Dawî...

Destpêk > Felsefe > Mirov û Siberoja Felsefeyê

Mirov û Siberoja Felsefeyê
Parvebike!

Mirov û Siberoja Felsefeyê

Vajbawerî, agir berdidine dinyayê. Tiştê ku dê wî agirî bitemirîne, felsefe ye.     

Voltaîre

      Di desta yekem de, bêguman mirov dikare bibêje ku felsefe; lêgerînek bêdawî ya mirovî ye û heta hetayê jî, dê ev lêgerîna mirovî berdewam bike. Felsefe, bi bikaranîna aqil û hişê mirovî dest pê kiriye û wisa xwiya dike ku, dê hebûna xwe ya bi vî hawî herdem berdewam jî bike. Felsefe, ne zanistek e û ti caran, nexwestiye ku xwe bigihîne encam/zanyariyên misoger û naguher. Jixwe, di demên dawî de hatiye destnîşankirin ku zanayiyên zanistî jî, ne zanayiyên mayende û naguher in û dikarin werin guherin yan jî, dibe ku çewt jî hatibin zanîn.

Di vê xalê de, em carekê din rastê hêzdarî û mafdariya felsefeyê dibin. Heke felsefeyê ji hemû tiştan gumanê nekiriba, bêguman nikaribû bibe maka hemû zanistên îroyîn. Ji xwe, tiştê ku felsefe û zanistê, ji hevdu cihê dike jî ev helwesta felsefeyê ya gumanber û rexnekar e. Lewma jî, em dikarin bibêjin ku heta mirov aqilê xwe bikar bînin, bi awayeke aqilane tevbigerin û bi şik nêzîkî mijarên têkildar bibin; dê felsefe jî, ji holê ranebe û hebûna xwe bidomîne.

Heta radeyekî, mirov dikare bibêje ku dê mijarên felsefeyê, berfirehtir jî bibin. Çimku fîlozof jî, di civakê de dijîn û jê ketumet dibin. Girêdayî vê yekê; pirs yan pirsgirêkên ku di civakê de têne dîtin, bala fîlozofan jî dikşînin û dibin babeta lêkolînên wan. Mesela piştî Şoreşa Sanayiyê, Şoreşa Fransî û Daxuyaniya Gerdûnî Ya Mafê Mirovan, têgeha demokrasiyê zêdetir derketiye pêş û vê yekê, gelekî bala fîlozofan kişandiye. Niha jî, di civakên hemdem de; <rewşa mirovan ya biyanîbûnê> xwe daye der û di civakên wê de yê sanayiyê de, tenêtiya mirovan her diçe zêdetir dibe. Di vê xalê de, em dibînin ku ev pirsgirêk zêdetir dibe mijara fîlozofan û felsefeyê.

Li gelek welatên Ewropayê, niha Navendên Felsefeyê têne vekirin. Di wan navend/xwendegehan de, felsefeyê fêrî mirovan dikin. Bi saya rêbaz û zanayiyên felsefeyê, mirov dev ji zanayiyên/nêrînên xwe yên bawerhişk berdidin û dibine xwediyê awireke felsefî ya rexnekar û kêrhatî. Zagona bingehîn ya xwezayê, weke zanîna we ye ku; guherîn e. Hemû tişt, diguherin û mîna xwe namînin.

Di vê rewşa guherîna bilez û hêzdar de, bêguman têgihiştina bûyer/kirûyên xwezayî û civakî jî, gelekî zehmet e. Lê bi saya felsefeyê, mirov dikarin têbigihêjinê wê guherînê, dev ji ramanên xwe yên kevin berdin û li xwe werin. Di siberojê de, mîna Navendên Psîkolojiyê; dibe ku Navendên Felsefeyê jî zêdetir bibin û xizmeta mirovan, ya têgihiştineke çaktir bikin.

Ê baş e, tiştên ku felsefe fêrî mirovan dike çi ne?  

Bi saya felsefeyê, mirov fêrî fikirîna kûr ya nedîtbar dibin. Aqilê xwe, çêtir bikartînin. Bi awayeke çavkorî, hemû tiştan qebûl nakin. Tiştek dema ku ji wan tê xwestin, bişik nêzîkî wî tiştî dibin û lêdikolin. Bi saya felsefeyê, mirov çêtir têdigihêjine hêjahiya mirovan, civak û xwezayê. Hesta xweşdîtinê/toleransê, çêtir dinasin û bi çavekî pîroz, li tu tiştan mêze nakin.

Helwesta felsefeyê ya rexnekar û gumanber, rê li pîroziyên naguher digre û zanayiyê dike tiştekî guhêrbar û kêrhatî. Mirovên ku haya wan ji felsefeyê heye, girîngiyê didine ramanên mirovên din jî. Çimku ew baş dizanin ku ramanên rast, ne tenê ramanên wan in û hewlesteke mirovî, nîşanî mirovên din jî didin.

Hasilê; di roja me ya îroyîn de, mirov dikare bibêje ku felsefe êdî ne tenê tiştekê utopîk e. Di pratîkê de jî, gelek tiştan fêrî mirovan dike. Mîna exlaq, ol, siyaset û zanistê; felsefe jî rahişmendiyeke mirovî ye û wê di civakên hemdem de, bêtir bikeve xizmeta mirovan.

Ali Gurdilî

[email protected]

02.10.2014


Nûkirina Dawî : 12 Oct 2014 18:24

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)