Materyalîzm [Maddeperestî]

Materyalîzm [Maddeperestî]

Materyalîzm [Maddeperestî]

Li gorî nêrîn û nêzîkayîtêdana Materyalîzmê, heyîn ji zêhna mirovî serbixwe ye û ji celeba cismî ye. Ji vê ramanê re Materyalîzm tê gotin. Nûnerên vê ramanê, di serdema pêşîn de Demokrîtos, Epikuros û di serdema nû de jî T. Hobbes, Le Mettrie û K. Marx in.

Li Gorî Demokrîtos

Hemû heyînên ku hene, ji celeba madî ne û ji atoman têne holê. Hejmara atoman bêdawî ye, livdar in, dabeş nabin û pîçêkên herî biçûk in. Ji heman celebî atom têne cem hev û heyînan tînin holê û dema ku ji hevdu vediqetin jî winda dibin.

Li Gorî T. Hobbes Jî

Yên ku bi awayekî rasteqîn hene û cîh digrin, cisîm in. Taybetmeniya hevpar ya hemû cisîman, livdarî ye. Di gerdûnê de hemû tişt, li gorî zagonên bizavî (tevger, liv) bi awayekî mekanîk têne cem hevdu. Li gorî baweriya T. Hobbes, çalakiyên aqlî, raman û heta hemû hestên me jî, maweyên fizikî ne.

La Mettrie jî wiha bawer dike ku, hemû tiştên ku hene made ne. Li gorî nêrîna wî, zagonên xwezayê; ji bo hemû heyînan eynî ye. Di navbera mirov û heyînên zindî û ne zindî de ji hêla mede ve, tu ferq tune. Bi tenê, li gorî zindîyên din, mirov makîneyeke êdî tevlîhev e.

Li Gorî Nêrîna K. Marx Jî

Bi tenê made, bi awayekî rasteqîn heye. Gerdûn, ji bilî madeyê ku di nav tevger û guherînê de ye; ne tu tişt e. Made, ji maweyên bihevketin û nakokiyan derbas dibe û heyînan tîne holê. Pêşveçûn û berfirehbûna madeyê jî, li gorî hindek zagonên dîyalektîkî dimeşe. Ev zagon, hem zagonên heyînê û hem jî zagonên ramanê ne. Ji vê felsefeyê re “Materyalîzma Dîyalektîk” tê gotin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin