Miletekî Jixwebawer

Miletekî Jixwebawer

Miletekî Jixwebawer

Çima em miletekî wisa dixwazin û ew ê çawa ev hişmendiya jixwebawerbûnê bê vejînkirin?? jiyana bi tenê, carine na bes e ji bo bextewariyê û saxiya piskolojiyê. Ji xwe derdekî kurdan bi vê şêweyê tine ye, lê her çedîn mirovê kurd ne bi tena xwe bijî jî, ew di hundirê xwe de xwe tenê dibîne, wek ku êdî baweriya xwe bi xwe winda kiriye, bi yên derdora xwe jî winda kiriye.

Mirov dikare bibêje ketiye qonaxa dukesayetî(şîzofrênê) bê kesayet maye bê bingeh diaxive û tevdigere, geh çep e geh rast e, geh misilman e geh bêdîn e, geh sosyalîst e geh jî lîberal e û ya giringtir jî geh kurd e geh ne kurd e û neyarê xwe ye!! ji ber van nakokiyên di hundirê mejuyê kurd de nikare biafirîne nikare xwedî bador be li derora xwe, û pirên caran pêdiviyê bi radîkalbûna nerînek îdiyoljîk encam dike, bo mînak: vehelandina kesê kurd bi çep û misilmanên tirkan re – ne ku dibêjim bi wan re diyalogê nekin na- lê Ji ber wek di dîrokê de em bi islamê û dîn dixapandin îro jî bi çepgiriyê û sosyalîzmê me dixapînin.

Ev kêşe û nexweşî bêhtir di nava bakuriyan de berbelav e, ew jî hin sedemên wê hene, wek pêşkevtina miletê tirk bêhtir ji kurdan ji aliyê çandê û aboriyê û xwenêzîkkirinek tirkan bi aliyê Ewrûpayê û siyaseta di mediya xwe de bikarhanîn û ew asîmîlasyona xurt û aktîf ya bikarhanînin. Bexşandinê ji we dixwazim, lê ez dixwazim li ser van her du mînakan rawestim, her çendî birêz Ocalan bi şêweyek ne axlaqî hatibe girtin û wek derbeyekê bû ji gelê kurd tevî re, lê divabû tevger û helwestên wî hinekî xurtirbûna û bêhtir ji xwebawer bûya, herwiha birêz Şivan Perwer, bi dehên salan e li Ewrûpayê dijî û bi hezarê caran e derketiyê ser dikê/sehnê, lê çi heyf bi şêweyek fediyok û ne li gorî hêviya miletê xwe bû dema derket ser dikê.

Tu hunermend î ne siyasetmedar î, helwestek erênî bide, lê hewcedarî nebû tu ewqasî bi heycan pesnê birêz Erdoganî bide û hewce nake tu geh bi kudî geh bi tirkî, geh bistrê û geh durşman bilind bikî, metneke xweş bi rêk û pêk te dikarî amede bikraya û bixwendaya û ne zêde.. lê dîsa jî ne xem e,, em hîn fêrî axaftina ser dikê nebûne (wek mamoste Soreklî got..) Çawa em dikarin dîsa bi xwe bawer bin??

Ne hêsan e, lê ne bêîmkan e jî, helbet rê û rêbazên wê hene di civknasiyê û civakpisîkolojiyê de. Tev ku ez ne mirovekî pispor im di van mijaran de, lê ez nerînên xwe bînim zimên. berî her tiştî divê kurdîaxifekî baş be, û bêfedî pê biaxive, ya duyem divê di rewşek aborî baş de be, û divê çend tiştan li ser dîroka xwe zanibe, her çendî mînakên min dan ne li gor van rêbazan bin jî, lê ev faktorên mezin in, her wiha heger karibe bi tenê li mediya dagirkerên xwe û fîlm û rêzefilmên dagirkerên xwe temaşe neke, xwedî sûdek pir mezin e ji bo jixwebaweriyê.

Jixwebawerî, nayê wateya pozbilndbûnê na, lê dihêle kesên himberî te rêzê ji te re û rastiyên te re bigrin, dihêle şanaziyeke têkeve nava te û ev encam xwedî bandorin heta li ser terbiyet û xwedîkirina zarokan û dan û stendina bi jin û keç û dayikan re.. yanî bi kurtasî, civakek jixwebawer dikare her tiştî bixwaze û li her deverê û dikare bextewar be heta di nav nivînên xwe de!!

M. xêr ŞÊXO

mohammadcheikho@gmail.com 

18,11,2013

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Li ser xêrê be, wê ji îro şûnde birêz M. Xêr Şêxo bi berdewamî di malperê de binivîsîne. Em wekî malpera felsefevan, spasiya cenabê wî dikin û dibêjinê, tu bi xêr hatî… 

Bersivekê binivîsin