Mîtolojiya Misrê

Mîtolojiya Misrê

Mîtolojiya Misrê

Mîtolojiya Misrê ji mîtolojiyên neteweyên din, bi xetên sitûrî; cihêrengiyeke nîşan dide û ne gengaze ku mirov bi dilêrîneka mantîqî ya îroyîn, vê mîtolojiyê fêhm bike.

Li vê derê, hemû tişt bi sembolan hatine derbirîn. Lewra bingeha vê mîtolojiyê, ne bûyer in; ramanên felsefî ên ku xwe li pişt van bûyeran veşartine, ne.

Misriyên kevin, gelekî ji efsûn û efsûnbazan bawer dikirin. Carinan efsûnbazan bi Xwedayan re yek dîdîtin.

Li gorî baweriya wan efsûn, bûyerên xwezayî bûn û di mîtolojiya wan de, efsûnê cîhê xwe girtibû. Li gorî mîtolojiya Misrê, çavê Horus ji aliyê mamê wî Seth ve, di dema şer de hatibû kor kirin.

Tothê damezranerê zanist û tibbê, perçan dide hev û çavê wî cardin baş dike. Lê perçeyeka wî a biçûk, kêm e û ew jî ji aliyê Toth ve; bi efsûnê tê temam kirin. Piştra ev çavê Horus wek sembola dûrbînî, destnêdana laş û zayendeyatiya bêdawî; li ser keştî, seyare û wazoyan, bi armanca ku wê ji nezerê biparêze hatiye bikar anîn.

Li Misrê qral Firewn, Xwedayek e û dikare bi Xwedayên din ên welat re hevaltiyê bike. Axlebê Firewnên Misrê, zilimkar, zordest, bêrehm û şervan in.

Berîya Zayînê di sedasla 14.- an de Amenoisê IV. ku li ser hukum bû, ji bo ku baweriya yekxwedayî parastiye; ji aliyê rahîbên Amen ve hatiye kuştin.

Zagonên Îlahî ên Misrê, sereqet û naguher in.

Xwedayê Ra, ku Xwedayê Rojê ye; Xwedayê herî raser tê pejirandin. Lê dema ku em li dewra arkaîk ya Misrê mêze dikin, em dibinîn ku li warên cuda; Xwedayên cuda girîng hatine dîtin.

Li Heliopolisê Ra, li Memfisê Ptah û li Busirisê jî Osiris, Xwedayên girîng têne dîtin. Ji bo Misrîyan, tu carê mirin tune.

Bi awayekî berdewamî ji Osirisê, (nîv- mirin) derbasbûna Horusê (nîv- jiyan) û ji wir jî cardin, derbasbûna Osirisê heye.

Ji ber vê yekê jî, piştî mirinê Misrîyan qral- Xwedayên xwe mûmya kirine û wek zindiyan, hemû pêdiviyên wan ên xwarin- vexwarinê pêk anîne…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin