Mehmet Aktaş, ‘Reşeba’ û Tevlîhevkirina Kaxezan

Mehmet Aktaş, ‘Reşeba’ û Tevlîhevkirina Kaxezan

Mehmet Aktaş, ‘Reşeba’ û Tevlîhevkirina Kaxezan 

Di gotareke xwe de bi sernavê „Fîlma reşeba û zêdetir“, birêz Mehemet Aktaş ku hem prodûsent hem jî sînaîstê fîlmê „Reşeba“ ye, li şûna ku bi şêweyekî profesyonel berevaniya karê xwe wek „berhemeke hunerî“ bike, wî heta jê hatiye kaxez tevlîhev kirine û huner polîtize kiriye.

Ji tevlîheviya argumentên berehmkarê „Reşeba“ birêz Aktaş baş diyar dibe, ku haya wî wek tê xwestin baş ji êzîdiyan, tevger, civak, siyaset û çanda wan tune ye. Gotara Aktaş ji lêkolînkirinê bihtir li ser „bihîstinê“, û ji analîzekirinê jî zêdetir li ser tawanbarkirinê hatiye avakirinê. Lewre ew li seranserî gotara xwe a „şêlûbêl“ tûşî şaşiyên ecêb hatiye.

Aktaş berevaniya filmê xwe ne bi argumentkirin û şirovekirinê belê bi „nîqçêkirinê“ û „tawanbarkirinê dike.

Têza xwediyê „Reşeba“ a sereke ew e, ku êzîdiyên li dij filmê wî protesto kirine, tenê ew êzîdî ne, yên ku xwe „ereb“ dibînin û berevaniya îdeologoya „erebkirin“ û „erebîtiyê“ di êzîdiyatiyê de dikin. Di serencamê de, Aktaş dixwaze wisa bide selimandin ku „dijminên filmê wî“ tenê „êzîdiyên ereb“ in, ku di heman demê de, „dijminên Kurd û Kurdistanê“ ne.

Argumentê Aktaş ê herî sereke jî li vir xanim „Nadya Murad“ û grûpa „YEZDA“ ye. Li gorî boçûna xwediyê „Reşeba“ kampanya reşkirina li dji filmê wî ji van destpêkiriye. Aktaş di nivîsa xwe de, weha baweriya xwe tîne ziman:

„Wek tê zanîn, armanca serekeya gruba ” yezdan ” weqetandna êzîdyan ji netewa kurde. Ev dixwazn îspat bkin ku ” êzîdî ne kurdin û netewekî cuda ne “. Ji alyê din çend êzîdyan grêdayî partya slahya bnetar ba’sî, hêj di destipêka kampanyaya reşkirna fîlma reşeba de piştevanya gruba ” yezdan ” krin. Li gorî wê partyê ; ” ezîdî kurd nînin, erebin. Di nav cvaka êzîdî de alîgrên partya slah zmanê erebî wek ” zmanê zikmakî ” qebul dkin. Bo numune, nadya murada ku di bin tesîra wan her du gruban de mayî, axaftinên xwe bi erebî dke. Piştî hilbjartna wê wek balyoza nyetpakyêya neteweyên yêkbuîy, kurdinya xwe dveşêre û peyva kurdistan bkar nayne.“

A rast yên li dij filmê Aktaş protseto kirine, ne xanim Murd, gurûpa YEZDA û partiya „Islah“ bi tenê ne, belkû hemû êzîdî ne, di nav wan de jî Civaka Rûhanî a Bilind a Êzîdiyan. Ji informayonên gotara Aktaş diyar e, ku ew ji êzîdyain, rewşa wan, civak û siyaseta wan ne agahdar e; wî çi bihîstiye ew nivîsandiye.

Bo nimûne, di çend cihan de bas tê kirin, ku:

1- „pêşîmamê êzîdiyan“ „fetwa“ derbarê helalkirina jinên êzîdî yên ji destên DAIŞ qurtalkirî daye, lê ew di rastiyê de ne „pêşîmam“ belê „Bavê Şêx“ e, ku ew berpirsê rûhanî ê bilind yê êzîdiyan e li cîhanê.

2- Partiya „islahê“ daxwaza „erebkirina êzîdiyan“ dike û „zimanê erebî wek zimanê zikmakî qebûl dike“, lê a rast ew berevaniya têza „neteweyeke xweser“ jibo êzîdiyan dike. Partiya „islahê“ ne êzîdiyan wek ereb, ne jî erebî wek zimanê zikmakî li qelem dide.

3- „YEZDA dixwaze êzîdiyan ji kurdan cuda bike“, lê a rast ew wek „komeleyek civaka sivîl“ tevdigere, û hîç nêzî pirsên wisa di siyasetê de hesas, ne ji dûr ne jî ji nêzîk, nabe.

4- „Nadya Murad xwe dûrî Kurdan û Kurdistanê dike“, lê a rast ew xwe dûrî siyasetê û pirsên siyasî dike.

5- „Hindek gurûpên êzîdî yên xwe nêzîkî erebiyatî û ereban dibînin dijayetiya filmê Reşeba dikin“, lê a rast hemî êzîdî xwe li hember vî filmî dibînin, di nav wan de jî ew kesên li Kurdistanê ku ciyên xwe di partiyên Kurdistanî de digirin.

Pirsa Aktaş, wek ji gotara wî diyar dibe, ne pirsa „Reşeba“ wek „berhemek hunerî“ ye, belkû ew pirsa „Reşeba“ wek siyaset û „berhemeke siyasî“ ye: Siyaseta  „nasyonalîzma Kurd“ beramber bi pirsa Êzîdiyan.

Jibo ku Aktaş filmê xwe bi Kurdî „sipî“, „rast“ û „bê şik û guman“ derbixîne, gereke êzîdiyên ku li dij „Reşeba“ rawestiyane û protestokirine, bi kurdî werin „reşkirinê“ anku „erebkirinê“. Wate pirsa filmê „Reşeba“ li gorî Aktaş, di serî de, pirsa „Kurdiyatî“ li dij „Erebiyatiyê“ û Kurdistanê li dij Erebistanê ye. Lê Aktaş ji bîr dike, ku alîkariya madî û manewî a herî sereke bo filmê xwe berî Kurdistanê ji „Qeter“ a Erebistanê wergirtiye, ku yek ji dewletên di rêza yekê de ye bo piştgiriya terora DAIŞ.

Eger yên li dij filmê Aktaş rawestiyane tenê „êzîdiyên ereb“ bin, naxwe hemî êzîdî gereke li gorî têza Aktaş „ereb“ werin destnîşankirin, çimkî hîç êzîdiyek ne li derve ne jî li hundir razîbûna xwe bo vî filmî diyar nekiriye.

Berî ku Mehmet Aktaş Nadya Murad bi „erebkirin“ û „erebiyatiyê“ tawanbar bike, gereke wê cegerdariyê di xwe de bibîne û rihê 95% ji Kurd û Kurdistanê ku bi erebiyatiyê hatiye şuştinê, rexne bike.

Aktaş, mixabin, „şûjina“ di çavên Nadya û êzîdiyên wê de dibîne, lê „gêsinê“ di çavên xwe û Kurdên xwe de nabîne.

Yê rihê wî bi erebî, dînê wî bi erebî, pirtûka wî bi erebî, pêxemberê wî bi erebî, qiblenameya wî bi erebî, Xwedayê wî bi erebî, asmanê wî bi erebî, ne Nadya Murad ne jî êzîdî, belê 95% ji Kurdên Kurdistanê ne birêz Aktaş!

Aktaş, ku zimanê 95% ji Kurdên wî erebî ye, rexne nake, lê zimanê balyoza niyazpakiyê xanim Nadya Murad rexne dike, ku çima bi erebî ye, û çima tê de basa Kurdistanê nake.

Zimanê Nadya yê bi erebî ku tenê zimanê gotara wê ye, li gorî Aktaş bi Kurdî „sûc“ e, lê zimanê Xwedayê bi erebî, ku Kurd û Kurdistan ji 1400 û virde pê radibin û rûdinin, xewnan dibînin û rihê xwe pê diguherînin û nimêj û nimêj derbasî „Erebistana Xwedê“ dikin, ne „sûc“ e?

Eger zimanê erebî „sûc“ e, naxwe ev 1400 sal e, ku kurd „sûc“, „guneh“, „heqaret“ û „gunehkariyan“ bi heqê kurdiyatî û Kurdistanê dikin!

hoshengbroka@hotmail.com

28.09.2016

Bersivekê binivîsin