Mîtosa Artemîs û Orîon

Mîtosa Artemîs û Orîon

Mîtosa Artemîs û Orîon

Li gor mîtosên yewnan tê gotin ku Artemîs rojekî çav bi nêçîrvanekî gir û bejinbilind dibe û dil dikeve wî. Navê vî nêçîrvanî, Orîon e. Artemîs hewqas bibû evîndar û bi eşqeke mezin jê hez dikir ku sonda xwe ya nemêrkirinê jî daye alîyekî û xwestiye ku pêre bizewice.

Lê Apollon ne xwestiye ku xweha wî bi vî zilamê giregerê qirase re bizewice.

Apollon ji bo ku bikaribe xweha xwe ya Artemîsê ji vê zewacê bizivirîne, gelekî di ber de daye, lê Artemîsê guh nedaye birayê xwe.

Apollon piştî ku nikare Artemîsê ji rêya wê bizivirîne, gelekî diqehire û ji ber vê evîna wê ya mezin, xweha xwe dihezide.

Apollon piştî ku fêhm dike wê nikaribe bi delalî xweha xwe ji vê xwesteka wê bizivirîne, vê carê radibe serî li fêilbaziyê dide û dixwaze ku ya Orîonê nêçîrvan, ji holê rake.

Orîon rojekî dikeve behrê û sobeberîyê dike. Ji kevîya behrê hewqas dûr dibe, ku serê wî ji dûr ve dibe wek niqteyeka reş.

Apollon wê demê bang li xweha xwe dike û jêre wiha dibêje: ‘Ma tu dikarî tîra xwe heta wê niqteka reş bişeynî û lê bixî?’

Artemîs bi kelecaneka mezin dibêje: ‘Belê, ez dikarim.’

Û beyî ku bizanibe ew niqteya reş Orîon e, nîşan li serê dildarê xwe digre, tîra xwe vedizilîne û berdide. Tîra Artemîsê, dikeve serê Orîon û Orîon diçe ser heqîya xwe.

Piştî mirina Orîon, Artemîs dikeve nav xemgînîyeka mezin, xwe li pişt ewran vedişêre û nema şêvên tarî ronahî dike.

Di dawîyê de Artemîs dertê qata bavê xwe Zeus û jê dixwaze ku bila ew ya Orîon bike tîmeka stêrkan û wî derxe esmanan.

Xwedayê Zeus, vê xwesteka keça xwe naşikêne û ya Orîonê nêçîrvan wek tîmeka stêrkan derdixe esmanan…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

 

Bersivekê binivîsin