Mehkemekirina Xellacî

Mehkemekirina Xellacî

Mehkemekirina Xellacî   

Zeptên (gîretên ) mehkemeya Hallac tu carî ne hatine dîtin. Çavkaniya mehkemeya Hallac, ji nivîsên xelîfetiyê yên fermî, jînenîgeriya (biyografiya) wezîran û ji nivîsên nîvîskarên cihêreng pêk tên.

Wek mînak: nivîsên Bakîyanî, dîrokzan Îbnî Sînan û nivîsên Ebu Zeyde Balkhî, di derheqê mehkemeya Hallac  de gellek zanayiyan didin me. Berhema dîrokzanê navdar ya Taberî, referansekê baş, yê vê çavkaniyê ye.

Taberî bi çavekî biçûk li bûyerê nihêrtiye û gotiye ku: “Min jî bihîstiye ku, zilamekî bi navê Hallac gotiye ku ez xwediyê hêza îlahî me.”

Ji bona binçavkirina (girtina) Hallac, di sala 298- an de (hîcrî ) wezîr ÎBnî El Furat ferman daye, belam Hallac  reviya ye û ji destê wan, xwe rizgar kiriye. Binçavkirina wî ya yekem, di sala 301- an de (mîladî 913) de çê dibe û Hallac, li bajarê  Ahvazê tê binçavkirin û bi bûrayê wî re, li ser pişta devihekê wî tînin Bexdayê.

Dema ku digîhêjin Bexdayê, gelên Bexdayê piştdaniya Hallac dike, lê li hember xweşdîtina xelkê, wezîrên sereke wezîr Hamd û zilamên wî, diqirîn û dibêjin: “Vaye! Mirovê gelac û sêhirkar hat.”

Piştî binçavkirinê, navê sucdarkirinê ev gotineka wî bû ku berê gotibû: “Wê di nêzîk de mehdî bê û wê hemû bêsincan, (bêexlaq, bêrewişt) ceza bike.”

Heçku, hemû girêgirên bajêr dizanibûn ku ji bilî “ehlê beyt” mehdî nayên û di vê mijarê de ramana wan jî hevpar bû. Di vê gavê de, sucdarkirin ne mezin bû û Hallac, ne hate xeniqandin.

Belam, çar rojan bi darekê ve girêdayî ma û ji bona tinazên xelkê, destûr dane wan.

Şagirtên wî jî, wî wisa girêdayî dîtine. Lê şagirtên wî, di her demî de gellek rûmet nîşanê wî dane.

Sucdarkirin ne mezin bû, lêbelê li hember zordariya sûfiyan, piştî çar rojan wî diavêjin girtîgehê. Û mebesta avêtina wî ya girtîgehê, parastina wî tê nîşandan. Belê, ew dibêjin ku, ji bo ku em bikaribin wî ji dijminên wî biparêzin, me wî avêtiye girtîgehê.

Dostên wî yên nêzîk Kamabaî jî, pê re dikeve girtîgehê. Sedema girtina wî ya vê carê jî: “Bi Xwedê re, xwe yekdîtin bû.”

Lê ev sucdarkirin, di wê demê de ne hatiye rojevê. Lewra, hege ev sucdarkirin biketa rojevê, wê hê di wê demê de bihata kuştin.   

Di girtîgehê de bi zincîran hatiye girêdan, bêrawestan nimêja xwe kiriye û li gorî vegotinan, di rojê de hazar (1000) rekat nimêj kiriye. Di girtîgehê de, berhemên xwe yên dawî nivîsandiye. Dema ku dost û hevalên wî hatine serdana wî, berhemên xwe ji wan re xwendiye.

Li gorî angaştên şîîyên berê, Hallac xwe mehdî îlan kiribû, lê vê carê, angaştên xwe guhêrandine û gotine ku “ Hallac, wê xwe xelîfe îlan bike. Daxwaza wî ew e ku bibe xelîfe. ”

Berhemên wî bi alîkariya dost, şagirt û hevalên wî, ji girtîgehê têne revandin.      

Dema ku Hallac  girtî bûye, Nasrî daxwaz kiriye ku wî ji girtîgehê rizgar bike û ji bona vê yekê çûye serdana çend mirovên destûrmendê dewletê û bi wan şêwirî ye.

Belam Avvarîcî, ku ew jî berê sûfî bû û piştra bibû destûrmendê dewletê, li dijê berdana wî radibe û naxwaze ku bê berdan. Îbnî Mucahîd jî, xwe tevlê vê guftegoyê dike û hemû bername tevlîhev dibe.

Di wê dewrê de li Bexdayê jî, tevlîheviyek dest pê kiribû û wek tê zanîn, di demên tevlîheviyê de desthilatdar li qurbanan digerin.

Berê doza sala 308- an, neyarên wî gotine ku Hallac  teswîran çêdike û di wan de teswîran de, du- sê Xwedayan xêz kiriye. Di rastiyê de teswîrekê wiha tune.

Lê li gorî vegotinan Hallac  gotiye ku: “li qata Xwedê, her nirov li gorî hêjahiya xwe, di rêzekê de ye û li qata Xwedê cihê min gellekî li pêş e.”

Di berhema xwe ya bi navê “Rîwayetê” de, li gorî hedîsekê behsa vê yekê kiriye. Dibe ku ev paşgotinî ji vê yekê derketibin û hatibin mezinkirin.   

Li ser paşgotiniyekê din, dest datînîn ser berhemên wî. Li gorî angaştan; Hallac di berhema xwe ya bi navê “Sırr-ı îlahî” de, Xwedê mîna tiştekî cismanî nîşan daye û ev yek, ji rê derketinek e.

Xelîfe aciz dibe û fermana ji nûve dozvekirinê dide wezîr Hamd.

Li ser navtêdanên/gilihên Avvarîcî, Îbnî Mucahîd dixape û rê li vê dozê vedibe. Maweya dozvekirinê, heta du- sê heftan didome û dawîn, doz tê vekirin.   

Wezîrê sereke wezîr Hamd, dibe serokê mehkemeyê. Li milê rastê fermandarê alaya “Hassa” Devdaht, li milê çepê jî Îbnî El Havvarî û “kâtib” Îbnî Tahavâbe, rûdinên. Li niq wan jî, memurê evraqan Zancî xwe amade kiriye. Îbnî El Ushnânî jî bûye qazî.

Herwiha, li mehkemeyê du şêwirdar hebûne ku ew jî: Qazî Leythî û  Îbrahîm Bîn Hammad bûne. Qazî Îbnî Mukram û Kâtib Îbnî Abî Humayra jî, piştra beşdarên mehkemeyê bûne.   

Îbnî Mukram “şahîdê heqîqetê” ye. Di zimanê Erebî de ji vê yekê re, “şuhûd” tê gotin. Wezîfeya wan, li ser navê imetê raxistina rastiyê ya holê ye.

Di vê demê de, li Bexdayê pênset (500) “şuhûdên” wezîfedar yên fermî hebû ne. Ji bilî Îbnî Mukram, çend şahîdên heqîqetê yên din jî, di doza Hallac  de şahîdiyê kirine.   

Rola saziya “şuhûdiyê” pirr girîng bû. Berê, di dewra Abbasiyan de “şuhûd” bi pirranî “hanefî” bûn. Piştra, di nav malikî û hembeliyan de jî, hejmara wan zêde bûye.

Ji bona pêkanîna “ Îcma- î ûmmetê ” divabû ku biryara hemû “şuhûdan” yek bûna.

Carîna bi destûra “şuhûdan” xelîfe jî, ji text hatine xwar. Saziya “şuhûdiyê” mîna wek wezîfeya noterên ( yên ku ewraqên xelkê tesdîq dikin. ) îro bûn. Ji bilî vê yekê, erkêkê din yên “şuhûdan” ew bû ku, belgeyên dadmendiyê bicivînin. Ango, erkekê “ kodîfîkasyonê ” dianîn cih.  

Di doza Hallacvan de 84 “şuhûdan” îmze dane û ev 84 “şuhûd” endamê mezhebên cihêreng yên ola îslamê bûne. Û ji navçeyên cûda, hatine doza Hallac.

Di maweya/pêvajoya dozê de: di salên 308 û 309- an de (hîcrî) Hallac li girtîgehên cûda maye.

Di vê dewrê de gellek kes çûye serdana wî. Hatiye vegotin ku Hallac, di vê navberê de çûye sarayê û xelîfe Muktedîr baş kiriye. Diya Muktedîr alîgira Hallac bû, lê mixabin ji destê wê tu tişt ne hatiye.  

Piştî başkirina xelîfe, dîsa paşgotiniyên nebaş dest pê dikin.

Di vê navberê de li gorî rîwayetan hatiye gotin ku Hallac, di girtîgehê de, tûtiyekê mirî sax kiriye.

Li gorî vegotinan, koleyekî vê bûyerê bi çavên xwe dîtiye û wisa jî, ji xelîfe re qise kiriye.

Li ser vê yekê, wezîr Hamd dibêje ku: “Ya xelîfe, Mîrê misilmanan! Pêwîst e ku em wî zilamî ji holê rakin. Nexwe wê gel li hember te serî rake û wê te, ji text bîne xwar.”    

Gellek mucîzeyên wiha, di jiyana Hallac de cihên xwe girtine. Hatiye gotin ku cin, wî diparêzin û hemû daxwazên wî tînin cih. Êdî wisa bawer dikin ku ew, mucîzeyan diafirîne û ew xwediyê vê hêzê ye jî.

Piştî van vegotinan çûna serdana wî ya li girtîgehê, tê qedexekirin. Du mehan, kesî nabîne. Di vê dewrê de, du kes bi dizî çûne serdana wî. Ji wan kesan yek Îbnî Ata ye û yê din jî, mirovekî alînegir, Îbnî Khafîf e.       

Îbnî Khafîf, mirovekî bawermend bû û vê bûyêra Hallac  meraq dikir. Wisa tê zanîn ku Îbnî Khafîf, berê şafî bû û di wê demê de şafîyan ji Hallac hez kiriye. Îbnî Khafîf, gellek berbiçûnên olî yên cihêreng naskiribû û ji bona fêmkirina ramanên Hallac çûye serdana wî. Dema ku çûye serdana wî, li gorî zanînan rasyonalîst û nêzîkê ramana “Eşariyê” bû.   

Di vê doza duyemîn de hemû mirîdên Hallac, yên li dorhêla wî hatine binçavkirin û ezîyetekê mezin li wan hatiye kirin. Destûrmendê civandina gîrovan Îbnî Zancî, nameyên Hallac yên ku ji mirîdên xwe re şandibû pêşkêşê mehkemeyê kiriye.

Wisa hatiye ravekirin ku di van nameyan de, “Fatimî” hatine pesindan. Li gorî angaştên Avvarîcî  jî: Hallac rêketî bû û têkiliyên wî yên cinsî, bi şagirtan re hebû.  

Dema ku Hallac derketiye mehkemeyê, cilên reş yên hirî li xwe wergirtî ye. Li gorî raveya Quranê ya Hambelî: dema ku Hz. Musa diçû şerên pîroz, cilên bi vî rengî (reş) li xwe werdigirt.     

Dema ku Hallac derxistine pêşiya dadger, bendîvanan tahde lê kirine û hemû rihên wî rûçikandine. Wezîr Hamd ji Hallac re dibêje: “Te xwe mehdî îlan kiriye û te gotiye ku, ez nêzîkê Xwedê me û xwediyê murweteke pîroz im. Di vê babetê de, tu çi dibêjî?”

Piştî axaftina wezîr Hamd, Hallac bi tenê ji xwe re xwe re dibêje ku, “Xwedayê min. Ji bilî te Xweda û pîroz tune.”

Li mehkemeyê ya ku cara pêşîn hatiye bingîrîkirin, mirîdeka Hallac yeka jin, keça Samarrî bû…

Li gorî vegotinên wê: Dema ku şevekî li mala Hallac mêvan maye, bi şev; bi hinceta şiyarkirinê, Hallac derketiye ser wê. Ji bilî vê, dema ku dilê wê çûye mêweyan, Hallac mêweyên ne di wextên xwe de afirandiye. Bavê vê keçkê jî, kêm zêde, mîna wê axifî ye.

Wezîr Hamd ji bavê keçkê dipirse,dibêje: “Gelo te jî ji wan mêweyan xwar?”

Samarrî jî dibêje: “Belê, min jî xwar.”

Li ser vê bersivê, Qazî Wezîr Hamd ferman dide û dibêje: “Arzinga wî bişkênin!”

Bi fermana wezîr, bendîvan hema di wê demê de arzinga wî dişkênin.

Li gorî paşgotiniyekê din jî, hatiye vegotin ku Hallac mîza xwe mîna dermanê daye nexweşan. Samarrî jî, gotiye ku ev vegotin rast e. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

ÇAVKANÎ: Louis Massıgnon. Yên vediguhêzîne. Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 45- 46- 47- 48- 49.

Ev nîvîsar, beşa 7 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ferhengoka Tevlihev (Bi Kurdî-Tirkî)

Gîret: Tutanak. Meclis, kurul, mahkeme gibi yerlerde söylenen sözlerin olduğu gibi yazıya geçirilmesi, zabıt.

Binçavkirin: Gözaltına almak.

Bûra: Kayınbirader.

Sêhirkar: Büyücü. (Afsunbaz)

Belam: Fakat, lakin, ama.

Piştdan: Arkalamak. Bir kimseye güven vererek yardım etmek.

Rojev: Gündem, gündemde olan, gündeme gelen.

Bêrawestan: Durmadan, sürekli.

Angaşt: Sav, iddia.

Mawe: Süre, süreç.

Şêwirdar: Danışman. Bilgi ve düşünce alınmak üzere kendisine danışılan görevli kimse.

Erk: Görev

Navçe: Bölge.

Tûtî: Papağan.

Qedaxekirin: Yasak etmek, yasaklamak.

Bawermend: İnançlı, inancı olan, itikatlı.

Name: Mektup.

Pesindan: Övmek. Bir şeyin iyiliklerini söyleyerek değerini belirtmek.

Rêketî: Sapık. Yoldan çıkmış olan.

Hirî: Yün.

Dadger: Hakim.

Bendîvan: Zindancı, gardiyan.

Rûçikandin: Yolmak. çekerek yerinden çıkarmak, çekip koparmak.

Rih: Sakal.

Bîngîrî: Soruşturma, soruşturmak işi.

Arzing: Çene.

Bersivekê binivîsin