Mîtosa Qral Mîdasê Guhker
Mîtosa Qral Mîdasê Guhker
Qralê Phrigiayê ê efsanevî. Bi dewlemendiya xwe navdar e. Rojekî qencîyeke bi Dionysos re dike û li ser vê qencîya wî, Dionysos radigehîne wî, ku wê ew mirazeka wî bîne cîh. Midas jî jê daxwaz dike, ku ew dixwaze dest bide çî; ew veguhere zêr. Dionysos, vê miraza wî tîne cîh. Lê bi demê re hemû tiştên ku Midas dest dida wan; zindî û mirov jî, hişk dibûn dibûne zêr. Li ser vê yekê, Midas ji Dionysos dixwaze ku vê sêhrê ji holê rake. Dionysos, vê miraza wî jî tîne cîh. Piştî ku Midas, diçe û xwe di çemê Patokles de dişû, sêhr ji holê radibe. Ji wê rojê ve, qûma di binê çem de; wek zêr dibiriqe. Li gorî rîwayeteka din jî di pêşbirka muzîkê ya Apollon û Marysas de, ji bo ku raya xwe nedaye Apollon; Apollon guhên wî gelek mezin kirine û wî kiriye guhker.
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.