Mirov Heyîneke Haydar e

Mirov Heyîneke Haydar e

Mirov Heyîneke Haydar e

   Tişt û heyberên ku dorhêla me dagirtine tev hene lê ji hebûna xwe haydar ninîn û ti car jî nikanin jê haydar bin. Çimkî ji potansîyel û derfeta ji xwe haydarbûnê bêpar in. Lewra ji encamên ku xwe disipêrin hay ji xwe bûnê jî bêpar in. Bo nimûne, rewşa xwe û çiyetîya/mahîyeta xwe nikanin biguherînin û hezaran sal di ser re derbas dibin lê dîsa jî her ew tişt û heyberên ewil in; av heman av e, dar heman dar e û masî heman masî ye. Ku bi hezaran sal berê çi bûn îro jî her ew in. Bi gotineke din, ne hebûna wan û ne jî çi-bûnî û çiyetîya wan bi destê wan e û ji her du alîyan ve mehkûmî rewşeke îcbarî ne. Di nava wan de heyînek bi navê mirov heye ku wî jî hebûna xwe ne bi destê xwe ye û ji vî alî ve bi wan re hevpar e; lê ji heyîna xwe haydar e, lewra li ser çi-bûnîya xwe xwedî biryar e û bi vê yekê re ji heyberên din cihêdar e. Mirov dikane ji heyîna xwe haydar be û her vuha ji haydarbûna xwe jî haydarbe; ango him hay ji heyîna xwe û him jî hay ji haya xwe hebe. Dema şiûr û zanahîya mirov ber bi wanek û heyberan ve diqeside û xwe bi ser wan ve berdide zanyarîyên pileya yekem diwelidin (wek jeolojî, fizîk, teolojî, civaknasî û hwd.) û dema gavekê paş de davêje û li xwe difitile an li xwe hûr dibe jî zanyarîyên pileya diyem diwelidin (wek zanistnasî, felsefeya zanyarîyên însanî, felsefeya mentiqê, felsefeya hiqûqê û hwd.). 

Haydarî û zanabûnî rê li ber mirov vedike daku bikanibe rewşa xwe û şert û mercên li dora xwe biguherîne û ji heyîna xwe re xeftanekî li gorî dilê xwe bidûre. Guherîn her tim di pêy zanabûn û şîyarbûnekê re diqewime. Heta ku haya me ji mijarekê tinebe, me jê fêm nekiribe û neketibe tûrê eqlê me û di (h)ûrê dahûrandinê de nehatibe hêrandin em nikanin ti guherînekê di wê mijarê de pêk wênin. Yê ku dixwaze bêyî zelalkirina rewşê dest bi guherandinê bike mîna kesê ki di tarîyê de tîr davêje dimîne; ti cara nikane li hedefê xe û lê bixe jî bi tenê rasthatinek an tesadufek e. Lewra çalekîya di tarîyê de kor e û jê ti encamek dernakeve.

Gava mirov bere bere dibe heyînek hişyar û haydar û wek heyînekî bi heyînê dihese, mîna masîyê kû hênê bi avê hesîbe xwe di nava behra bêser û bin ya heyînê de heyîrî û matmayî dibîne û bi xwe re dikeve gotûbêjeke kûr: Ma ji heyînê mezintir mucîzeyek heye? Çima heyîn li şûna ku tinebe heye? Gelo dibû ku heyîn tinebûya? Ango dibû tinetîyê şûna heyînê  dagirta? Heyîn çi ye? Qevrandina tinetîyê ye? An tiştekî xwedî bandûr e? Yan têgînekî hewqas zelal û vekirî ye ku pêdivîya xwe bi pênasekirinê nîne? Gelo li derveyî zihnê mirov heyîna saf û xwerû ya ku bi tenê heyîn be ango bê-çiyetî be heye? Taybetmendîyên herî gelemper yên heyînê çi ne? Çima rûpelên herî ewil û rûpelên herî dawîn ên behra heyînê wunda ne? Tirê/gelo di wan rûpelan de çi hatiye nivîsin? Û ji hemîyan girîngtir jî heyînekî ji xwe haydar yê bi navê mirov çawa di vê behra heyînê de peyda bûye? Ji kû ve hatiye? Bo çi hatiye? Dê bi kû ve biçe?

Helbet dema me got ‘mirov heyînekî haydar e’ mebest ne ew e ku her mirovek bifîîl haydar e anku hema a niha ketibe pêvajoya ji xwe haydarbûnê; belkî mebest jê ev e ku potansîyela hay ji heyîna xwe bûnê bi awayekî tam û temam pê re heye ango heyîna wî dikane ji serî heta binî  tev bibe pêtek hêşyarî û agahî. Piranîya mirovan heya dawîya temenê xwe di hembêza bawerîyên xwe, dîroka xwe û di hembêza hemû ew dîyadeyên ku aîdî xwe dibînin de bi xewe diçin û bêyî ku ji xwe pirseke cîddî bikin û xwe bi her tiştê xwe ve radestî kêra tûj a eqlê rexneger bikin ji dinyayê koç dikin û diçin.

Gelek kartêkerên mîna helwesta şikber, heyîrîna li hember heyînê, tîna heqîqetê, derdê azad kirina xwe û bişkivandina bizrên hizr û erdemê yên di canê meriv de veşartî ne, divê di hindurê mirov bigihêjin hevûdu daku qesidîna ber bi haydarbûneke seraser ve destpêbike. Bêguman dema heyîna însanî bibe heyîneke hişyar û haydarîyeke ontolojîk biqewime dê bandûra wê bi şiklekî daîrewî firehtir û firehtir bibe heta ku hemû warên jiyanê bigre ber xwe. Eynî wekî pêl vedana ji ber kevêrê ku hûn davêjin nav goleke pengivî; hetanî ku pêl xwe negihîne kevîya golê ranaweste.

Erd û ezman, ba û baran, sitêrk û gerstêrk û heyv û roj tev di govandeke bênavber de ne, ji bona çi? Ji bona ku ew tev dixwazin bi rêya min û te xwe bigihênin niqtekê, dixwazin ez û tu di nav xiflet û tarîyê de umrê xwe telef nekin û jiyaneke haydar û tijî bextewerî  bibe nesîbê me.

Ferzan Yezdanî         

31.05.2016

Bersivekê binivîsin