Mîtosa Bilbil

Mîtosa Bilbil

Mîtosa Bilbil

Aedon, keça Pandareos û jina Zethosê Thebaîlî ye. Amphionê birayê Zethos, bi Nîobe re dizivice û gelek zarokên wan çêdibin. Digel ku gelekî ji zarokan hez dikin jî, yek zarokekî Aedonê û Zethos çêdibe û navê wî jî datînin Îtylos.

Aedon, jinbira xwe ya ku diya gelek zaroka ye dihezide û dixwaze ku şevekî lawê jinikê yê mezin bikûje. Lê bi xeletî, di dewsa lawê jinbira xwe de, dema ku lawik di xew deye, lawê xwe dikûje û dibe kûjera lawê xwe.

Ji vê xeletîya xwe êşeka wiha mezin dikşîne ku Zeusê xwedayê xwedayan, wê dibexşîne. Lê tê rehmê û wê vedigeherîne bilbilê. Bilbila Aedon, ji wê rojê ve her dixwîne û dibêje ‘Îltyos! Îltyos! Îltyos’ û bi xemgînî û êşeka mezin, digirî.

Çîroka Duyemîn Ya Îtylosê Kurê Aedon (Mîlet)

Li gor vê çîrokê jî Aedon, keça Pandareosê Mîletî û jina Polytekhnosê hunermend e.

Bi mêrê xwe re, li Kolophonê jinayeke bextewar dijî. Ji vê zewacê lawekî wan çêdibe û navê wî datînin Îtylos. Ji vê bextewariyê har dibin û xwe li qûretiyê girê didin. Ji bo ku di bextewarîyê de xwe beramberê Zeus û Herayê dibînin û dibêjin, em ji wan bextewartir in.

Hera wek cezayekî xwedawenda Erîsa ku xwedawenda qirênê ye, berdide ser û gohên wan. Mêr û jin, dibin dijminên hevdu û dikevin pêşbirkan. Polytekhnos seyereyan (erebeyan) çêdike û jina wî Aedon jî, hirîyê dihêre.

Kê karê xwe zû biqedîne, wê ji yê din re qerwaşekê (yeka ku nava malê pakij dike) bîne.

Pêşbirkê Aedon bi serfirazî diqedîne û mêrê wê jî, ji bo wê diçe xweha jina xwe, tîne mala xwe. Lê di rê de bi destekarî xwe li bin kirasê wê dide û wê diherimîne.

Piştra, wê dixe şûna koleyekê û jêre dibêje ‘hege tu behsa vê serpehatiya xwe bikî, wê ez ê te bikûjim. Tu ji Aedonê re qet nebêje ku ez xweha te me jî.’

Piştra, keçikê wek qerwaşekê dide Aedon. Aedon, rojekî dengê xweha xwe dinase û tê bîra wê ku ev qerwaş xweha wê ye. Herdu xweh biryara tolhildanê didin. Îtylos dikûjin, wî dikin şîva êvarê û didine bavê wî Polytekhnos. Dema ku Polytekhnos têdigihêje vê yekê, dîn û har dibe û dixwaze ku herdu xwehan bikûje.

Lê Zeus dikeve navbera wan, yekê dike bilbil û ya din jî dike meqesok.

Çîroka Aedonê Ya Sêyemîn (Atînayê)

Prokne û Philomela, du keçên Pandîonê qralê Atînayê ne. Prokne, bi Tereusê qralê Trakyayê re dizewice û bi navê Îtys lawekî wan çêdibe. Lê Tereus bi Philomela re şad dibe û ji bo ku nikaribe serpêhatiya xwe ji xweha xwe re vebêje, zimanê wê dibire.

Herdu xwe jî piştî biryara tolhildanê Îtys dikûjin û goştê wî didine bavê wî. Xwedayên yewnan jî, ya Prokneyê dikin bilbil û ya Philomelayê jî dikine meqesok.

Ya Tereus jî vediguherînin çîvîka dawudê dunikil.

Arîstophanes di komedyaya xwe ya bi navê ‘Çivîk’ de ji devê dawidê dunikil wiha vedibêje:

‘Şiyar bibe ey bilbila reben şiyar bibe,

Bilivîne wî zimanê xwe yê xwedayî,

Bibêje wê êşa xwe ya di dil de,

Bilobîne,

Tiştê ku hate serê lawê me Îtys,

Bila ji sitûyê te yê sorik wek av biherike,

Dengê ku navê lawê me dipitpite,

Bila ji daristanên şîn hilkişe esmanan,

Apollonê xwedayê qezîzer,

Bila bibihise van êş û olanan,

Bila bersiveke bide te,

Bila koroyên xwedayan, ava bike li esman û awazên ku ji lêvên te yên zindebar der diçin,

Bila tevlî dengê te bibin di bextewariyên gewre de.’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin