Mîtosa Arethusaya Periya Çemê Alpleîs
Mîtosa Arethusaya Periya Çemê Alpleîs
Arethusa, li Yewnanîstanê navê perîya çemê Alpleîs e. Alpherîosê Xwedayê çem, dil dikeve wê û dixwaze ku wê bigire. Arethusa heta girava Ortygîayê dibeze, ku nêzîkê Sicîlyayê ye û li wir, xwe diavêje bextê xwedawenda Artemîs. Artemîs ji bo ku bikaribe wê ji Alpherîos rizgar bike, li girava Ortygîayê wê vediguherîne kanîyekê, ku Alpherîos wê wiha dibîne, gunehê wî pê tê û wê vediguherîne çemekê ku xwe berdide behra Egeyê.
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.