Dawî...

Destpêk > Nivîs > Mîdasê Guhker

Mîdasê Guhker
Parvebike!

Mîdasê Guhker

Qralê Phrigiayê ê efsanevî. Bi dewlemendiya xwe navdar e. Rojekî qencîyeke bi Dionysos re dike û li ser vê qencîya wî, Dionysos radigehîne wî, ku wê ew mirazeka wî bîne cîh.

Midas jî jê daxwaz dike, ku ew dixwaze dest bide çî; ew veguhere zêr. Dionysos, vê miraza wî tîne cîh.

Lê bi demê re hemû tiştên ku Midas dest dida wan; zindî û mirov jî, hişk dibûn dibûne zêr. Li ser vê yekê, Midas ji Dionysos dixwaze ku vê sêhrê ji holê rake.

Dionysos, vê miraza wî jî tîne cîh. Piştî ku Midas, diçe û xwe di çemê Patokles de dişû, sêhr ji holê radibe. Ji wê rojê ve, qûma di binê çem de; wek zêr dibiriqe. 

Li gorî rîwayeteka din jî di pêşbirka muzîkê ya Apollon û Marysas de, ji bo ku raya xwe nedaye Apollon; Apollon guhên wî gelek mezin kirine û wî kiriye guhker…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…


Nûkirina Dawî : 01 Dec 2013 16:46

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)