Meriv Nikare Wateya Saziya Kastan û Girîngiya Girtina Xwa-birayê Axretê Bide Ber Hevûdinê

Meriv Nikare Wateya Saziya Kastan û Girîngiya Girtina Xwa-birayê Axretê Bide Ber Hevûdinê

Meriv Nikare Wateya Saziya Kastan û Girîngiya Girtina Xwa-birayê Axretê Bide Ber Hevûdinê

      Xwandevanên birêz, gelek ji we hêjayan dizanin, min ji xeynî berhevkirina zargotina Êzdîtiyê pê ve, tu civaknasî ne xwandiye û belkî ez zêde bi pirensîbên civaknasînê jî nizanim. Lê ez bawerim, piraniya wan kesên ku di dibistanên dagirkirên Kurdistanê de xwandine û ew bûne fîlozof, felsefevan, civak-olnas û hwd. nikarin, gelek taybetmendiyên cewahirên baweriya Êzdîtiyê, tam șîrove û mak bikin. Gava ev kes bixwazin bi rastî, bahsa sedemên taybetmendiyên cewahirên baweriya Êzdîtiyê bikin, divê pêwndiyên wî/ê gelekî bi ilm û qewlên ku bingeha Êzdîtiyê ne hebe û ji wan fêhmbike.

Mînak: Li gorî ku ez ji ilm û qewlên bingeha Êzdîtiyê fêhmdikim, yek ji taybetmendiya ku axretnasîna me Êzdiyan ji ya olên din cûde dike jê, baweriya bi nemirina ruh e. Min gelek caran gotiye, «li gorî mîtolojiya me êzîdiyan, ruhê însan tûcarî namire. gava ruhê evdê kiras diguhêre (dimire), li ser ruyê vê dinya yê bê guneh-paqij bive û şûnde, ew hêja dikare derbasî axretê (wê dinya dinê) bive û li wirê heta ebedî bimîne. Roja axretê, wextê weznandina tereziya xêr û guhna ye. Di vê rojê de, xuşk û birayê axretê li ser meriv şahdetiyê dikin. Ji xwe ji ber vê baweriyê ye ku, vêga hêjî her mêrê Êzîdî bira yekî wî yê axretê heye û her jineke Êzîdî jî bira û xuşkeke wê ye axretê heye. Gava evdekî Êzîdî dike kiras buguhêre, hingê ferze ku xuşk û birayê axretê bêne balê û ew emekê xwe li hevûdinê helal bikin.

Dema meriv li ser ruyê vê dinya yê jî bikeve tengasiyekê, divê xuşk û birayê axretê bi hawara meriv ve werin.

*1» „Êzdî dikarin li gorî rê û resmên xwe , xwa û birayê axretê weha ji xwe re bigrin:

1. Kesên Şêxên Adanî : Ev dikarin bitenê ji binemalan şêxên Şemsanî, Qatanî û Pîrantiyê ji xwere Xwa û Birayên axretê bigrin.

2. Kesen Şêxên Şemsanî : Ev dikarin bitenê ji binemalan şêxên Adanî ,Qatanî û Pîrantiyê ji xwere Xwa û Birayên axretê bigrin.

3. Kesên Pîran : Ev dikarin bitenê ji binemalan şêxên Adanî, Qatanî û Şemsanî ji xwere Xwa û Birayên axretê bigrin.

4. Kesên Mirîdan : Ev dikarin ji hemû binemalên dû navên Êzdiyan bi dilê xwe ji xwere Xwa û Birayên axretê bigrin. (*1a)“

Sedemê girtina xwa û birayê axretê ji bo roja axretê ye.

Kêmasî anjî șașîtiyên ku min di gotara kekê Ali Gurdilî, «Di Dînê Êzdayetiyê de Saziya Birayê Axretê (*2 û 3) » de dîtine hene nin:

1 Nabe » ku, du bira jî bibin birayên hevdu yên axretê. (*2) “

2 Xwa û birayê axretê nikare „kifş bike, ka tu yê bi çi şeklî carekê din vegerî jiyanê. (*2)“

3 Raste, gava mirovekê beyî ku birayê xwe ê axretê hilbijartibe jiyana xwe ji dest dabe, hingê şêx(anjî șêxa wî k.t.) dibe birayê wî/wê ê axretê.

4 Dema ku mirî tê şûştin, şêx, pîr û –xwa k.t.-birayê axretê li wirê amade bin. Hinek kêmasî anjî șașîtiyên ku min di gotara (*3) de dîtine wehan in:

1 Ev sebeqa ku dibêje: „Șêx Ferz e, Pîr nisan- nîșan- e Pîre me destdarê me .. (*3)“ ne raste ! Ya rast: „Şêx ferz e û Pîr nîşan e Hoste û Merebî suĥbeta wan e Ferza Birê Axretê ferzek giran e“ 2 Êzdiyan „îbadetên xwe“ ne tenê „li mala şêx yan pîrên xwe, pêk dianîn. (*3)“.

«Ez dibêjim ku ji ber vê yekê ye ku îbadetxaneyên me tune nin. (*3)»

Ezdiyan îbadetên xwe wekî din jî, li ber û nav hemû ziyaret, parêzgeh, goristan hwd.û rojên îd, erefat, șîn û hwd. dikirin/hêjî dikin.

3 Her çiqasî birêz „Sabiha Banu Yalkut „ „civaknaseka hêja (*3) “ be jî, bi dîtina min ewê ji ilm û qewlê Êzdîtiyê tam fêhm ne kiriye û ewê nikarîbuye ji xeynî çend gotinên ku ji ber devê hinek kes anjî „zanên“ Êzdiyan hatine girtin tam lêkolîn bike.

4 Raste, „ di bin şert û mercên diasporayê de, saziya birayê axretê jî hatiye guherîn.“, lê șikir ji Xwedê re, hêjî gelekî tê meșandin û parastin.

5 Ev jî ne raste ku tê gotin, ‘Tiştekî din jî heye, bi mirinê re, mal û milkên mirove ku mirî ye, weke diyarî ji şêx re dimînin. (*3)“.

Ya rast gava mirî bimire, hingê pașmayên wî/ê eșiya, libas û livînên kesê mîrî didine șêx û pîrên wî/ê, lê ne « mal û milkên mirov ».

6 Bi dîtina min, eger ku „guherîneke mezin di civaka êzdiyan de xwe dide der û dema ku meriv ji xort û ciwanên êzdî ku li Almanyayê hatine dinyayê û mezin bûne, pirsa Birayê Axretê dike, yan pê nizanin û yan jî, dibêjin ku wateya vê saziyê bo me nema „ anjî“ ku bala êzdiyan, êdî zêde ne li ser biratiya axretê „be (*3), sedemên wê yekê jê jî, ku dûnavên Êzdiyan yên mîna birêz „Şêx Cengizxan„ ji erka xwe ye olî ra xwedî derneketine û tu sucê ciwanên me di vê zexeliya wan de tûne! Jixwe lewma jî di gotarê de hatiye gotin, “Sedemê duyemîn jî, kêmbûn yan jî tunebûna têkiliyên bi malbatên şêx an mîran re ye(*3)“

7 û hwd. Di dawiyê de dîsa dibêjim û li gorî dîtina min, meriv nikare girîngiya «saziya kastan» û girtina xwa û birayê axretê bide ber hevûdinê. Ez naxwazim êdî hîn zêdetir li ser șașîtî û cûdetiyên ku di navbêna saziya kastan» û girtina xwa û birayê axretê de hene binivisînim.

Kemal Tolan

29.01.17

Çavkanî:1 – Kemal Tolan : Li goriya mîtolojiya Êzdîtîyê ruh-giyan namire 21.09.16 http://www.lalishduhok.com/ku/gotar/post/118712 anjî Xemxwarê Êzdîtiyê 14. September 2016 1a Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdîtiyê 2006 – rûpel 184

2 Ali Gurdilî, Di Dînê Êzdayetiyê de Saziya Birayê Axretê http://www.felsefevan.org/di-dine-ezdayetiye-de-saziya-biraye-axrete.html  22.12.2014

3 Ali Gurdilî, Di Dînê Êzdayetiyê de Saziya Birayê Axretê http://www.riataza.kz/single-post/2016/10/07/ Di-Civaka-%C3%8Azdiyan-deSaziya-Biray%C3%AA-Axret%C3%AA 06.10.2016 ev niha di nav arșîvê de vena be!

Lê nefsê wê di : http://www.rewanbej.com/di-civaka-ezdiyan-de-saziya-biraye-axrete.html de jî hatiye weșandin û ev têbinî ji ber vê hatine girtin

Bersivekê binivîsin