Mîr Qasimlo: Felsefe, di tariyê de gera çiruskekê ye.

Mîr Qasimlo: Felsefe, di tariyê de gera çiruskekê ye.

Mîr Qasimlo: Felsefe, di tariyê de gera çiruskekê ye.        

Felsefe rêbaza dewlemendkirina zemîn û bêdera bingeha zanyariya mejiyê tekakesî û civakê ye. Civak û kesên xwedî mejiyekî dewlemend ku “pirs û gera bersivan” ji xwe re kirî rûgeh (kible) di heman demî de xwedî karektere jî. Karektereke çik, hejwer ku pirosesa temambûna binyada xwe berev kutabûnê ve birî.

Karekterekî gumanbar ku bêyî lêpirsînê, bi awayê xuyayî ji ti dîtbariyan bawer nake.

Jixwe li cihê lêpirsîn hebe, li wir hêsta naskirina doralî jî pêk tê û ev pirosesekê ye ku bi xwe re refleksên fêmbar jî diafirîne.

Mesela; Jinekê bi mêrekî re reqisiye, rê daye wî mêrê ku ew ji beden û quzê wê hez bike. Ku ev çalakî bi riyên ne fêrmî pêkhatibe, li gor kes û civakên bêfelsefe; xweşdaber e-Qehpik e. Lê li gor kes û civakên xwedî felsefe û ramanwer, tişta ewil;  pirs e. Pirsa sedemên pêkhatina navhatiye. Jixwe pirs destpêka naskirina bûyerê û gera bersivstendinê ye. Naskirina  hêla derûnî û rengên seansên jiyana jina navhatî.

Mesela; Ji tebeqeya olî Şêxekî nexwenda, asosyal û bi ser de quzhez rabe zewaca keçikek 9 salî bi sipartina huquqa islamê û biranînên pêşrevên islamê ve girêdayî rewa bibîne, ku reaksiyona li hemberî vê karesetê; (demekê pêşrevên ola îslamê tistekî dizanîbûn) be, nexwe ev reaksiyon hîçbûna xwediyê xwe dide diyar kirin. Ku pergala aqil têkçûbe, hebûna ruh û bedenê, di helwesteke wiha budaleyî de nola maşînek bi proxrameke sînorkirî ye. Yanî bi helwesteke wiha ji hikmê aqil dûr, hikara ruhê saf bi qasî bedena mî’yek jî ne bikêr e.

Herwiha, aniha ji serokekî kurd yek rabe û bi adaniyakî forswer bibêje; Ey kurdno, min niha gillika diya we, û ez ê we wek keriyek pez bikarbînim, heke bersiva li hember raberkirina hêrsekî wiha bêrumetker (Bavo ma çi hêjatiya kîrê te heye ku tu wî dikutî gillika diya me?) ne be, nexwe di hal û ruhîyeteke wiha de gıyan mirî ye, aqlê ku çavdêrî û sîwana parastinê li rumet û pîvanên însan dike,  biloke bûye. Qey pêkan e ku mirî helwestwer bin.  

Niha, bi baweriya min kurd dev ji felsefeyê berdin, hê negihane perava wê. Bi tevî ku felsefe herî zêde ji bo kom û civakên bi prensibên jiyanê sed sal li pey civakên xwedî dezgehên xwe birêvebirinê, xwedî sermayeke kulturî, felsefeyî ne, hewce ye jî, mixabin civaka kurd bîr bi hewcetiyeke wiha lezgîn nebirine. Ji ber bîrnebirineke wiha ye ku di rewşa îroyîn ya jiyana kurdan de meriv nikare rastî pêkhatinên rewnaq, guftugohên devkî, nivîskî û atmosferên rêravîker were. Bi zikûpişt zana û nezanên kurd, di mijara felsefeyê, zanyariyê de xwedî kirasekê ne. Yanî di kurdan de, binyadeke rewşênbîrî ku bi awayê pozitif rûneniştiye. Heta meriv nikare bibêje di kurdan de kategotiyekî xweser ya rewşenbîrî heye. Kes û xuyayiyên di nav gurrahiya gel û li ser  dika medyayê de wek rewşenbîr tên zanîn, di esasê xwe de asosyal û berdevkin. Sînorê ramanweriya wan heta ber deriyê şêmûka îdeolojiyên dihundirîne ye. Di dewsa xwe bi aktîviteyên xwedî karektereke pêşrev û ronbar ku civak jê sude werbigirin de, biwestînin, qelemên xwe wekî gulleya li devê demançeya rêxistinan bikartînin. Pişta xwe dispêrin rêxistinan û zemîna dijminatiyê di navbera kurdên ku ji aliyê rêxistinan ve hatine parsel kirin de, avadikin.

Ka bêjin? Kîjan rêxistinên olî, sosyalîst û pergalên heyî yên dewletên rojhilat tehemulê civakek ramanwer dikin? Civak û di nava civakê de kesên azad û rewnaqwer, ji bo wan nola şur in. Tehluke û xeternakin. Ji ber ku bo ew dihatuya sistemên xwe yên  destpotîk emirdirêj bikin-erê bikudînin, pêdiviya wan bi hevdilên bêvin, bêpirs, bêperspektîf, bêqisawet heye. Ji bo bêhikarkirina sîstemên wiha teng, rewşenbîrên bendên xwe qetandî, xwedî felsefe û bi ramanweriyeke serberdayî dizaynbûyî hewce ye, yan jî yên heyî ciger bi mebesteke wiha nebin, civak bitevhevî dibin zeviya bikarbar ya pergalên dewlet û rêxistinên Rojhilat. Ji ber vê egerê ye ku-erê em dikarin bi dilhesayî raber bikin ku  di gelek mijarên zanyarî, kulturî, dramî, millî,  însanî de, helwesta kurdan ji bêhelwestî û bêserîbûna keriye pez wêdetir e. Ji ber ku bêlêpirsîn e. Di têgihiştina bûyerên de qels e, nikare şîrove jî bike. Li hemberî tişt, bûyer, pêkhatin, erdhej û qewmînên bi mezinbûn û razbariya xwe ji kapasiteya lokal ya civakê berfirehtirin de ditewe,  axirî jî ber ku tênagihê, îteat dike.

Erê, heke îro di kurdan de hêla îteatkarî rûniştibe, sedema sereke bêparbûna ji hêla nasîner  ya felsefeyê ye.

Di kurdan de, di meseleya millî de jî têgihiştinekî gurra bi frenkansên millî tune ye. Hezkirinekî felsefîk a lêger ku deriyên frenkansan li pêşiya veguhertina qedera dihatû û siberoja kurd veke û civaka kurd bi perwazkirineke kûrbin ve ber bi ramanweriyeke bêxayan bibe, tune ye. Tişta heyî ew e ku bi fêmkirineke lokal li ser bêstatûbûn û bênasnamebûnê şerê îdeolijiyan û partiyan e-erê ev geremol bi awayekî muridî-fanatikî tê piraktîzekirin. Halbukî, giyaniyên kurd xwe bi riyên naskirina rasteqiniyê dizayn bikirana, li hember her cure pêkhatinê gumanbar tevgeriyana, guman jê re nîn e ku wê bêyî ji her pêkhatinê re li defa hewarê bixistana, kêliyekê ji dema xwe ji bo bejingkirina fıkra hatî pêşkêş kirin veqetandina. Cihê mixabiniyê ye ku kurd di derbarî vî babetî de ji pileya pasîf ya murîdweriya cemietên îslamî ya îroyîn derneçûne.

Ev ne tenê di mijara siyasetê de wiha ye. Di mijara wêjeyê de jî heman bêserûberbûn û bêasoyetî, bêmejîçelqandin heye.

Di wêjeya me de pir kêm karekterên wek Anna Karenina hene ku em pê xwe li feştiyekî astbilind bişidînin.

Di wêjeya me de mêr ya melenkolîk e, ya şoresgerekî şikesti ye, ya bi qalibê fêrkeriya civakê tecawizkare yan ji axayek e. Di hemû karekterên navhatî de xwîn tune ye. Xwînkirin tune ye. Mekanizmeya hundirin ya bo bejinkirina bagerên ruh miriye. Vegotina çîrokan jî bi derûnekî şikesti ye.

Çima derûniyeke şikestî? Ji ber ku gava giyanî derbarî xirabî û nedilxweşiyên dijî de xwedî aqlekî pirsker û bersivxwaz nebe, dibe êsirê jiyanê, nikare jiyanê bo xwe bike qayika erdem û raseriyê.  Jixwe karekterê jin bêkesayet e. Wekî pirogramek tenikî ye. Ku tu pê li pişkoka wê neke, liv lê xuya nabe. Li chê ku liv, hewl, raberkirina tercihan, helwestaravînada li hember neyîniyan nîn be, li wir felsefe tune ye.

Felsefe wekî me got di tariyê de gera çiruskekê ye û ji heyînên rûniştî yên bi sînor heznake. Gava karekterê me ji me re behsa tiştên derveyî tiştên rutin yên nas nekin nexwe li wir ezimantina taritiyê heye. Nexwe li wir hewla zêdekirinê tune ye. Nexwe li wir di meşa şîvereyekî bifettilok de bîr bi riyekî firehtira santral tune ye. Axirî bo di her warî de, ji bo zêdetir naskirin û şîrovekirin û bejinkirina bi mabesta zeftkirina rasteqîniyê yên derbarî babetên sosyal, zanîn, mejiyî û fikrî de, divê kurd konên xwe ji girdekan bigirin berev serejorên lûtkeyan ve bibin da ku di bêdera jiyanê de hikm li darîçaviyên jiyanê bikin. 

Di mesela wêjeyê de mesele ne ew e ku em wêje û felsefE wekî du pêdeçûnên sedesed resen yên ji malbatekê dibînin. Lewra aqil û pêdeçûnên gumanbar û ramanwer, hest-dil-dilîniyet du seans û reqsên cihê ne. Erê kul ew e ku çawa di meseleyên din de binyadeke lêger nîn e, di wêjeyê de jî ev wiha ye ku ev lewazî jî ber nînbûna binyadeke sosyal û felsefîk e.

Mîr Qasimlo

10.03.2016 

Bersivekê binivîsin