Dawî...

Destpêk > Nivîs > Mîtosa Sê Delalan

Mîtosa Sê Delalan
Parvebike!

Mîtosa Sê Delalan                                     

Di daweta Peleus û Thetîs a ku li çiyayê OLÎMPOSÊ hatiye çêkirin, Xwedawenda erîs, ne hatiye vexwendin. Erîs, Xwedawenda hesûdiyê ye û ji ber hesûdiya xwe, bêvexwendin diçe çiyayê Olîmposê dawetê û sêveka zêrîn, diavêje ser maseyê.

Li ser vê sêva zêrîn, wiha nivîsî bûye: “Ji a herî delal re!”

Piştî avêtina sêvê, Xwedawendên li dawetê bi hev dikevin û her yek dibêje: “A herî delal ez im û ev sêv heqê min e.”

Li ser vê tevlîheviyê, Xweda û Xwedawendên li dawetê, biryar didin ku, Zeus ya herî delal hilbijêre. Piştî vê biryara civaka Olîmposê, Zeus dikeve rewşeke bêbiryar û nizane ku, wê çî biryarê bide.

Çimkî ger sêva zêrîn bide Xwedawendekê, wê demê; wê jina wî Hera vê yekê qebûl neke. Na, ger bide jina xwe, wê demê jî; wê Xwedawendên din, qîma xwe bi vê biryarê neynin. Zeus ji bo ku bikaribe xwe ji vê belayê xilas bike, dibêje bila Parîsê şivan wê hilbijêre.

Parîs şivanekî çeleng e û li çiyayê QAZ şivaniyê dike. Di dawiyê de li holê sê Xwedawendên delal dimînin ku, her yek jî dibêjin; “a herî delal ez im.” Heraya jina Zeus, Atenaya Xwedawenda aqil û Venûsa Xwedewanda delalî û hezkirinê.

Li ser banga Zeus, Parîs tê çiyayê Olîmposê û sê Xwedawendên delal ên pêşbirkvan, dertêne hemberê Parîs ê şivan.

Di destê şivan de sêva zêrîn û li hemberê wî sê dilên bixiroş…

Xwedawendên pêşbirkvan ji bo ku şivan bixin bin bandora xwe, dest bi vegotina wehdên (soz, wad) xwe dikin. Atena, wehda navdariyê dide şivan.

Hera, dewlemendî û qudretê û Venûs jî, keça xwe ya herî delal… Atena û Hera, cilên xwe yên herî delal li xwe werdigrin û xwe bi gerdeniyên zêrîn, dixemilînin. Lê Venûs dibêje; “Delaliya laşê min, ne hewceyê tu tu tiştî ye. Tiştê herî delal, spehîtiya laş e.” û wekî wan nake.

Parîs ji cîhê xwe rabûye û çûye sêva zêrîn, daye Venûsê. 

Parîsê şivan navekî wî ên din jî Aleksandros e. Kurê herî biçûk ê qralê Troayê Prîamos û jina wî Hekabe ye. 

Rojekî qraliçeya diya wî, di xewa xwe de xewneke dibîne û li gorî xewnê:

Ji zikê wê alavek der diçe û seranser, xwe li bedenên bajarê Troayê radipêçe û bajar, dişewitîne. Falbaz vê xewnê, bi awayekî neyînî rave dikin û dibêjin ku, wê ev zarok; bajarê Troayê hilweşîne. Li ser vê vegotina falbazan, roja ku zarok ji diya xwe re dibe; bavê wî Prîamos, ferman dide xulamekî xwe, da ku wî bibe li çiyayekî bi serê berde.

Xulamekî qral, wî dibe çiyayekî û wî wiha bi serê xwe berdide. Xulam wiha difikire ku, wê heywanên kûvî wî bixwin. Lê wiha nebûye û hirçeka mê, şîr daye Parîsê berhembêz. Ev rewş, demekî wiha berdewam kiriye. Piştra, şivanekî bi navê Agelaos wî dibîne û dibe mala xwe, wî mezin dike.

Di nav şivanan de ê ku herî baş li kerîyên xwe dinêre, Parîs e. Ji ber vê yekê jî, navê Aleksandros lê dikin, ku di wateya “parastkar” deye. Parîs, li çiya berê bi Oînone re zewicî bûye. Lê zewaca wan, demeke dirêj berdewam nekiriye û ji hev veqetiyane.

Oînone  Yek ji wan Nymphaniyên çiyayê Îdayê ye. Bi Parîs re dizewice. Piştî demekî, roja ku banga Zeus seh dike, hewl dide da ku wî ji riya Olîmposê vegerîne, ku wek dadger hatibû hilbijartin. Lê di vê yekê de bi ser nakeve û Parîs ber bi riya Olîmposê ve dikeve rê.    

Lê beriya ku Parîs bikeve rê, wiha bang lê dike: “Hege tu rojekî birîndar bibî, hewara xwe bigihîne min.”

Çimkî li cem wê giyanên bi şîfa hene ku, Apollan dane wê. Dema ku Parîs di dawiya xilasbûna şerê Troyayê de bi tîra Phîloktetes birîndar dibe, gotina Oînoneyê tên bîra wî.

Bi riya peyameke, hewara xwe digihîne wê. Lê Oînone nayê hewara wî û Parîs, ji ber wê birîna xwe dimre. Dema ku Oînone vê bûyerê seh dike, gelekî poşman dibe û dawî li jiyana xwe tîne. 

NYMPHA

Di wateya bûkê de ye. Ev bûkên efsanevî li şolwaran (qir, şepal) û di nav avê de û li daristanan dijîn. Heyînên xwezayî û Xwedayî, yên mê ne. Li gor nêrîna Homeros, Nymphaî; keçên Zeus in.  

Ankhîses  kurê Asarakos e, ku Asarakos jî ji nîjada qaralên Troyayî ye û bi Xwedawenda Aphrodîte re raza ye (ketiye têkiliyeke cinsî) û bûye bavê Aîneîas. 

Pesinnameya HOMERÎK, bi awayekî berfireh qala vê bûyerê dikin:

Xwedawenda Aphrodîte, li çiyayê Îdayê Ankhîses dibîne û dilê wê, dikeve çelengiya wî. Di pesinnameya Homerîk de çiyayê Îdayê, wek diya dêwan û çiyayê bi hezar kanî tê bi nav kirin.

Di pesinnameyê de daketina çiyayê Îdayê ya Xwedawenda Afrodît û beza heywanên kûvî a li pey wê, dilketina wan a Xwedawenda Aphrodît û pevşabûna heywanan, ya di nav daristanê de tê vegotin.

Xwedawenda Aphrodît, xwe di şeklê keçeka ciwan a Phrygîaî de nîşanî Ankhîses dide. Pismîrê Troyayî, bi agirê wê dişewite û xwe nêzîkê wê dike. 

Di dawiya pevşabûnê de Xwedawenda Aphrodît, bi keyf; wiha bang lê dike: “wê ji min re, kurekî te were dinyayê. Wê ew bibe qralê Troyayê. Û wê zarokên zarokê wî jî, çêbibin. Heta bêdawî ye.”

Xwedawenda Aphrodît, van şîretan jî lê dike: “Zarokê te ê ku wê ji min were dinyayê, wê ez ê wî bidim Nymphaîyan û wê ew ê, wî mezin bikin. Di pênc (5) saliya wî de, wê ez ê wî bi te bidim nas kirin.

Lê peywist e, tu carê nebêjî ku zarok ji min e. Nexwe wê Zeusê mêrê min, wê te bi birûskê bikuje.” Piştî ku Aphrodît gotinên xwe diqedîne, lê dide diçe. 

Li gorî mîtoseke din jî: Ankhîses di sozê xwe de nesekinî ye û di rojaka serxweşiyê de, qala wê pevşabûna xwe û Xwedawenda Aphrodît kiriye. Ji ber vê qalkirina xwe jî, felcoyî bûye. Tê gotin ku, qop bûye û ji ber vê sedemê ye ku, di dema reva şerê Troyayê de Aîneîas, wî dabû pişta xwe…

Ali Gurdilî

[email protected]

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…


Nûkirina Dawî : 01 Dec 2013 17:49

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)