Mele Seîdê Kurdî û Felsefe

Mele Seîdê Kurdî û Felsefe

Mele Seîdê Kurdî û Felsefe| Ali Gurdilî

Mele Seîd, zanyarek î kurd û îslamê yê. Alim û nivîskarê Rîsaleyên Nûr e. Xwe bi xwe gihandi ye. Ji alimên kurd û yên Stenbolê teqdîrê sitandi ye. Nasnavê ‘Bediuzzeman’ lê kirine ku di wateya ‘Yê herî delal ê zeman’ de ye. Di hemû jiyana xwe de hewl daye xwe, ku bikaribe  <heqîqetên îmanê> belav bike. Derheqê zanist û felsefeyê de xwediyê zanîneke kûr bûye û rexne, li fîlozofên madeperest girtiye. Ji hemû fîlozofên madeperest re gotiye hodrê meydan. Li dadgehê di parastina xwe de, derheqê fîlozofên madeperest de wiha gotiye: <Min fîlozofên wan yên herî mezin ku bêol in, ji heywanan xirabtir kir.>

Rexne li fîlozofên misliman jî girtiye, ku li gorî awira Mele Seîd ew gellekî di bin bandûra Felsefeya Rojava de mane. Zêdetirê nîvê imrê xwe, di girtîgehan de derbas kiriye. Berhemên wî hatine qedexekirin, lê bi alîkariya şagirdên xwe xebatên xwe domandi ye. Şagirdên ku Mele Seîd wan gihandiye gellek in. Di dewsa perwerdekirina rûbirû de, bi pirtûkan şagirdên xwe perwerde kiriye. Di dawiya imrê xwe de zêdetirê (5000) pênc hezar rûpelan kulliyateke hiştiye. Berhemên Mele Seîd, zêdetirê sih (30) zimanan hatine wergerandin…

Felsefeya Mele Seîdê Kurdî: Mele Seîd felsefeyê dike du beş…

1- Felsefeya ku bi wehiyê re lihev hatiye.

2- Felsefeya ku li dijî wehiyê ye.

Dema ku gotiye: <Felsefe, ji riya heqîqetê şaş bûye.> bi awayekî pirr dijwar rexne li beşa duyemîn digre. Girîngiyeke mezin, daye têgeha hîkmetê. <Belê, ez dibêjim hikmet. Çimku xêra wê mezin e, bela wê heye, lê kêm e.> gotiye Mele Seîd…

Bi dirûşmeya <mamosteyê min Qûr’an e, pirtûka min jî, jiyan e.> dikeve rê. Gerdûnê weke pirtûkeke ditiye. Li gor baweriya wî; her heyîn, neynikek/eyneyek e ji bo navên îlahî. Mirov dema ku ayetên bi devkî dixwînin, divê ji aliyê din ve jî ayetên xwiyakirî yên ku di gerdûnê de hene bixwînin. Lewra ew hevdu, rave/şirove dikin û dibin piştavanên hevdu. Ev nêrîna wî; awireka wî ya xweser e. Zanist; xizmeta dîtina navên îlahî dikin, ku di gerdûnê de bi awayekî xwe dane der. Ji şagirdên xwe yên ku jêrê dibêjin <ka Xwedayê me bi me bide nasîn!> re wiha dibêje: <Hemû zanistên ku hûn wan dixwînin û fêr dibin, afiranderê we nîşanê we didin. Ne mamosteyên xwe, fen û zanistê bişopînin.>

Derheqê felsefeyê de çi gotiye?…

1- ‘Felsefe çavikeka reş ya ar e ku hemû tiştan reş û hêwilnak nîşan dide. Lê îman jî ew çavik e ku hemû tiştî spehî, zelal û nûranî nîşan dide.’

2- ‘Felsefe û hikmet divê alîkariya ol û dil bikin, neku xwe berdin dewsa wan.’ …

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

03.05.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/mele-seide-kurdi-1878-1960.html

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin