Mewlana Celaledînê Rûmî

Mewlana Celaledînê Rûmî

Mewlana Celaledînê Rûmî (1207-1273)

   Li gor bîr û bawerîya Mewlana, xwedê xwestiye xezîneya xwe nîşan bide û bila ebdên wî wî binasin, gerdûnê afirandiye. Sebebê afirandina gerdûnê, ev yek e. Xwedê ji bo ku hêza xwe nîşan bide gerdûnê afirandiye. Tekane heyîna ku dikare bigihêje delalî û ilmê xwedê, mirov e. Xwesteka vê zanînê, rê li ber zewqên dinyayî digire. Ji ber vê yekê jî mirov divê li hember zewqên dinyayê têbikoşin.

Di ramanên Mewlana de destnîşankarê zagonê êxlaqê ya gerdûnî, eşq e. Ev eşq, wan prensîbên ku divê mirov li gor wan tevbigere nîşanî mirovan didin. Ji ber vê yekê jî, kê kî be bila be, divê were hezkirin. Li gor baweriya Mewlana, mirov encax bi bi rêya eşqê dikare bigihêje Xwedê. Di berhema xwe sereke Mesnewîyê de li ser fazîlet, erdem û başîyê, ramanên girîng pêşkêş kiriye.

Berhemên Wî Yên Sereke

1– Mesnewî

2– Dîwan-î Kebîr in.

Gotineka xweş ya Mewlana heye ku gotiye: ‘An wek xwe xwiya bike, an jî tu çawa xwiya dikî, wiha be.’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin