Mîtosa Leda û Zeus

Mîtosa Leda û Zeus

Mîtosa Leda Û Zeus  

Kastor û Polydeukes, ku bi navê zarokên Zeus têne bi bîr anîn; zêdetir li Îspartayê û Argolîsê, wek Xwedayên ciwanî û sporê, têne hesibandin. Herdu jî, ji Ledayê çêbûne.

Li gor mîtolojiya yewnan, ZEUS ji bo ku bikaribe Ledayê ji rê derxe û pêre razê, xwe xistiye şiklê qubeqazê û pê şa bûye.

Kastor û Polydeukes, wê rojê dikevin malzaroka diya xwe. Navên wan, di gelek efsaneyan de derbas dibe. Piştî gelek bûyeran, hildikişin ezmanan. 

Ledaya diya wan jî, jina qralê Îspartayê ye. Ji lehêngên Îlîadaî; Helene û Klymnesrta jî, du keçên wê, ên ji Zeus in. Helene, ji aliyê Theseus ve tê revandin.

Lê birayên wê Atînayê vedigrin û xweha xwe tînin Îspartayê. Li Yewnanîstanê hemû xort dixwazin, ku pêrê bizewicin. Lê Helen bi Menelaos re dizewice. Kurê qralê Truvayê, wê direvîne Truvayê.

HELEN bang li ciwanên Atînayê dike, da ku ew wê xilas bikin.

Bi vî awayî jî, şerê Truvayê dest pê dike. Piştî ku Parîs di şer de dimre, Helene bi birayê wî Deîphobos re dizewice. Di dawiya şer de jî, dizivire Melenoasê. Li gor baweriyekê, piştî mirina xwe; Helen derketiye qata Xwedayan…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

 

Bersivekê binivîsin