Mirov û Ramana Pîroziyê

Mirov û Ramana Pîroziyê

Mirov û Ramana Pîroziyê

Dema ku mirovên pêşîn, ku hê nû nû bi hebûna xwe û bi hêza fikirînê hisiyabû, rastê hindek bûyerên xwezayî hat û hêza wî negihijte şirovekirina van bûyeran; wê demê rabû li heyîneke bihêztir geriya, ku vê heyînê xwe li hemû hawirdora wî rapêçabû. Çimku avê wî dixeniqand, agir wî dişewitand û bayê jî wî kaş dikir.

Li hemberî vê yekê mirovê pêşîn wiha fikirî ku heyîneke ji wî rasertir heye û xwe li hemû warên jiyanê rapêça ye û gerdûnê bi rê ve dibe. Mirovê pêşîn wiha fikirî ku ew jî perçeyekê vê heyînê ye û heke ew tunebe, ew jî bi serê xwe tenê nikare jiyana xwe bidomîne.

Ev ramana mirovî, di civakê de demeka dirêj berdewam kir û rojekê gihêjte radeyake wiha ku bûn delk û zagonên civakî. Bûne perçeyeke jiyana mirovî, perestgehên yekemîn hatin avakirin, oldarên yekemîn di perestgehan de xwe bi cîh kirin û hêdî hêdî ol bû serdetsê hemû jiyana mirovî. Perestgehên wê demê jî, bûn banqeyên toxim û zadê, bûn saziyên alîkariyê, bûn xwarinxana feqîran hwd.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.02.2015  

Bersivekê binivîsin