Mijar û Pênaseya Estetîkê

Mijar û Pênaseya Estetîkê

Mijar û PênaseyaEstetîkê 

Estetîk, di sedsala 18 an de ji aliyê A. G. Baumgarten ve hatiye damezrandin. Peyva ‘estetîkê’ ji peyva ‘aisthesis’ a yewnanî tê û wateya wê ‘têgihîna (Bîrbîrî, îdraq) sehekî’ ye û mijarên wê jî, zanayiyên têgihîna sehekî ne. Li zanayîyên têgihîna sehekî vedikole û dixwaze ku fêhm bike, ka ew ji kû derê tên. Lê mirov dikare bibêje ku estetîk, ne li hemû zanayîyên têgihîna sehekî, lê bi tenê li zanayiya bûyera spehîtîyê (delalîyê, bedewîyê) digere. Dîsa di sedsala 18 an de İmmanuel Kant, estetîkê wek ‘zanista delkên hestyarîyê’ daye nasandin. Spehîtiya ku babeta estetîkê ye, ne tenê ew spehîtîya hunerê ye. Hemû spehîtîyên ku di xwezayê de hene mijarên estetîkê ne, ji lewma jî ji vê felsefeyê re, ‘felsefeya delaliyê’ tê gotin.

Ji Platon bigirin heta Hegel, dema ku mirov li dîroka felsefeyê mêze dike, mirov dibîne ku di bingeha nêrînên estetîkî de têgeha ‘spehî’ û ‘spehîtîyê’ heye. Ji şaxê felsefeyê ya ku li spehîyê (delaliyê) dipirse û vedikole re, ‘Estetîk’ tê gotin. Felsefeya ku li hunerê û berhema hunerî dipirse, vedikole û ji bo hunermendan pîvanên nîrxandinê tîne re jî, ‘Felsefeya Hunerê’ tê gotin. Ango, Estetîk û Felsefeya Hunerê, ne di heman wateyê de ne. Lê carinan di hindek axaftinên mirovan de, em dibînin ku di heman wateyê de têne bikar anîn. Lê ew gotin, bikaranîneke çewt e. Lewra, ne heman tişt in. Wek mînak: Spehîtiyeka di xwezayê de, em bibêjin Geliyê Elî Beg, dikare bibe mijara Estetîkê. Lê ev, helbesteka helbestkarekî û romaneka nivîskarekî, dikare bibe mijara felsefeya hunerê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin