xwe heye,ji bo xweşiya mirovan çêbûne, lê li ba oldaran xweda ne bi tenê navend e, lê ew taboye, pirtûkên olî pîroz in, nabe mirov wan gengeşe bike.

Dewleta ku berjewendiyên desthilatdaran û xelkên qatên jorîn diparêze, tekez dê dergehan ji felsefeyê re veneke, felsefe li adalet û wekheviyê digere, ji bo guherîn û şoreş dixebite. Şorş û guhertin zagonên ku heyî na pejirîne.

Felsefe zimanê hiş e… ji lewra ew ji dastanên mîtologê û sawîran bi guman e, pêdiviya hiş bi pûnijînê heye û dawî pêdiviya pûnijînê bi ziman heye, divê ew bi awayekî vekirî bête derbirîn.

Di incamê de, em dikarin li rasta pirsa xwe ya sereke werin… Pêdiviya me Kurdan bi felsefê, bi wateya pêdiviya me bi zimanê felsefeyê, bi xwendinê, lêkolînê, wergerandinê, rexnegirtinê û bi edebiyateke wiha ku hêjayî cîhanê ye heye.

Pêdiviya me bi guhertinê, û şoreşa li dij ne bi tenê dewletên dagîrker, belê û li dijî hin têgihên ne durist, li dijî normên ku mirov li korbûnê, li kerbûnê dixîne heye.

Ku em li dîroka xwe vegerin em ê bibînin ku hîna berî sêsed salî seydayê Xanî, dastana xwe li ser hîmên Memê Alan afirand û avakir, lê ji ber ramana dewletê bilindgoya xwe rasterast pêşkêş kir, êdî ji ber ku ew mirovekî rewşenbîr bû, afsana hespê rawan ku qunaxa heft mehan di heft rojan de derbas dikir red kir, çimkî ew î dixwest me ji diyardeyên ne durist û aqlane rizgar bike, û bihtir bala me ber bi sedemên ne dewletbûnê ve bikişîne, ew î rewşa desthilatdarê ne dipejirand, rewşa bazara pirtûkan li ba kurdan ne bi dilê wî bû.

 Gelo çima qewî kesade bazar… ? Gelo çima ger me hebûya padîşahek, padîşahê bi çi reng û tevgerê. Kesayetiya birêvebir divê çawa be…?

Helbestvan Mizgîn Hesko

02.03.2016

Bersivekê binivîsin