Martîn Luther

Martîn Luther

Martîn Luther (1483-1546)

   Luther. Oldarê alman. Kurê malbateka gundî bû. Li dibistanên Latîn xwendiye. Hiqûq xwendiye. Piştra bûye keşe (keşîş, papaz). Bûye profesorê îlahiyatê. Ji bo peran, li dijî efûkirina gunehan derketiye û bi vê helwesta xwe re jî, wek sûcdar hatiye dîtin. Jê hatiye xwestin ku bila lêborîna xwe ji Papa bixwaze û li gotinên xwe poşman bibe. Lê Martîn Luther ji ya xwe nehatiye xwarê û di dawîyê de hatiye afarozkirin. Bi vî awayî li hember sazîya Papatîyê dest bi têkoşînê kiriye. Li hember dêra Qatolîk serî hildaye. Belavokek amade kiriye. Mezheba xwe (Protestan) birêxistî kiriye. Metnên Mizgînîyê (Încîlê) wergerandiye almanî. Încîl cara yekemîn bû ku li zimanekî tê axaftin hatibû wergerandin. Li gor bîr û bawerîya wî divabû keşe nezewicin û nebin xwedî mal û milk. Lê ew jî zewicîye. Ramanên wî yên reformîst roj bi roj zêdetir belav bûne. Tevlîhevîyên mezin derketine holê. Raperîn derketine û gelekî xwîn rijiyaye. Di dawîya têkoşînê de bandora dêra Qatolîk gelekî kêm bûye. Dêra Protestanan hatiye avakirin û di dawîyê de li axa Îngilîstanê jî bûye xwedîbandoreke mezin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin