Metafizîk

Metafizîk

Metafizîk

Metafizîk, zanayiyeke felsefî ye û hewl dide da ku pirsgirêkên derî xwezayî, bi ramanên eqlî şirove bike. Heyîn, xwedê, zindebarî, giyan (rih) û hwd. bi pirsgirêkên bi vî rengî re mijûl dibe û hewl dide da ku van pirsgirêkan şirove bike. Bingeha metafizîkê, têgehên razber (neberbiçav, abstrakt) in û metafizîk ji bo şirovekirina gerdûnê, di hewl daneka giştî de ye û bi pirsgirêkên neçareserkirî re mijûl e. Metafizîk, beşeka felsefeyê ye û li gorî prensîbên mentiqî tevdigere. Ê ku metafizîkê bi awayekî pirr dijwar rexne kiriye, İ. Descartes e. Li gorî nêrîna Descartes metafizîk, ji bilî sîstemeka danasînê, ku hewl dide heyînên derî sehekî şirove bike, ne tu tişt e. Metafizîk ne zanayiyek e û zanayiyên ku pêşkêş jî dike, ne zanayiyên derbazî ne. Ev ramana Descartes, piştî wî; ji aliyê fîlozofên pêzawer (materyalîst) ve jî hatiye pejirandin. Descartes di berhema xwe ya bi navê “Pêşgotina ji bo hemû metafizîkên ku rojekî dikarin wek zanistan derkevin holê” de wiha dibêje: “Gelo tiştekî bi rengê metafizîkê, gengaz e?”

“Hege metafizîk, zanistek be, çawa dibe ku ew jî wek zanistên din nayê peyîtandin?” “Na hege ew ne zanistek be, çima ew di bin qirasê zanistî de mejîyên mirovan mijûl dike?” “Ji bilî vê yekê, zanistên din her diçe bi pêşve diçin û metafizîk, çima gelo her di dewsa xwe de ye û li cîhê xwe xwe digindirîne?” 

Di Babeta Heyînê De, Çend Pirsên Metafizîkê Ên Sereke

1- Heyîn, gelo heye?

2- Kokê heyînê çiye?

3- Hilika made çiye?

4- Heyîn diguhere, an na?

5- Li gerdûnê rêkûpêkî heye, an na?

6- Gerdûn, yek e an ji yekî zêde ye?

7- Gerdûn bi dawî ye, an jî bêdawî ye?

8- Gerdûn, bi armace an na?

9- Gelo li gerdûnê azadî heye, an na?

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin