Metafizîk û Pirsgirêkên Metafizîkê

Metafizîk û Pirsgirêkên Metafizîkê

Metafizîk û Pirsgirêkên Metafizîkê| Ali Gurdilî

Metafizîk, zanayiyeke felsefî ye û hewl dide da ku pirsgirêkên derî xwezayî, bi ramanên eqlî şirove/rave bike. Heyîn, xwedê, zindebarî, giyan/rih û bi pirsgirêkên bi vî rengî re mijûl dibe û hewl dide da ku wan pirsgirêkan şirove bike. Bingeha metafizîkê, têgehên razber (neberbiçav, abstrakt) in û metafizîk ji bo şirovekirina gerdûnê, di hewl daneka giştî de ye û bi pirsgirêkên neçareserkirî re mijûl dibe. Metafizîk, beşeka felsefeyê ye û li gorî prensîbên/hêmanên mentiqî tevdigere.

Fîlozofê ku metafizîkê bi awayekî pirr dijwar rexne kiriye, Descartes e.

Li gorî nêrîna Descartesî metafizîk, ji bilî sîstemeka danasînê, ku hewl dide heyînên derî sehekî şirove bike, ne tu tişt e. Metafizîk ne zanayiyek e û zanayiyên ku pêşkêş jî dike, ne zanayiyên derbazî ne.

Ev ramana Descartesî, piştî wî; ji aliyê fîlozofên pêzawer/materyalîst ve jî hatiye pejirandin. Descartes di berhema xwe ya bi navê <Pêşgotina ji bo hemû metafizîkên ku rojekî dikarin wek zanistan derkevin holê> de wiha dibêje: ‘Gelo tiştekî bi rengê metafizîkê, çuqasî gengaz e? Hege metafizîk zanistek be, çawa dibe ku ew jî wek zanistên din nayê peyîtandin? Na hege ew ne zanistek be, çima ew di bin qirasê zanistî de mejîyên mirovan hewqasî mijûl dike? Ji bilî vê yekê, zanistên din her diçe, bi pêşve diçin û metafizîk, çima gelo her di dewsa xwe de ye û li cîhê xwe xwe digindirîne?’

Di babeta heyînê de, çend pirsên metafizîkê ên sereke

1- Heyîn, heye gelo?

2- Koka heyînê çi ye?

3- Hilika madeyê çi ye?

4- Heyîn diguhere, yan na?

5- Li gerdûnê rêkûpêkî heye, yan na?

6- Gerdûn, yek e yan ji yekê zêde ye?

7- Gerdûn bidawî ye, dawîndar e yan jî bêdawî ye?

8- Gerdûn, bi armace yan na?

9- Gelo li gerdûnê azadî heye, yan na?

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

16.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/metafizik.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin