Mîtosa Kyclopsên (Cyclops, Kylopên) Yekçavî

Mîtosa Kyclopsên (Cyclops, Kylopên) Yekçavî

Mîtosa Kyclopsên (Cyclops, Kylopên) Yekçavî

Di mîtolojiya yewnan de, dêwên bi yekçav in. Zarokên Poseîdon û Amphîtrîteyê ne. Kyklop ji Xwedayan ne ditirsiyan, zilimkar bûn û bi goştê mirovan xwe xweyî dikirin. Li gor Homeros, Kyklop şivanên qorsan in û di şikeftan de dijîn. Di dema vegera Odysseus ya ji şerê Troyayê de, Kyklopê dêw; dibê êsîrê Odysseus û Odysseus, bêgav dimîne ku wî bikuje. Dema ku Poseîdon bi kuştina kurê xwe dihise, hezar bobilatan tîne serê Odysseus û zilamên wî. Li gor Hesîodos, Kyklop sisê ne û zarokên Gaîa û Uranos in. Brontes, Steropes û Arges. Ango gure gura ewran, çirûsk û birûsk. Ji aliyê bavê xwe hatine hepiskirin, lê piştra Zeus wan xilas kiriye û di şerê Tîtanan de alîkariya wî kirine. Li gorî rîwayetekî jî Kyklopan, kurê Apollon kuştibûn. Li ser vê yekê Apollon, wan dikuje û tola xwe ji erdê hildide. Li gorî hindek rîwayetan jî Kyklop, alîkarê Hephaîstosê Xwedayê agir bûn û li cem wî hesinkariyê dikirin.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin